Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel bertek nîşanî sansurkirina wêneyê Rêberê Geê Kurd Abdullah Ocalan da û got, “Ev kirin li dijî yekitiya neteweyî ya gelê Kurdistanê ye. @AVAMediaTV divê demildest lêborînê ji gelê kurd bixwaze.”
AVA TV a ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê weşanê dike, serî li rêbazek sosret da û di wêne de rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansur kir ango mozaîk kir. Bertekên li hemberî AVA TV zêde dibin.
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşan da û got, “Ev bûyer di dîroka çapemeniya kurdî de şermizarî û rûreşiyek mezin e. Heke neyerên gelê kurd hemû bên gel hev rezîliyek wiha mezin nedikirin… Ey kirin li dijî yekitiya neteweyî ya gelê Kurdistanê ye. @AVAMediaTV divê demildest lêborînê ji gelê kurd bixwaze.”














