• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di nava rageşiya heyî de Wezîrê Fransayê çû serdana Şamê

    Di nava rageşiya heyî de Wezîrê Fransayê çû serdana Şamê

    Nêrgiz Mihemedî li dijî zextan ket greva birçîbûnê

    Nêrgiz Mihemedî li dijî zextan ket greva birçîbûnê

    Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

    Têkildarî êrişên li dijî ESPê daxuyanî dan: Em ê êrişên rejîma qesrê pûç bikin

    Hesabên MAyê cardin hatin girtin

    Hesabên MAyê cardin hatin girtin

    Jin bi kargehan feraseta ekolojîk û xebata kolektîf pêş dixin

    Jin bi kargehan feraseta ekolojîk û xebata kolektîf pêş dixin

    Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

    Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

5 SIBAT 2026 - 14:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Têkildarî êrişên li dijî ESPê û saziyên sivîl li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku çawa ku berê êrişên rejîma qesrê pûç kirin dê îro jî pûç bikin û diyar kirin ku dê têkoşîn berdewam bike.

Di 3ê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyonekê siyasî pêk hat. Polisan 22 bajaran bi ser gelek malan de girt Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Murat Çepnî, nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA), endamên Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê jî di nav de 95 kes binçavkiribûn. 55 kesên binçavkirî îro sewqî Edliyeya Stenbolê hatibûn kirin. Li ser vê yekê ESPê îro bang kir û her kes vexwend ber deriyê Edliyeya Stenbolê. Parlamenterên DEM Partiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes li ber edliyeyê kom bûn û li vir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Hevî em in, li vir in, li ser pêyan e” hat vekirin û dirûşmeya “Bijî piştgiriya şoreşgerî” hat berzkirin.

‘Komplo dê pûç bibe em ê serbikevin’

Di daxuyaniyê de ewilî endamê ESPê Sonat Çîçek axivî. Sonat Çîçek diyar kir ku ESP ji damezrandina xwe ve li gel jin, ciwan û gelê Kurd sekiniye û got: “Em wekî ESPê ne biyaniyê êrişan in. Hevserokê me Mûrat Çepnî û gelek hevalên me hatin binçavkirin. Êriş ji bo şikandina hêviyê pêk tên. Me çawa ku berê êrişên rejîma qesrê bin pê kir, em ê îro jî bin pê bikin. ESP li cem gelê Kurd e. Em ê ji niha şunde jî li cem gelê Kurd bisekinin. Komplo dê pûç bibe. Em ê serbikevin.”

‘Faşîzm nikarê me têk bibe’

Paşê jî parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû axivî û destnîşan kir ku AKP kesên li dijî xwe qebûl nake û got: “Lê em dibêjin faşîzm nikarê me têk bibe. Em ê bi gotina ‘Bijî şoreş’ di nava têkoşînê de bin.”

‘Heta dawiyê dê têkoşîna me berdewam bike’

Di dawiyê de jî Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Arîfe Çinar anî ziman ku berî çend rojan bi hincetên derew hevalên wan hatine binçavkirin û ev tişt anî ziman: “Têkoşîna me têkoşîna rûmetê ye. Îro li ser Rojava êriş hene. Em jî li cem gelê Rojava disekinin û heta dawiyê jî em ê li cem wan bin. Heta dawiyê dê têkoşîna me berdewam bike.”

Pişti axaftinan daxuyanî bi dawî bû.

Etîket: Arîfe ÇinarBinçavkirina ESPiyanÇîçek OtludaxuyanîEdliyeya StenbolêSonat Çîçek
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

Bertek nîşanî binçavkirina ESPiyan dan: Divê binçavkirî bilez bên berdan

5 SIBAT 2026
55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

5 SIBAT 2026
Karawana Şaran resaye Pirsûs

HDK: Yekitî û têkoşîna me dê êrişan têk bibe

4 SIBAT 2026
Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon demildest rapora xwe parve bike

Tulay Hatîmogûllari: Divê komîsyon demildest rapora xwe parve bike

3 SIBAT 2026
‘Divê bêhiqûqî bi dawî bibe û tevahî binçavkirî bên berdan’

‘Divê bêhiqûqî bi dawî bibe û tevahî binçavkirî bên berdan’

3 SIBAT 2026
‘Kuştina jinan ji ber xemsariya dewletê zêde dibe’

‘Kuştina jinan ji ber xemsariya dewletê zêde dibe’

2 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (202)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne