Li ser navê Tifaqa Partiyên Kurdistanî Seroka Partiya Azadî Ayetûllah Aştî axivî û got: “Heta ku yekrêziya me ava nebe, azadî pêk nayê. Bes e miletê Kurd îstîsmar bikin.”
Li ser navê Tifaqa Partiyên Kurdistanê Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî derket ser dikê û axivî. Aştî di destpêka axaftina xwe de Newroza hemû gelê Kurd pîroz kir û ji quranê çend ayet xwendin. Ayetullah Aştî bal kişand qedexekirina nasname û çanda gelê Kurd û wiha got: “Divê em hevaltiya zaliman nekin. Ji bo ku nasnameya gelê Kurd nayê qebûl kirin. Serdema cahiliyeyê jî nasnameya koleyan hebû. Statuya koleyan jî ji Kurdan re tune ye. Heke ev tagût be çi ye. Ez dixwazim sê peyaman bidim cihanî. Heta ku yekrêziyeke me ava nebe azadî xerab e. Ji civaka îslamî re ew dînê ku edalet tê de nebe ne dînê xuda ye. Ew dînê ku mafê Kurdan nebe ne dînê Xweda ye. Bes miletê Kurd îstîsmar bikin û bixapînin. Dest ji vê yekê berdin. Mafên gelê Kurd jî weke hemû miletên din rewa ye. Newroz pîroz be.”
Piştre agirê Newrozê li qadê hate pêxistin û dû re stranbêjê ji Başûrê Kurdistanê Alend Hazim derket ser dikê û gel li ber stranan coşand.













