• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tekîn: Xwedîderketina Rojava xwedîderketina nirxên gelê Kurd e

Bilal Guldem / AW

28 KANÛN 2024 - 08:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Mêrdîn – Hevserokê DEM Partiya Sêrtê Eşref Tekîn diyar kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li nirxên gelê Kurd e û got: “Ji bo çareseriya alozî û krîzan divê demildest bi birêz Abdullah Ocalan û Rêveberiya Xweser re muzakere bên destpêkirin.”

Li ser Rojavayê Kurdistanê metirsiya êriş û komkujiyên ji hêla komên çekdar ve bên kirin, berdewam dike. Li dijî êriş û têkbirina destkeftiyên Rojava li ser sînorê Nisêbînê û Qamişlo û li ser sînorê Pirsûs û Kobanê nobetên xwedîderketinê berdewam dikin. Nobeta li Nisêbînê di roja 16emîn de berdewam dike û nobeta li Pirsûsê jî di roja 6emîn de didome.

Her roj rêveberên partiyên DBPê û DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl û xelk ji hin navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê diçe serdana çalakiyê ango nobetên li ser sînor. Rêxistinên DBPê û DEM Partiyê yên bajarê Sêrtê jî 26ê mehê li Nisêbînê piştevaniya çalakiyê kirin û peyama piştevaniya bi Rojava re dan.

Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn ku di nav şandeyê de serdana çalakiyê kir, têkildarî geşedanên li Rojava û nobetê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Divê statuya Rojava were pejirandin’

Eşref Tekîn diyar kir ku bi taybetî dema ew li rewşa Rojava dinêrin, destkeftiyên gelê Kurd ji aliyê pergalên hegemonîk ve nayên pejirandin û wiha got: “Lê belê di van deh salên bihurî de gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe, bi ked û xwîna xwe ev destkeftî bi dest xistin. Mineta wan bi kesî tune ye. Em niha ji bo êrişên li ser Rojava li sînorê Qamişlo û Nisêbînê ne, em dibêjin tu ferqa Qamişlo û Nisêbînê, tu ferqa Kobanê û Sêrtê, tu ferqa Dêrikê û Batmanê ji hev nîn e. Em bi vî rengî lê dinêrin. Ya rastî em dişopînin, dewletên cihanê piranî dibêjin mafê gelê Kurd e ku bi destkeftiyên xwe li ser axa xwe bijîn lê dixwazin pergaleke li gorî xwe ava bikin. Teklîfên cuda cuda ji gelê me yê Rojava re tên kirin. Lê min berê jî got, mineta gelê me bi kesî nîn e, bi têkoşîna xwe, bi hêza xwe hatiye van rojan. Mafê gelê me ye ku bi zimanê xwe, bi çanda xwe li ser axa xwe bi awayekî azad bijî. Daxwaza gelê me yê Rojava jî ev e. Vêya ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû gelên din ên li Rojava dijîn jî dixwaze. Ev daxwazeke pir di cih de ye û rewa ye. Em dibêjin pêwîste di serî de rêvebariya nû ya Şamê û hemû dewletên cihanê vê daxwaza gelê Kurd qebûl bikin. Statuya gelê Kurd li Rojava wê were qebûlkirin. Ji bilî vê jî tu rê nîn e.”

‘Em xebatên yekitiya li Rojava bi nirx dibînin’

Eşref Tekîn da zanîn ku gelê Kurd daxwaza mîsogeriya statuya xwe dike û got: “Hemû hêzên îro ku êrişî Rojava dikin jî statuya gelê Kurd qebûl nakin. Ji ber vê em encax bi tifaq û yekitiyê, bi xurtkirina hêza xwe dikarin li dijî van êrişan bisekinin. Em van hewldan û xebatên partî û saziyên Rojava yên ji bo yekitiyê bi nirx dibînin. Em hêvî dikin rojek berî rojekê ev tifaq û yekitî xurttir bibe. Pêwist e heyeteke hevpar ku ji hemû partî û saziyên Kurdistanî biçe Şamê, ev daxwazeke di cih de ye, lazime demildest ev heyet bê avakirin. Hevdîtin û muzakere bi rêveberiya nû ya Şamê re werin kirin û di pergala nû ya Suriyê de gelê Kurd jî were naskirin. Çand, ziman û satatuya wî were qebûlkirin û bi statuya xwe bijî. HSD û Rêveberiya Xweser her tim ji dîyalogê, muzakereyê re amade ne. Ev jî tiştekî bi nirx e.”

‘Tirkiyeyê guhê ji bangawaziya Rojava re girtî ye’

Eşref Tekîn anî ziman ku şandeya dewleta Tirk çû Şamê bi rêveberiya nû re hevdîtin kir û wiha domand: “Lê bi salan e dewleta Tirk guhê xwe ji bangewaziya bi milyonan gelê Kurd û Rêveberiya Xweser re girtiye. Ev nêzikatiya şaş e, em dibêjin çawa ku Koalîsyona Navneteweyî bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan dike lazim e dewleta Tirk jî bi Rêveberiya Xweser re hevdîtinan bike, diyalog û muzakereyê esas bigire. Ya din jî heke em behsa aşitî û aramiyê bikin em nikarin Tirkiyeyê, Bakur û Rojava ji hev cuda bigirin dest. Li vir aştî û aramî çêbibe li wir çênebe tu wateya xwe nîn e. Yan jî li Rojava çêbibe li vir çênebe dîsa zêde wateya xwe nîn e.”

‘Divê demildest bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin’

Eşref Tekîn destnîşan kir ku ji ber krîz û aloziyên li Tirkiyeyê û Sûriyeyê ew dibêjin lazim e demildest di serî de bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, bi DEM Partiyê re, bi îradeya gelê Kurd ya Rojava re pêvajoyake muzakereyê bê destpêkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Heke muzakere pêk werin, dê ev pêvajo bi çareseriyeke mayînde bi encam bibe. Em vê banga xwe dubare dikin. Lê belê dema em li gotin û kirinên dewleta Tirk, hukumeta AKP-MHPê dinêrin em ji dil nabînin. Bangewazî hene em van binirx dibînin, lê di qadê de em encamên vê nabînin. Lê em dibêjin gelê Kurd gelekî xwedî dîrokeke qedîm e, xwedî çand û ziman e, lazim e hemû dewlet vê rastiyê bibînin û qebûl bikin. Di serî de jî dewleta Tirk vêya qebûl bike. Ji bo aştî, demokrasî û aramiyê ev yek ferz e. Lazim e di nav gelan de aştî pêk were, daxwaza me ev e.”

Etîket: Abdullah OcalanEşref TekînNisêbînQamişloRojavaŞamSûriyeTirkiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

31 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

31 ADAR 2026
Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

Peyama Abdullah Ocalan dê sibê bê parvekirin

30 ADAR 2026
Almanya û Sûriye ji bo vegera penaberan hevkariyê dikin

Almanya û Sûriye ji bo vegera penaberan hevkariyê dikin

30 ADAR 2026
MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

MED TUHAD-FED: Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne