TJA bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” bi eşkerekirina deklarasyonekê xebatên 8ê Adarê dide destpêkirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklarasyona 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê eşkere dike. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl ên civakî din av de gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi Kurdî û Tirkî li ser “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” dinivîsî hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê kurmancî yê Kurdî aktivîsta TJAyê Ayşegul Ayaz û metna bi Tirkî jî aktivîsta TJAyê Sebahat Tûncel xwend.












