Balafirên şer ên dewleta Tirk gundê Xeseq ê başûrê bajarê Sirînê bombebaran dikin. Li aliyê din çiyayê Metîna bombe kirin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê her roj gund û gundewarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê bombe dike. Balafirên Dewleta Tirk gundê Xeseq ê başûrê bajarê Sirînê bombebaran dikin.
Li aliyê din balafirên şer çiyayê Metîna bombe kir. Li gorî nûçeya Rojnewsê di saetên sibehê zû de, balafiran destpêkê çiyayê Metînayê 3 caran bombebaran kiriye. Li gorî heman çavkaniyan, balafirên şer piştî wê di saet 08:30an de jî gundên Guherzê û Bilavê yên Amêdiyê ya ser bi Dihokê, 2 caran bombebaran kiriye. Her wiha balafirên artêşa Tirk a dagirker di saet derdora 10:00an de jî gundên Sergelê, Guherzê û Bilavê 4 caran bombebaran kirine.
Tê gotin li herêmê liv û tevgera balafiran dewam dike. Derbarê ziyanan de agahî nehatin standin.