Tirkiyê 2 deriyên sînor ên bi Rojavayê Kurdistanê re ji hatinûçûyînê re bi tevahî girtin.
Di demek geşedanên girîng li Sûriyê çê dibin de Tirkiyê biryarek balkêş da. Hate zanîn ku Wezareta Bazirganiyê ya Tirk, Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê ku dikeve herêma Efrînê bi tevahî ji hatinûçûyînê re girt. Di nivîsa ku ji saziyên dewletê re bi sernava, ‘lezgîn’ hatiye şandin de wiha tê gotin: “Li gorî nivîsa bi dîroka 11.02.2026an ku ji Şêwirmendiya Aborî ya Sefareta Şamê hatiye girtin û nivîsên ji Saziya Giştî ya Kûrik û Deriyên Sînor a Komara Sûriyê hatine girtin ji ber lêçîyînên aborî û hebûna deriyên alternatîf biryara girtina Deriyê Sînor ê Serêkaniyê û Deriyê Sînor ê Hemamê bên girtin. Dê di dawiya sibatê de hatinû çûyîna deriyan bê rawestandin û derî bi temamî bên girtin.”
Derî ji bo alîkariya çeteyan hatin bikaranîn
Deriyên hatine girtin demek dirêj bi awayek defakto ji hêla Tirkiyeyê ve bi armanca piştgiriya çeteyên DAIŞ û SMOyê hatin bikaranîn. Ji ber ku li aliyek derî Tirkiye û li aliyê din jî çeteyên girêdayî hebûn demek dirêj ev derî ji bo gelek karên neqanînî hatin bikaranîn. Ji makîneyên pîşesaziyê yên Sûriyê bigire heta sotemeniyê, veguhastina çeteyên tundiraw, çek û cebilxane ev derî hatin bikaranîn.













