Artêşa Tirkiyeyê êrîşî gundê Ceida Mezin a Kobanê kir. Di êrîşê de yek jê zarok, 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên çavkaniyên ANHAyê ku ji Kobanê dane, artêşa dewleta Tirk, di saetên esir de gundê Ceida Mezin ê gundewarê başûrê rojavayê topbaran kir. Çavkaniyan diyar kir ku di encama êrişan de di nav de zarokek 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Kesên jiyana xwe ji dest dane navê wan wiha ne: Mehmûd Şêx Elî (12) û Ebdullah Mehmûd Şêx Elî (25).
Navên kesên birîndar jî wiha ne: Omer Mehmûd Şêx Elî (10) û Mehmûd Mehmûd Şêx Elî (8).