Partiyên siyasî, encamnameya komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” aşkere kirin û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê bi daxwazên herêmî û hêzên têkoşîna herêmî re berfireh bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Kedê (EMEP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Civaka Azad (TOP) li Enqereyê Komxebata “Em ji bo demokrasî û aştiyê tên ba hev û derfetên têkoşînê diaxivin” ku 2 rojan berdewam kir aşkere kir. Komxebata li Odeya Endezyarên Makîneyê pêkhat. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl amade bûn. Komxebat piştî 2 rojan bi aşkerakirina encamnameyê bi dawî bû.
Encamnameya komxebatê wiha ye:
“Sepênên bêqanûnî ya desthilata siyasî, nebicîhanîna biryarên Dadgeha Destûrî û DMMEyê, û kontrola wê ya fiîlî li ser dadweriyê bi tevahî hesta edaletê têk dibe. Desteserkirina şaredariyên ku hikûmetê bi tayînkirina qeyûman bi rêya hilbijartinan nekarî bi dest bixe, desteserkirina îradeya gel e. Ev sepan bi desteserkirina şeredariyên HDP/DEM Partî destpêkir. Bi desteserkirina rêveberiyên herêmî yên ku ji hêla CHP ve hatine bidestxistin berdewam kir. Tayînkirina qeyûman demokrasiya herêmî têk dibe û baweriya civakê kêm dike. Desthilat polîtîkayên ku mafên civakî desteser dikin û xweza, ked û gel hedef digirin, didomîne. Cewhera otorîter û faşîst a vê pergalê, ku li ser wêrankirina ekolojîk, bêmilkkirina cotkar û karkeran, û hevkariya bi sermayeyê re ye, roj bi roj xurttir dibe. Polîtîkayên budçeyê şert û mercên jiyana karker, cotkarên hilberîner, teqawîdban, jin, ciwan, xwediyên karsaziyên piçûk û feqîran girantir dike.
Em dizanin ku têkoşîna ji bo nan û edaletê ji têkoşîna ji bo aştiyê nayê veqetandin. Eşkere ye ku têkoşîna ji bo ked, edalet, azadî, demokrasî û aştiyê nayê veqetandin. Desthilat ji bo mafên siyasî û berdana girtiyên siyasî, bikaranîna mafê zimanê zikmakî tu gav neavetiyê. Ew yek jî nişan dide ku desthilat vê pêvajoyê ne bi demokrasiyê bi bêdemokrasiyê dixwazê aştiye pêkbînê. Em dizanin ku aştiyeke rasteqîn, pêkhatina hiqûq û edaletê bi têkoşîna hevpar a demokrasiyê pêkan e. Wekî hêzên ked, demokrasî û aştiyê, berpirsiyariya me ya dîrokî ye ku em îro bi hev re vê rêyê ava bikin û mafên demokratîk û azadiyên siyasî bi dest bixin.
Bi haydarbûna ji polîtîkayên ku ji hêla hikûmetê ve bi armanca hemû muxalefetê bi tevahî belav bikin û bitepisîne em ê têkoşîna ji bo mafên aborî, demokratîk û azadiyên siyasî berfireh bikin. Li dijî polîtîkayên şer ên hêzên emperyalîst li herêmê, bêrêziya wan a li hember mafê xwerêveberiyê ya gel, em ê rêya aştiyê ya li ser bingeha biratiya gelan, wekhevî, azadî û demokrasiyê li herêmê û welêt xurt bikin.
Têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê ne tenê li bendêbûna hikûmetê, lê tenê bi rêya diyarkirina xweseriya gel û têkoşîna yekgirtî dikare were bidestxistin. Ji ber vê yekê, em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê bi daxwazên herêmî û hêzên têkoşîna herêmî re berfireh bikin. Çareseriyek aştiyane ya pirsgirêka Kurd li ser bingeha mafên wekhev beşek yekgirtî ya vê têkoşînê ye.Bi vê baweriyê, em bang li hemû beşên civakî û siyasî dikin ku vê berpirsiyariyê hîs dikin ku îmkanên têkoşîna hevpar ji bo aştî, demokrasî û azadiyê xurt bikin û berfireh bikin.













