Balafirên şer ên Dewleta Tirk êrîşî Sirînê kir. Di êrîşê de 12 welatî hatin kuştin.
Dewleta Tirk bi balafireke bêmirov cihê bazareke li navenda bajarê Sirînê ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê 6 kes hatibûn qetilkirin û gelek kes birîndar bibûn. Li gorî agahiyên dawî, hejmara kesên hatine kuştin gihişt 12an. Hat zanîn ku di êrişê de 13 kes jî birîndar bûn.
Komkujiya sêyemîn
Dewleta Tirk di 27ê çileyê de li gundê El Cemas ê gundewarê rojhilatê bajarê Eyn Îsayê di topbarana li ser gund de komkujiyek pêk hat, di encamê de di nav de 2 zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan. Di 28ê çileyê de jî dewleta Tirk gundê Um Heremlê yê Zirganê topbaran kir, di encamê de komkujiyeke din pêk hat, yek hê zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û piraniya wan jin 9 kes jî birîndar bûn.
Bi êrişa li ser Sirînê re di du rojên dawî de dewleta Tirk li herêmê sê komkujiyan pêk anî.