Kurdolog, koreograf û mamosteya govendê ya Rûsî Tatîana Odîntsova bal kişand ser girîngiya govendê û got: “Govend lîstikeke teatral û mûzîkî ye û behsa dîrokekê dike.”
Govend yek ji hêmanên herî girîng a çandê e. Destpêka wê bi qasî dîroka civakbûna mirovan kûr e. Di nava xwe de liv û tevgerê, şanoyê, dîrokê, gotinê û kolektîvîzmê dihewîne. Her gel û netewê form û şîroveyek li gorî erdnîgarî û çanda xwe li govendê zêde kiriye. Lewma govend bi tena serê xwe wek şêwaz, liv û tevger, gotin, meqam, cil û ber derbarê herêma ku lê tê lîstin gelek daneyan dide. Yekem daneya ku li ser dîroka govendê jî kevirekê ku li ser govend tê gerandin e. Ev kevir 8.500 sal beriya zayînê li Newala Çorî hatiye dîtin.

‘Bi govendê bû Kurdolog’
Kurdolog, koreograf û mamosteya govendê ya Rûsyayî Tatîana Odîntsova a li bajarê Moskova ya Rûsyayê dijî, bi meraqa hînbûnê, meyla xwe da ser govendê. Dema berê vê mereqê li rastî, dîrok û kûrahiya cewhera govendê ket, pêwîst kir ku Tatîana Odînsova kurd û çanda kurdan nas bike. Pişt re li ser koreografiye sekinî. Li ser mijarên hûr bûye, gelek gotarên zanîstî nivîsand. Tatîana Odîntsova di deme de kurdî hîn bû, bû Endama Yekîtiya Kurdnasan û Tevgera Koreografên Rûsyayê. Niha bi awayeke zanîstî li navendên çandê yên li Rûsyayê govendê hînî zarok û mezinan dike. Govendên kurdî, bi amadekariya wê ve li Rûsyayê gelek dereceyên bilind bi dest xistin. Niha jî Rêvebertiya Koma Govendê ya Rûkenê dike. Tatîana Odîntsova têkildarî mijara govendê axivî.
‘Govend felsefe û cîhanbîniya Kurdan dihewîne’
Tatîana Odîntsova destnîşan kir ku govenda Kurdan bi qasî ziman xwedî wate û girîngiyê ye û têkildarî mijarê wiha got: “Ev rola govendê ya domdarkirina nirxên çandî, nivş bi nivş, heta îro hatiye, bi faktor û bûyerên dîrokî, xwe di nava civakê da bi cih dike. Ya yekemîn serdemên berê çavkaniyên nivîskî û xwandinê ne di asta îro da bû. Govendê dîroka sedsalan a Kurd û Kurdistanê îfade dikir û vê dîrokê berbelav dikir. Ya duyemîn govend hêmana herî girseyî ya çanda Kurdî ye ku xwebûn û nasnameya Kurdî dide pêş, ji normên exlaqî heta îdealên neteweyî di nav xwe da dihewîne. Di nav govendê da felsefe û cîhanbîniya kurdan dirdikeve hole.”
‘Diyaloga herî xurt a di navbera çandan de govend e’
Di dirêjiya axaftina xwe de Tatîana Odîntsova diyar kir ku li gel astengiyên mezin ên neteweyan, cudahiyên mezin ên ziman, çand û ferasetên govend bandoreke mezin li ser çanda rengîn a Rojhilat Navîn kiriye û got: “Şop û nîşanên govendê em di nava dansên Ermen, Azeriyan, Tirkan, Yewnanan û Ereban da dibînin. Bifikirin, carên pêşîn di pêwendiyên Kurd-Yewnanan de em di xebatên Ksenofon da dibinin. Her wiha di serdema Dewleta Eyyubiyan da çanda Kurdî bi awayeke xurt ket nava erdnîgariya Ereban û bi xwe ra gelek motîvên govendê li wan deran bi cih kirin. Dansên gelêrî yên Rûsan yên giloverkî dizivirin jî nêzîkî govendê ne. Ango gelek şêwe, form û hereketên govêndê dîyar e berbelavî nava çandên cuda bûne. Govend bi ya min çavkanîya herî xurt ya diyaloga navbera çandan e.”
‘Bi qasî were lîstin govend tê parastin’
Di nirxandinên xwe de Tatîana Odîntsova bi bîr xist ku govend ji gelek hêmanên pêk tû û têra xwe aloz e û wiha axivî: “Govend ji ziman, awaz, muzîk, helbest-gotin, koreograf, tevgerên ayînî, drama, sahneyên şanoyî pêk tê. Govend kêm hatiye lêkolînkirin û nehatiye sîstematîzekirin. Yên lêkolîn kirîne jî wek dansek-reqsek li ser sekini ne. Her wiha gelek agahiyên dîrokî yên ser govendê tune bûne, ev pirsgrêkeke cidî ye. Govend wekî nivîsê, şopên diyarkirî li pey xwe nahêle. Govend çend were lîstin, çend derbasî nifşeke nû bibe û çend di bîra mirovan da bimîne emre wê ewqas e. Heke neye leystin û derbasî nifşeke nû nebe, winda dibe. Roja me ya îro mixabin pergaleke bingehîn a ku gelek cureyên govendê ji windabûnê, ji berovajîkirin û tehrîbkirinê biparêze nîne. Halê hazir hebûna govendê tenê girêdayî gel e û di nava jiyana rojane da tê parastin û ev jî rewşa govendê lewaz dike û ev jî ji bo govendê xeter e. Tenê bi vi awayî govend nikare xwe li ser piya bigire ji ber ku her nifşê diçe, bi xwe re parçeyek ji çandê jî dibe. Divê rêbazên parastinê bên sazkirin.”
‘Govend xwedî esalet, çîrok û dîrok e’
Tatîana Odîntsova bal kişand texrîbatên li ser govendê tên avakirin û wiha pêde çû: “Tunebûna lêkolînên zanistî yên li ser govendê, derbarê govendê de fikr û ramanên cuda ava dike. Bi taybetî gava govendê ji bo pêşandanê derdixin ser dikê ‘koreograf’ reseniya govendê, şikl û formên govendê diguherin, cil û bergên herêmê yên rast nadin ber çav, stran û mûzîkên li gor govendê nayên hilbijartin. Her govend xwedî mijara xwe ya resen e û xwe dispêre bûyerên rast yên dîrokî. Nêzîkatiya bo govendê, bêyî zanîna dîrok û çîroka wê, rastîya wê berovajî dike. Govend ne tenê hereket û xwe hejandin û hilavêtin e. Koreograf gelek caran bi tevlikirina performans û motîvên Ewropî yan jî sehneyên, di bin navê ‘halay’ da ji reseniyê û karaktera kurdîbûnê dûr dikevin. Gelo dema pîr û kalên li ser mîr û mîrektiyan, kelehan û qehremanan govend digerandin, na wekî niha dilîstin? Di govenda wan da esaletek hebû, çîrok û dîrok hebû. Niha ya girîng ev e. Ji bo balkêşî û nasnameya govendê biparêzin, divê bingehên avakirina mektebên govendê bên danîn, û ev mekteb-fêrgeh divê xwebûn û nasnameya kurdî a govendan derbixe pêş.”

‘Govend yekemîn prototîpa hunera teatral a Rojhilata Navîn e’
Derbarê destpêk û dîroka govendê de jî Tatîana Odîntsova wiha lê zêde kir: “Ev mijar cihê nîqaşan e. Ji ber di govendê de nîşaneyên kevnar û arkaik hene. Her neteweyekê li ser govendên xwe hereket û remzên dîrokî dihewînin. Lê govend lîstikeke teatral û mûzîkî ye û behsa dîrokekê dike. Di nava govendê da hunera civakekê ya berhevkirî û kevnar tomarkirî ye. Em dikarîn govendê bi teatra-şanoya Yewnanan a kevnar weke mînak hevrû bikin. Her cureyekî govendê ne tenê serdemên dîrokî nîşan dide. (Wek ji şerên Çaldiranê heta sedsala 19emîn) Her wiha dîroka mîrektî û eşîrên Kurdan nîşan dide û li gor herêmê û bûyerê li deverên cuda peyda bûye. Mirov nikare bêje vaye govend li filan herêma Mezopotamyayê peyda bû û wek ayînek olî yan jî bi awayeke din berbelavî deverên din bû. Ev rast nîn e. Di govendê da rêgezeke tevlihev û zehmet heye. Koregrafî û lîstina wê girêdayî mûzîk û gotinên diyar e û mijara xwe heye lewma nikarî hema ber xwe ve bilîzî. Gav liv û tevgerên govendê ji ber xwe ve nayê lîstin, ew bi pergaleke tomarkirî û bûye bîr derbasî nifşê nû dibe. Wek sehneyên baleyê. Beriya sedsalan sehnaya wan çawa dihat nîşandan niha jî bi heman şiklî tê domandin. Ji ber ku ew behsa dîrokekê dike û her hereket wê çîrokê vedibêje. Nabe li gor xwe keyfa xwe bala xwe bidiyê û biguherînî! Em dîsa li vê derê di govendê da mînakên teatrê dibînin, ango hunera bilind. Govend girêdayî stranên dîrokî peyda bû, û stran jî girêdayî bûyerên herêmê, girêdayî serpêhatîyên mîrektî û eşîrên kurdî peyda dibûn. Wek mînak, govenda Elo Dîno. Ev govend piyeseke ser motîvên bîyografîya kesayeteke dîrokî yê, gelêrî ye. Hem bi dîroka xwe ve hem jî bi awaz, gotin û govenda xwe ve teatreke berhevkirî ye. Bi ya min govend yekemîn prototîpa hunera teatral ya Rojhilata Navîn e.”
‘Govend xwebûn û nasname ye’
Tatîana Odîntsova di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku govend fikr û nirxên civakê bi hev re girê dide, bîra kolektîf û pêşeroja wan digihijîne hev û got: “Di demên çalakî û bûyeran de gerandina govendê, derxistina pêş a nasnameya xwe ye, weke ayîneke olî, pêvajoyeke pîroz a nasnameyî ye, derbirîna hest û xwebûna xwe ye. Ez behsa gerandina govendê ya di nava gel de dikim, ne ya li ser dikê. Govendên ser sehneyê/dikê xebateke afirnadinê ye ku tê de hem şîrove heye hem jî bi armanca nîşandana kompozîsyoneke çêkirî ye. Heta tê ser dikê tê guhartin.”













