Nûner û rêveberên TJA, DBP û DEM Partiyê li Wanê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê protesto kirin.
Endam, rêveber û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li taxa Karşiyaka ya Wanê kom bûn û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Girseyê xwest heta ser rê bimeşin. Lê polîsan ew asteng kirin. Li ser vê yekê girseyê çalakiya rûniştinê lidarxist. Girseyê di çalakiya rûniştinê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “rojava neket û nakeve jî”, “Rojava rûmeta me ye” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” berzkirin û Marşa Rojava xwendin. Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, hevserok û rêveberên DBP û DEM Partiyê û nûnerên saziyan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiye de polîsan mudaxaleyî çapemeniyê jî kir û nehiştin çapemenî karê xwe bike. Li ser vê yekê girseyê di nava dorpêçê de bi dirûşmeya “hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” bertek nîşanî mudaxaleyê dan.
Çalakî, bi çepikan bi dawî bû.