Şagirtên Zarokistana Xalxalok û Zarokistana Perperike ji bo amadekariya zivistanê bi dirûşma “Tirşîn tirş e, em şêrîn in” tirşî çêkirin.
Zarokên li Kreş û Mala Nihêrtinê ya Zarokistana Xalxalok û Zarokistana Perperike ên girêdayî Gerînendetiya Karên Çandî û Civakî ku di bin banê Şaredariya Peyasê de perwerdehiya pirzimanî dibînin, ji bo kêfxweşiyê beşdarî çalakî û aktîvîteyên rengîn tên kirin.

Di vê çarçoveyê de li Zarokistanan şaigrt û mamosteyên xwe bi dirûşma “Tirşîn Tirş e, Em Şêrîn in” çalakiya çêkirina tirşiyê li dar xist. Di çalakiyê de mamosteyan malzemeyên tirşiyê bi zarokan da nasîn û zarokan bi destên xwe şûşeyên tirşiyê amade kirin. Zarokan bi kêfxweşî şûşeyan tije kirin.
Mamosteyên Zarokistanan diyar kir ku dê bi çalakiyên wiha, ku piştgiriyê didin tecrubeyên jiyana rojane yên zarokên biçûk û bi çalakiyên wiha zarok hem çanda xwarinê nas dikin hem jî hîn dibin.




















