Amed – Endamê Komeleya Ekolojiyê Nejdet Sezgîn destnîşan kir ku li ku derê talankirin, qirkirina xwezayê, dîrokê, nirxan, çand û nasnameyê hebe di nava hewldanan de ne û got: “Tişta ku me bigihîne armanca me rêxistinbûyîne.”
Hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi çêkirina rê û bendavan, bi derxistina madenan û petrolê, bi çêkirina santralên hîdroelektrîk û birîna daran li Kurdistanê ekolojiyê talan dike, polîtîkaya bêmirov hiştinê û talanê bi rê ve dibe. Hikumeta AKP’ê û MHP’ê bi heman awayî li gelek herêmên Tirkiyeyê jî xwezayê talan û qir dike. Endamê Komeleya Ekolojiyê Nejdet Sezgîn li ser pêvajoya avakirina Komeleya Ekolojiyê, armanca wê û talankirin û qirkirina ekolojiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê ji ajansa me re axivî.
Nejdet Sezgîn qala pêvajoya damezrandina Komeleya Ekolojiyê kir û wiha got: “Damezrandina komeleyê weke fikir di sala 2011’an de weke fikir bi avakirin û rêveberina Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê weke forûm hate damezrandin. Divê xebatê de nîqaşên hatin kirin weke encam pêdivî pê çêbû ku em komeleyekê ava bikin an jî tevgerek, platformek were avakirin. Bi vê mebestê me Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ava kir. Ev komele weke platformekê hate avakirin, di bin banê wê de gelek sazî, dezgeh, kesayet jî cih digirtin. Ji sala 2012’an vir ve jî weke komele em xebatên xwe dimeşînin. Komeleya me bi armanca ku pêşiyê li talankirin û qirkirina ekolojiyê bigire hate avakirin. Armanca me ya ewil ew e ku li hemberî hemû qirkirin, talankirin û wêrankirinên li xwezaya Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê di nava helwest û hewldanan de bin.”
Yekitiya Ekolojiyê ya Tirkiyeyê ava kirin
Nejdet Sezgîn bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û wiha domand: “Niha li Rojhilata Navîn şerekî bêhempa heye. Sînorê wê nîne. Ev şer û pevçûn bi xwe re talankirin û qirkirina xwezayê jî tîne. Weke komele em jî talankirin, qirkirin û desteserkirina xwezayê li kîjan herêmê dibe bila bibe çi li Başûr çi li Bakur çi li Tirkiyeyê li ku derê bibe bila bibe em li dijî vê yekê di nava hewldanan de ne. Ji bo ku em pêşî li vê talankirin û qirkirinê bigirin çi ji destê me were dikin û xebatên xwe dimeşînin. Yek ji van xebatên me ew e ku me Yekitiya Ekolojiyê ya Tirkiyeyê ava kir. Nêzî 80 komele sazî, dezgeh di nava vê yekitiyê de cih digirin. Em jî yek ji wan in. Li ku dera Tirkiyeyê û Kurdistanê bibe bila bibe çi talankirin û qirkirin rû bidin em jî li hemberî vê di nava tevgerê de ne. Em bi hev re vê têkoşînê dimeşînin. Ji niha û pê ve jî em ê bi Yekitiya Ekolojiyê re zêdetir bikevin nava hevpariyê ku em pêşiyê li qirkirina xwezayê bigirin.”
‘Dewlet qanûnên xwe bi cih naîne’
Nejdet Sezgîn, da zanîn ku talankirin, wêrankirin û qirkirina xwezayê bi sê mijaran digirin dest û ev agahî dan: “Yek ji van qirêjkirina axê ye, ya duyan a avê ye û ya sêyan jî ya hewayê ye. Mixabin li erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê ev her sê jî bi hev re rû didin. Maden, santralên termîkî, nukleerî û hîdroelektrîk talankirina avê, axê û hewayê bi hev re tînin. Santralên termîkî hewayê qirêj dikin, dibe sedemê nexweşiya penceşêrê, ji ber santrala hîdroelektrîkê avê tune dike, kanî, robar û çeman tune dike jiyana hemû zindiyan têxe nava xetereyê. Bêguman ev madenên tên derxistin an jî lêkolîna wan tên kirin xwezayê bi awayekî ku vegera wê tune be talan dike. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku qirkirin, talankirin û wêrankirina xwezayê bêsînor, bêexlaq, bêqanûn tê meşandin. Mixabin di vî warî de dewlet qanûnên xwe jî bi cih naîne. Dema ku qanûnên xwe bi cih bîne. Em bawer dikin ku wê talankirina xwezayê ji nîviyê zêdetir kêm bibe. Di kaneyan de madeyên giran ên mayînde tên derxistin. Her wiha madeyên ku dibin sedemê nexweşiya penceşêrê û tunekirina xwezayê tên derxistin. Ev dê li ser tendirustiya hemû zindiyan xetereyeke mezin çêbikin.”
‘Armanc dikin ku dîroka gelên vê herêmê tune bike’
Nejdet Sezgîn, bal kişand ser armanca dewletan a talankirin û qirkirina ekolojiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman sê sedemên sereke hene. Li hemû netew dewletan ev her sê mijar derbas dibin. Ya yekemîn dîrok e, ya duyemîn bîrdozî ye û ya sêyan jî aborî ye. Ev armancên hemû netew dewletan hene. Dixwazin dîroka gelên vê herêmê tune bike û gel dîroka xwe ji bîr bike. Dixwaze bîrdoziya xwe li wir ava bike û bi cih bike. Dixwaze bi derxistina madenan hem aboriya netew dewletê hem jî ya alîgirên xwe baş bike. Dema ku van her sê mijarên sereke bi cih tîne, an jî ji xwe re dike armanc weke bingeh jî dîsa bi sê rêyan van têxe meriyetê.”
‘Raporan amade dikin û bi raya giştî re parve dikin’
Nejdet Sezgîn, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em ewilî bi gelên herêmê re hevdîtinan dikin. Piştî van hevdîtinan em di aliyê teknîkî de alîkariya wan dikin. Raporên ÇED’ê li ser ka gelê herêmê dê çiqas xesarê ji madenan bigire, wê maden çiqas bandorê li ser tenduristiya zindiyan bikin û xwezaya wê herêmê dê çiqas zirarê bibîne tê amadekirin. Lê em jî raya giştî jî dizane ku dema ev rapor tên amadekirin bi nêrîna sê-çar pisporan tê amadekirin lê raporên ne ji bo berjewendiyên gel ji bo berjewendiyên kesan be nayên qebûlkirin. Em jî di vê rewşê de alîkariya gelê wê herêmê dikin. Em van raporan derdixin ku çiqas rast e çiqas ne rast e, çiqas bi awayekî bêalî hatiye amadekirin lêkolîn dikin û bi raya giştî re parve dikin.”
‘Divê bi awayekî hevpar têkoşîna xwe bimeşînin’
Nejdet Sezgîn, da zanîn ku ji madenan heta santralên hîdroelektrîk, termîkî, nukleerî, yên bayê bigire têkiliya karsazan û dewletê bi hev re heye û got: “Çawa ku karsaz ji bo van kaneyan derxînin, bendavan çêbikin, santralên elektrîkê ava bikin piştgiriyê didin hev, pêdivî pê heye ku hemû gelên herêmê bibin yek. Li ku derê talankirin, qirkirina xwezayê, dîrokê, nirxan, çand û nasnameyê hebe bi hev re di nava hewldanan de bin bi awayekî hevpar têkoşîna xwe bimeşînin.”
Nejdet Sezgîn axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Barê dikeve li ser milê sazî û dezgehên ekolojiyê jî ew e ku yekitiya xwe ava bikin. Bi hemû, reng, nasname û dengê xwe weke yek bedenekê yek parçeyekê bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo ku bikaribin bi vê yekitiya xwe li hemberî vê talankirin û qirkirinê bisekinin. Tişta ku me bigihîne armanca me rêxistinbûyîne.”