• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    Li Sûrê mala bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan hate vekirin

    Li Sûrê mala bîranînê ya nivîskar Migirdîç Margosyan hate vekirin

    Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

    Li Stenbolê gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin

    Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Rejîma Îranê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê girtin ser xwe

    Rejîma Îranê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê girtin ser xwe

    Li Rojava êrişên li dijî sembolên Kurdan hatin şermezarkirin

    Li Rojava êrişên li dijî sembolên Kurdan hatin şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Platforma Ekolojiyê: Bi destê walîtiyê û cerdevanan xweza tê talankirin

Nedîm Orûç / AW

6 TEBAX 2025 - 08:04
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Endamê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Ahmet Başak diyar kir ku îhaleyên birîna daristanan bi destê Walîtiya Şirnexê pêk tên û birîna daristanan jî cerdevan dikin.

Li Şirnex û navçeyên wê bi salan e xweza tê talankirin û di salên dawî de li çiyêyen weke Cûdî, Heftenîn, Gabar, Herekol, Komate û Herêma Besta daristan tên birîn. Ji bo rawestandina birîna daristanan û talankirina xwezaya Şirnexê, Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê 29ê Tîrmehê dest bi kampanyeya îmzeyan kir. Endamê platformê Ahmet Başak got ku armanca çalakiya wan pêşîgirtina talana xwezaya Şirnexê ye.

Walîtiya Şirnexê îhaleya birîna daristanan pêk tîne

Başak bal kişand ser qedexeyên ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve li ser herêmê tên meşandin û wiha got: “Li herêma Şirnex daristan zêdetirî 5 sal in tên birîn. Walîtiya Şirnexê jî her 15 rojan carekê bi hinceta ewlehiyê qedexeyê datîne ser herêmekê û em dizanin dema ev qedexe dest pê dike li wê herêmê birîna daristanan tê kirin û leşker ewlehiya van kesan digirin.”

‘Destpêkê bi hinceta ewlehiyê daristan dibirîn niha ji bo rantê dibirin’

Başak destnîşan kir ku cerdevan û derdora wan ji bo rantê daristanan dibirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li ser axa Kurdistanê bi salan e şerek taybet tê meşandin. Heya îro bi hinceta li derdora qeleqolan ewlehî tuneye daristan dihatin birîn lê niha ev talan ji asta ewlehiyê derbas bûye û ketiye asta rantê. Ji bo birîna daristanan îhale tên kirin. Ev îhale bi destê Walîtiya Şirnexê pêk tên û bi deste cerdevanan tên birîn. Piştî ku daristanan dibirin dibin bajarên Tirkiyeyê û li ser medyaya civakî em parvekirinên firotina êzingan dibînin.”

Banga xwedîderketinê

Başak herî dawî bang li gelê Şirnexê kir ku xwedî li xwezayê derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ew e ku bi çalakiyên xwe, em qirkirina xwezaya Şirnexê bidin sekinandin. Di nava gel û saziyan de nerazîbûnek heye. Em bang li hemû gelê Şirnexê dikin ku li dijî talana xwezaya Şirnexê bertek nîşan bidin û piştgiriyê bidin xebatên ji bo pêşîgirtina talana tê kirin.”

Etîket: birîna daranekolojîtalanxwezaya Şirnexê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

Welatiyên Gimgimê: Ev proje nirxên jiyanê dikujin

12 NÎSAN 2026
Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

Li Gimgimê li dijî projeyên JESê hişyarî

11 NÎSAN 2026
Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

Li Wanê panela ekolojiyê hat lidarxistin

4 NÎSAN 2026
Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

Qeyûman mal û milkê şaredariyan li saziyên AKPê û dewletê belav kirine

4 NÎSAN 2026
Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

Zarokan tov û ax kirin ‘girêka axê’

31 ADAR 2026
Di warê ekolojiyê de rewşa 62 şaredariyên DEM Partiyê

Di warê ekolojiyê de rewşa 62 şaredariyên DEM Partiyê

28 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

    Meşvanên TJAyê gihiştin Gemlîkê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Piştî maçê êrişî Amedsporê hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan ji Gemlîkê bang kir: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • YNK: ENKS dubendiyê dixe nava parçeyên Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farûk Ercan: Vê pergalê ji zarokekî kujerek afirand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xalên hevdîtina Şara û Ebdî: Ziman, nasname, parastin û vegera koçberan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • TEV-KOM: Em dixwazin Kurdî bibe zimanê fermî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan gul avêtin Behra Marmarayê: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Dêra Surp Giragosê Cejna Paskalyayê hate pîrozkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (691)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne