Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di telefonî de bi hevpîşeyê xwe yê Îranî Abbas Arakçî re axivî û diyar kir ku bi riya moşekên balîstîkî binpêkirina qada hewayî ya Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Hate ragihandin ku Arakçî gotiye ku derbarê mijarê de lêpirsînê dimeşînin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan têkildarî raqeşiyên demê dawî û şerê li herêmê de bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî bi riya telefonê axivî. Ji wesaretê hate ragihandin ku Fîdan ji hempîşeyê xwe re ragihandiye ku bi riya moşekên balîstîk binpêkirina serweriya qada hewayî ya Tirkiyeyê bi tu awayî qebûl nakin. Her wiha hate ragihandin ku Fidan bang li aliyan kirişe ku xwe ji her gavên ewlehiya sivîlan bixe xeterê dûr bisekinin. Hate destnîşan kirin ku Fidan bi gotina, “Enqere dê li dijî moşekên ku dikarin Tirkiyeyê bikin hedef tedbîrên pêwîst bigire” hişyarî kiriye. Li gorî agahiyan, Arakçî jî diyar kir ku Îran derbarê moşekên navborî de lêkolîneke berfireh dimeşîne.
NATOyê moşek xistibû
Îranê berê diyar kiribû ku tu moşek neavêtine Tirkiyeyê û îdia kiribû ku ev “operasyoneke” dijminên wan e. Duh, Wezareta Parastina Neteweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku moşekeke balîstîk ya ji Îranê hatibû avêtin û ketibû qada esmanî ya Tirkiyeyê, ji aliyê hêzên parastinê yên NATOyê ve li Rojhilatê Deryaya Spî hatiye xistin. Hefteya borî jî, moşekeke ji Îranê hatibû avêtin, ji aliyê hêzên parastina hewa û moşekan a NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatibû xistin.













