Wan – Li herêma Serhedê li gelek navçe û navendan projeyên lêgerina petrolê, sondajên avê, birîna daran û projeyên HES û GESan ekolojiya herêmê dixe rewşeke metirsîdar. Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyay3e Erdogan Oduk diyar kir ku dewlet û şîrket bi hevkarî talanê pêk tînin.
Li bakurê Kurdistanê talankirina ekolojiyê di asta herî jor de didome. Talana ku bi destê şîrketên herêmî tên kirin, zirareke gelek mezin dide xwezaya Kurdistanê. Li herêma Serhedê projeyên HES û GESê, kanên madenan, birîna daran û daristanan û sondajên av û petrolê li galak bajar û navçeyên wan di faliyetê de ne û li ser ekolojiya herêmê texrîbateke mezin dikin. Ji Colemêrgê heta navçeya Gimgima Mûşê, ji Xîzana Bedlîsê heta Diyadîna Agiriyê li gelek deveran talankirina xwezayê bi salan e didome.
Hevberdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê û Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (VAN EKO-DER) Erdogan Oduk têkildarî talankirina xwezaya herêma Serhedê axivî.
Oduk da zanîn ku li navçeya Bêgiriyê ya Wanê lêgerîna petrolê hatiye destpêkirin û Şîrketa Anonîm ya Petrolên Tirkiyeyê ev lêgerîn daye destpêkirin. Oduk anî ziman ku sondaj hatine danîn û kîmyasalên tên bikaranîn xwezayê dikûje û wiha got: “Ev kîmyasal gava tev li axê bû, dê bigihije ava binerd û ji ber ku Bêgirî nêzî Behra Wanê ye, ev ava binerd ya kîmyasal tev li bûyî dê ava behrê jî xera bike. Ji masiyan heta mîkroorganîzmayên di behrê de hemû dê bimirin an jî zirareke mezin bibînin. Li navçeya Şaxê qirkirina daristanan heye, li Mîksê jî HES hatiye avakirin û ev HES dê çemê Miksê ziwa bike. Li Westanê kanên xîz û keviran û li Geliyê Zîlan ya bi ser navçeya Erdîşê ve jî dîsa HES hatine çêkirin. Çemên tev li Behra Wanê dibin hemû ji bakur tên û li ser van çeman HES hatine çêkirin û tenê maye ava binerd. Ev ava binerd jî sondajên avê lêdane û bi zeviyên ku tê de gubreyên kîmyasal hatine bikaranîn, av didin. Ev ava kîmyasal di nav de dîsa diçe binerd û di binê erd de tev li Behra Wanê dibe. Kêşandin û kêmbûna ava Behra Wanê tenê girêdayî gûherîna avhewayê nîne û ev yek hemû sedemên kêmbûna avê ye.”
‘Dewlet û şîrket hevkar in’
Oduk diyar kir ku şîrketên li herêma Serhedê weke dijminan li herêmê dixebitin û karê xwe pêk tînin. Erdogan Oduk bal kişand ser hevkariya dewlet û şîrketan û got ku qirkirina Ekolojiyê ya li herêmê tenê bi destê şîrketan nayê kirin. Oduk anî ziman ku li Colemêrgê herder di destê Olmez Înşaatê de ye û di hemû beşan de xwezaya herêma Colemêrgê talan dikin û wiha axivî: “Li navçeya Diyadînê ya Agiriyê Şîrketa Madenê ya Koza Altin, li Gundê Meleqeleyê ev bi salan e zêran digerin û siyanurê li du xwe dihêle. Ev siyanur tev li Çemê Mûradê dibe û Çemê Mûradê jî tev li Çemê Feratê dibe. Ji Agiriyê heta Qeraxa Basrayê tevahî Mezopotamya bi bandor dibe û hemû zindiyên van çeman zirareke mezin dibînin. Erdogan Oduk, bang li gel kir û da zanîn ku heke îro li dijî vê qirkirina ekolojiyê deng neyê bilindkirin, dê sibê gelek direng be. Ev talan û qirkirina xweza û ekolojiyê dê bibe sedema koçberiyê û êdî li van deveran jiyan namîne.”
‘Pratîka Bestayê li Bedlîsê rû dide’
Oduk destnîşan kir ku li herêma Bedlîsê, li navçeyên Xelatê heta Adilcewazê û Tetwanê 12 hezar sondajên avê yên fermî û ewqas jî yên nefermî hene û wiha domand: “Avên herêmê temamî çikiyan e. Di ava ji sondajan de derdikeve kîmyasala pestîsîtê bi kar tînin û zeviyên xwe bi vê ava kîmyasalî av didin. Ev kîmyasal hem axê hem jî ava binerd ya paqij qirêj dike û ev av jî tev li Behra Wanê dibe. Li milê Mûtkî û Xîzanê jî daristan hemû dane şexsan û ev şex jî daran dibirin û difiroşin. Piratîka Besta ya Şirnexê niha li Mûtkî û Xîzanê rû dide û ev hişmendî ji heman navendê derdikeve. Civak bi ti awayî feydeyê ji van maden û birîna daran nabîne. Erdogan Oduk, da zanîn ku lewma divê gel xwedî li xwezaya xwe derbikeve.”
‘Tevî xwezaya Goşkariyan baweriya wan jî di hedefê de ye’
Oduk destnîşan kir ku heman pêkanîn li navçeya Gimgimê ya Mûşê jî heye û wiha pêde çû: “Li Gimgimê di sala 2011an de projeyeke HESê ku ji aliyê Şîrketa Ceyranê ya Çaglarê ve hatiye çêkirin, ketiye meriyetê. Li Newala Goşkarê ku 11 gundên Elewiyan lê ye, proje ket meriyetê û çemê wan zûha bû. Niha li Newala Goşkarê tenê Avasipî maye û li gorî Elewiyên herêma Goşkarê Avasipî ji aliyê olî ve gelek girîng e. Şaredariya Gimgimê ji bo çend taxên navçeyê, projeya avê daye destpêkirin û li gorî projeyê dê ava Avasipî bibin navçeyê. Avasipî ji bo Elewiyên Goşkarê gelek bi taybet e û niha jî li ser Avasipî sûnd dixin. Erdogan Oduk, diyar kir ku ew bixwe çûye herêma Goşkarê û da zanîn ku alternatîf hene ku şaredarî ji ciheke din avê bibe navçeyê. Baweriya şêniyên Goşkarê li ser Avasipî heye û ji bilî vê yekê tenê ev çavkanî di herêmê de maye. Heke ev çavkanî jî ji destê gundiyan de biçe, dê bibe sedem ku gundî koç bikin. Erdogan Oduk, anî ziman ku av ne tenê ji bo mirovan ji bo xwezayê jî, ji bo zindiyên din jî gelek girîng e û destnîşan kir ku ev av ji bo baweriyekê jî gelek taybet e.”
‘Talûkeya koçberiyê talûkeya herî mezin e’
Erdogan Oduk bal kişand ser bandora talana xwezayê ya li Kurdistanê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gundiyên herêma Goşkarê dibêjin ku ewilî Çemê Goşkarê çû, dixwazin Avasipî jî bibin û piştre jî ew dê biçin. Jiyan bê av nabe û pirsgirêka herî mezin jî ev e. Talûkeya koçberiyê talûkeya herî mezin e, lewma divê mirov xwedî lê derbikeve. Madena zêran jî dê bibe sedema koçberiyê û ev hemû polîtîkayên şerê taybet in. Koçberbûna gundiyan ya ber bi bajaran ve dê bibe sedema zêdebûna nufûsa bajêran jî û ev yek dê pirsgirêkan mezintir û kûrtir bike. Divê ji bo pêşîlêgirtina talana li Kurdistanê gel bê rêxistinkirin ku wî çaxî dengê gel jî bilindtir dibe. Ez bawer im ku ev pêvajoya nû ya çareseriyê dê ji bo van pirsgirêkan jî bibe bersiv.”