Amed – MED TUHAD-FEDê tekildarî kesên ku piştî pîrozbahiyên Newrozê hatin binçavkirin û girtin li avahiyê xwe daxuyanî da û got: “Ev nêzîkatiyên dawî nîşan dide ku dixwazin pêvajoyê xera bikin.”
Piştî Newrozê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hincetên “rakirina pankartan” û li xwe kirina cil û bergan” 113 kes hatin binçavkirin û 24 kes jî hatin girtin. MED TUHAD-FEDê li avahiyê xwe yê Amedê derbarê binçavkirin û girtinên piştî pîrozbahiyên Cejna Newrozê hatin kirin daxuyanî da. Di Daxuyaniyê de hevserokên MED TUHAD-FEDê Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn axivîn
‘Tenê di gotinê de nermbuyînek heye’

Kerem Canpolat anî ziman ku herçiqas di vê pêvajoyê de di warê gotinê de nermbûnek hebe jî, di pratîkê de em rastî xuya nake û wiha axivî : “Wek mînak, rewşa girtîgehan li ber çavan e. Mixabin ji girtîgehan tabûtên ciwanên Kurdan derdikevin û binpêkirina mafan berdewam dike. Em dixwazin bang li raya giştî bikin ku di derbarê vê pêvajoyê de baldar bin. Em hêvî dikin ku ev pêvajo pêş bikeve û asê nebe. Lê dewlet çiqas di gotinê de nermbûnê nîşan bide jî, nêzîkatiyên dawî nîşan didin ku hin derdorên li derveyî qanûnan (norm) dixwazin pêvajoyê xera bikin.”
‘Pêvajo şansê dîrokî û dawî ye’
Di berdewama axaftina xwe de Kerem Canpolat da zanîn ku Newroz bi coşa biharê tê pîrozkirin û her kes bi reng, deng û dirûşmên xwe tevlî dibe û wiha pê de çû: “Lê belê, helwesta hêzên ewlehiyê ya li hemberî van daxwazan ne maqûl in û ev yek ji bo pêşerojê fikaran çêdike. Ji bo ku ev pêvajo xera nebe û daxwaza çareseriyê pêş bikeve, em daxwaz dikin ku raya giştî nerazîbûna xwe li hemberî van nêzîkatiyan nîşan bide û xwedî li pêvajoyê derkeve. Em dubare dikin ku ev pêvajo ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û hemû gelên Rojhilata Navîn şansekî dîrokî û dawî ye. Gava em li şer, qeyran û komkujiyên li Rojhilata Navîn dinêrin, daxwaza me ew e ku em gel û erdnîgariya xwe ji vî şerî biparêzin; ev yek jî tenê bi serketina vê pêvajoya demokratîk pêkan e. Em bang li tevahiya raya giştî, aktorên siyasî yên Tirkiyeyê û hemû aliyên ku aştî, demokrasî û mafên mirovan diparêzin dikin; di vê qonaxê de li cem gelê Kurd bisekinin û piştgiriyê bidin pêşveçûna pêvajoyê. Em vê banga hevgirtinê li hemû civaka Tirkiye û Kurdistanê dikin.”
‘Cejna Newrozê tê krîmînalîze kirin’

Pinar Sakik Tekîn jî di axaftina xwe de destnîşan kir ku gel li qadên Newrozê dengê aştî û hêviyê bilind kir û wiha got: “Di hawîrdoreke bêpevçûn de aştî pêkan e. Bi mudaxeleyên li dijî ciwan û zarokan xwestin atmosfereke tirsê biafirînin û çavtirsandinekê pêk tîne. Li gelek bajaran; di nav de Mêrdîn, Riha, Îzmîr, Sêrt, Stenbol, Amed û Antalya jî hene, binçavkirin û girtin pêk hatin. Bi giştî 113 kes hatin destgîrkirin û 24 kes hatin girtin; di nav van 24 kesên hatine girtin de 3 jê zarok û 2 jê jin. Xwestin ji civakê re bibêjin “dev ji hêviyê berdin”, ango xwestin astengiyekê deynin pêşiya pêvajoyê. Ji ber vê yekê, ew hewl didin cejna Newrozê ku nîşaneya vejîna civakî û kevneşopî ye, krîmînalîze bikin.”
Kesên binçavkirî divê demildest werin berdan
Di dawiya axaftina xwe de Pinar Sakik Tekin ew wek federasyon û sazî diyar dikin ku ew li li benda vebûna deriyên girtîgehan, azadbûna mirovan û geşbûna hêviyê ne û wiha derbirî: “Ev mudaxele bi tu awayî nayên qebûlkirin. Em dikarin bi eşkereyî bibêjin ku xwestina azadiyê ne sûc e, xwestina aştiyê ne sûc e û daxwaza hêviyê ne sûc e. Ji ber vê yekê, li vir bangeke me hem ji bo raya giştî hem jî ji bo rayedaran heye. Banga me ya ji bo raya giştî ev e: Ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê, pêwîst e em aştî û hêviyê geş bikin û hevgirtinê xurtir bikin. Em li vir bang li rayedaran jî dikin: heke bi rastî pêvajoyek hebe û di cejna Newrozê de, ya ku bi agirên têne pêxistin hêviyê geş dike, mudaxeleyên wiha pêk bên, ev pêkanîn bi rastî ruhê pêvajoyê ber bi paş ve dikişîne û ev yek ne pergal an jî pêkhateyeke hiqûqî ye. Ji ber vê sedemê, divê kesên hatine binçavkirin demildest serbest bên berdan û girtin bi dawî bibin. Em wekî federasyon li vir radigihînin ku em ê hêviyê mezin bikin û xebatên xwe berdewam bikin. Bi tevahiya komele û nûnertiyên xwe yên girêdayî me ve, em ê tu carî dev ji ragihandina vê yekê ji bo raya giştî û nîşandana vê bertekê bernedin û em ê bi daxuyaniyên çapemeniyê helwesta xwe bidomînin.”














