TJA di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25ê Mijdarê de, li navçeyên cuda yên Rihayê bi jinan re civiya û li ser çareserî û rêxistinkirina komunan bi jinan re nîqaş kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan li navçeyên Rihayê bi jinan re hevdîtinan didomîne. TJA ji bo xurtkirina rêxistinên jinan û berfirehkirina têkoşîna hevpar a li dijî şîdetê civînên xwe didomîne. Îro, çalakvanên TJAyê li navçeyên Curnê Reş, Hewag û Pirsûs bi jinan re civiyan, li ser cureyên şîdeta li dijî jinan, çareserî û çawaniya avakirina komunan a ji bo têkoşîna li dijî şîdetê nîqaş kirin.
Di civînan de, hate tekezkirin ku divê jin torên hevgirtinê berfireh bikin û li ser asta herêmî xeteke têkoşîna hevpar ava bikin.













