Enqere – Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku di meha Nîsanê de divê zagonên li gorî pêşniyarên rapora hevpar a Komîsyona Meclisê bên derxistin û wiha got: “Ji van zagonan yek jî derbarê rêveberiyên xwe cihî de ye. Li cîhanê piraniya karên welatiyan rêveberiyên xwecihî dikin. Ji bo wê divê rayeyên şaredariyan bên zêde kirin. Ji bo vê divê li Tirkiyeyê reforma rêveberiyên xwecihî pêk bê û zagonên pêwist bên derxistin.”
Komîsyona Meclisê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû avakirin, di 18ê Sibatê de rapora hevap aşkera kir û dawî li xwebatên xwe anî. Tê payîn ku rapora hevpar a komîsyonê piştî cejnê bê rojeva komîsyonên îhtîsasê û pêşniyarên di raporê de hatinê kirin di meha Nîsanê de bibin qanûn. Ji bo avakirina zemîna hiqûq û demokrasiyê di rapora hevpar de gelek xal cih digirin. Pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewroyayê (DMME), sepanên qeyûman û mafên xwezayî yên gelan û gelek xalên têkildarî demokratîkbûna Tirkiyeyê hatibûn pêşniyarkirin. Siyaseta demokratik û raya giştî ya Kurdistanê jî li bendê ye ku beriya pêşniyarên raporê bibin qanûn ji aliyê desthilatê ve gav bên avetin û qeyûm paşve bên kişandin û girtiyên siyasî ku DMMEyê derbarê wan de biryara berdanê da ye, serbest bên berdan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di hevdîtina dawî ya bi malbatê re li ser mijarên qeyûman rawestiya û diyar kir ku divê bêyî derxistina qanûnan sepana qeyûman bi dawî bikin û hevşeredarên şûna wan qeyûm hatinê tayinkirin vegerin ser karên xwe. Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî ku ji Rêveberiyên Xwecihî berpirsiyar e, têkildarî sepana qeyûman û rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê re axivî.
‘Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka ziman e’
Mehmet Rustu Tîryakî derbarê rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê de anî ziman ku rapor tevî kêmasiyan jî girîng e û ev tişt gotin: “Di rapora hevpar a komîsyonê de pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di çerçoveya terorê de hatiyê nirxandin. Ew kêmasiyeke mezin e. Hertişt bi navlekirinê destpêdike. Heke hûn navê pirsgirêkê rast pênase nekin, nikarin çareser jî bikin. Ji bo wê me rexne kir. Me şerha xwe jî li ser çend xalan danî. Pirsgirêka Kurd ya herî mezin ziman e. Mafê sereke yê zimanê dayikê ye. Heke zimanê neteweyekî neyê qebûl kirin pirsgirêka herî mezin e. Li Tirkiyeyê Kurdî hêj fermî nayê qebûl kirin. Di rapora hevpar a komîsyonê de ji bo ziman jî xalekê cih negirtiye. Ew jî kêmasiyeke mezin e. Lê tevî van kêmasiyan ji bo hiqûq û demokratîkbûyina Tirkiyeyê pêşniyarên girîng hene.”

‘Divê li Tirkiyeyê ji bo rêveberiyên herêmî reformek bê çêkirin’
Mehmet Rustu Tîryakî bal kişand ser xala ji bo şeredariyan û sepana qeyûman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo rêveberiyên herêmî jî pêşniyar hatine kirin. Li gorî xala rapora hevpar êdî hevşaredarek ji peywirê were dûrxistin, şûna wî qeyûm nayê tayinkirin û meclîsa şeredariyê dê bi xwe şeredar hilbijêre. Ew xal pirsgirêka sepana qeyûman ji binî ve çareser neke jî hinek guherandin û çareseriyan bi xwe re tîne. Peşniyara me jî ew e ku kê hatibe hilbijartin tenê hilbijêr bikarin wan ji peywirê dûr bixînin. Pêwist e ji bo rêveberiyên herêmî hinek gav bên avêtin. Li tevahî dinyayê ji sedî 90 karê gel bi destê şeredariyan pêk te. Şeredarî ne tenê paqîjî û karê komkirina zibl e. Karê rêveberiyên xwecihî ji vê zêdetir e. Li tevahî dinyayê ji bo demokratîkbûyinê peywîra rêveberiyên herêmî hatiyê berfireh kirin. Ji bo wê divê li Tirkiyeyê ji bo rêveberiyên herêmî reformek bê çêkirin.”
‘Em dê piştgiriya qanûnên demokratîk bikin’
Di berdewama axaftina xwe de Mehmet Rustu Tiryakî destnîşan kir ku desthilata Tirkiyeyê ji aliyê reforma rêveberiyên herêmî ve pirsgirêke û wiha pê dê çû: “Desthilata AKP û MHPê ku di polîtikayên sepanên qeyûman de israr dikin dê çawa reformê pêkbînin? Pirsgirêk e. Ji roja yekemîn heta niha me hertim got; heke desthilat ji bo demokratîkkirina rêveberiyên herêmî gavan bavêje, em dê piştgirî bidin. Lê heke pergaleke ku ji aliyê gel ve neyê qebûl kirin bidin meşandin, em qebûl nakin.”
‘Ji bo bi dawîkirina qeyûman hewcehî bi qanûnan tune ye’
Mehmet Rustu Tiryakî tekildarî dirêjkirina sepana qeyûman li ser şeredariyan jî bi lêv kir ku heke bixwaze Wezîrê Karên Hundir tiştek neke jî pirsgirêka qeyûman çareser dibe û wiha axivî: “Di 2yê Adarê de Wezîrê Karên Hundir peywîra qeyûmên li ser 2 şeredariyan me dirêj kir. 2 meh carekê Wezareta Karên Hundir peywîra qeyûman dinirxîne. Heke dirêj neke peywîra wan bi dawî dibe. Peşniyara me ew bû ku sepana qeyûman bi dawî bibe. Lê di 2yê Adarê de careke din peywîra qeyûman dirêj kirin. Ji bo bi dawîkirina sepana qeyûman hewcehî bi qanûnan tune ye. Qanûn dikarê pirsgirêkê ji binî ve çareser bike. Lê bêyî qanûn jî dikarin sepana qeyûman bi dawî bikin. 15 meh in pêvajoyekê destpêkiriye. Hêvî û piştigiriya gel ji bo pêvajoyê heye. Lê baweriya gel kêm e. Ji ber ku desthilatê di van 15ê mehan de gav neavêtiye. Em jî dibêjin; Çend gav bila bên avêtin. Yek ji wan jî bi dawîkirina sepana qeyûman e. Her wiha dikarin girtiyên doza Kobanê berdin. Bi avêtina van gavan baweriya gel jî ji bo pêvajoyê xurt dibe.”
‘Heta qanûn dernekevin desthilat gav naavêje’
Mehmet Rustu Tiryakî diyar kir ku li bendê ye ku di meha Nîsanê de qanûn derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wisa xuya dike ku heta hinek qanûn neyên derxistin, gav neyên avêtin. Di dawiya Cejna Remazanê, di meha Nîsanê de wisa xuya dike ku hinek qanûn dê derbikevin. Yek jî ji wan jî meseleya qeyûman e. Qanûna şeredariyan dê bê guherandin û ew pergala qeyûman dê bi dawî bibe. Di hemû hevdîtinên me de jî me mijara qeyûman ji desthilatê re aniye ziman. Di parlamentoyê de jî me aniyê ziman. Lê heta niha di vê mijarê de hêj gav nehatiye avêtin. Ji bo wê jî wisa xuya dike ku heta qanûn dernekevin desthilat gav navêje.”












