Serokê YNKê Bafil Celal Talabanî der barê bûyerên dawîn de peyamek weşand û girîngiya yekgirtinê destnîşan kir.
Bafil Celal Talabanî, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) der barê bûyer û pêşketinên dawî yên li herêmê de peyamek bi raya giştî re parve kir. Talabanî anî ziman ku ji bo parastina xelqê herêma Kurdistanê û Iraqê ew di nava têkiliyan de ne.
Talabanî di peyamê de wiha got: “Welatiyên hêja yên Herêma Kurdistanê; Careke din, em bi metirsiyek e mezin re rû bi rû ne. Wekî her car, ez piştrast im ku hûnê bihêz, berxwedêr û yekgirtî bimînin. Ji bo vê yekgirtin girîng û pêwîst e. Em bi hemû aliyên Iraqî û Kurdî re di têkiliyeke berdewam de ne, bi taybetî Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK), ku ji bo parastina xelqê Herêma Kurdistanê û Iraqê ji vê gefê hemû hewla xwe bidin.
Xwedayê mezin hemûyan biparêze.”













