Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li taxa Benî Zêdê ya Helebê topbaranê pêkî û di êrişê de 2 kes birîndar bûn.
Êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd bênavber didomin. Çeteyên (Emşat, Hemzat, Nûredîn Zenkî û Sulan Murad) ên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ji şevê din ve taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd topbaran dikin.
Di topbarana çeteyan a vê şeveqê de li taxa Benî Zêdê 2 welatî birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndaran rakir nexweşxaneyê.













