Amed – Serokê TOD-DERÊ Mûrat Kan bal kişand ser biryara Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişînê û wiha got: “Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê mijarê de berpirsyartiya dikeve ser milê wê pêk anî û gavên cidî avêtin. Divê dewlet jî berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
PKKê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de kir, di 1ê Adarê de agirbest îlan kir. PKKê piştre di 5-7ê Gulanê de kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û biryara xwefesixkirinê da. Di 11ê Tîrmehê de jî li Şikefta Casenê ya li nêzî bajarê Silêmaniyê jî merasîma şewitandina çekan li dar xist. Tevgera Azadiyê ya Kurd, herî dawî jî di 26’ê Cotmehê de li Qendîlê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gaveke dîrokî avêt. Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd, ragihand ku di çarçoveya biryarên Kongreya 12emîn a PKKê û bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi vekişandina gerîlayên HPGê û YJA Starê ji bakurê Kurdistanê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve kirine.
Serokê Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê (TOD-DER) Mûrat Kan derbarê biryara Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd a vekişînê pêvajoya heyî û gavneavêtina dewletê de ji ajansa me re axivî.
Mûrat Kan diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Bêguman ev pêvajo hem ji aliyê qada navnetewî, hem ji aliyê Rojhilata Navîn û hem jî ji aliyê Tirkiyeyê ve pêvajoyeke girîng e. Tevgera Azadiya Kurd hem gaveke stratejîk hem jî gaveke dîrokî avêt. Ji bo avakirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a di vê pêvajoyê de û ji bo vekirina pêşiya siyaseta demokratîk girîng bû. Bêguman ev gav dikare weke gaveke stratejik a ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê jî were nirxandin.”
‘Divê komîsyon birêz Abdullah Ocalan muxatab bigire’
Mûrat Kan anî ziman ku pêvajoya heyî pêvajoyeke ku pêşeroja gelên Tirkiyeyê were avakirine û wiha domand: “Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo ku vê stratejiyê texe meriyetê bi nêzîkatiyeke ku guherîn û veguherînê di xwe de dihewîne gavên girîng û stratejik avêtin. Bêguman ev pêvajoyên wiha bi gavavêtina aliyekê bi pêş ve naçin. Ji bo berdewamiya pêvajoyê divê dewleta Tirk jî gavên cidî biavêje û pêvajoya bi awayekî rast binirxîne. Avakirina komîsyonê gaveke girîng bû û hevdîtinên wê yên bi saziyên sivîl ên civakî re biwate bûn. Lê kesê ku vê pêvajoyê bi rê ve bibe Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ji ber vê yekê divê komîsyon di vê pêvajoyê de Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan mûxatab bigire û pê re hevdîtinê bike. Dû re nêrînên wî bi raya giştî re parve bike. Ev yek girîng e. Gavavêtineke bi vî rengî hem dê pêşiyê li pêvajoyê veke hem jî tê fikarên têkildarî pêvajoyê ji holê rake. Mînak hevdîtina ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re nake, rê li ber vedike ku gelê Kurd ji vê pêvajoyê bawer neke.”
‘Avakirina aştiyê di çareserkirina pirsgirêkên civakî re derbas dibe’
Mûrat Kan da zanîn ku ji bo weke komele tevkariyê li pêvajoyê bikin gelek xebatan dimeşînin û wiha pê de çû: “Berdewama pêvajoya aştiyê û avakirina aştiyê di çareserkirina pirsgirêkên civakî re derbas dibe. Ji bo pêvajoyên wiha xebatên pir alî hewce dikin. Ji ber ku ne pêvajoyên ku tenê siyaset bi rê ve bibine. Ji bo ku civak daxilî pêvajoyê bê kirin û baweriyê di civakê de bidin avakirin divê têkiliyên bi gel re bên xurtkirin. Ji bo ku kom, bawerî û fikrên cuda tev li pêvajoyê bên kirin di bingeheke azad û wekhev de bihevrebûnekê ava bikin xebatan dimeşînin.”
‘Divê dewlet jî berpirsyartiya xwe bi cih bîne’
Mûrat Kan bi lêv kir ku gavên yek alî dibe ku biencam nebin û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê ji bo ku gelên Tirkiyeyê bi temamî piştevaniya vê pêvajoyê bike divê her du alî bi hev re gavan biavêjin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê mijarê de berpirsyartiya dikeve ser milê wê pêk anî û gavên cidî avêtin. Ji ber vê yekê divê dewlet jî berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”
‘Divê mafê hêviyê yê birêz Ocalan û hemû girtiyan bê nasîn’
Mûrat Kan ê ji bo dewlet berpirsyartiya xwe bi cih bîne pirsa “Divê çi bê kirin?” pirsî, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Beriya her tiştî divê mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyan bê naskirin. Divê bingeheke hiqûqî û siyasî ji Birêz Abdullah Ocalan re were avakirin ku bikare vê pêvajoyê bimeşîne. Her wiha divê şert û mercên ku birêz Abdullah Ocalan bikare bi hemû beşên civakê re hevdîtinê bike bên avakirin. Heke ev yek bên kirin dê di gel de baweriyek çêbibe. Ya ku vê baweriyê bide avakirin jî dewlet bi xwe ye. Dikare têkildarî vê yekê de qanûnên cidî çêbike. Dikarin vê mijarê bînin rojeva Meclisê û nîqaş bikin. Û li ser vê yekê xwişk û biratiyeke nû ya Kurd û Tirkan dikare bê avakirin. Bi avakirina stratejiyeke hevpar pêvajo dikare were meşandin.”
			












