DFGê û Cigirê Hevserokên DEM Partiyê yê Berpirsê Çapemenî û Propagandayê Tayip Temel li ser hesabê xwe yên Xê bertek nişanî binçavkirina nûçegihanê me Nedîm Oruç da.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle û Firate (DFG) û Cigirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayîp Temel, li ser hesabên xwe yên Xê bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanê me Nedîm Oruç ku dema li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiya ciwanan a li dijî êrişan dişopand bi lêdanê hat binçavkirin da.
DFGê binçavkirina rojnameger Nedîm Orûç şermezar kir û xwest demildest bê berdan.
Tayip Temel jî di parvekirina xwe de bi lêv kir ku Nedîm Oruç bi lêdanê bi awayekî hovane hatiye binçavkirin û got: “Ev êriş ne tenê li dijî Nedîm Oruç e, ev êriş li dijî azadiya rojnamegeriyê, li dijî rastiyê û li dijî dengê gel e. Hûn nikarin dengê heqîqetê bibirin!”
Her wiha gelek rojnameger, siyasetmedar û welatiyan jî li ser Xê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Nedîm Oruç da.













