TJA têkildarî êrişên li ser Rojava daxuyaniyeke girseyî da, bal kişandin ser jiyana hevpar a bi pêşengiya jinan hatiye hûnandin hedef tê girtin û got: “Weke jinan, em li hemberî van êrîşên ku vîna jinê hedef digirin in û em bêdeng namînin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê li dijî êrişên li ser Rojava daxuyaniyek da. Rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî, hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Di dauyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.
Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir cîhan deyndarê gelê Kurd e. Parlamenter Ceylan Akça diyar kir ku hewl didin hovîtiya DAIŞê di bin ala HTŞê de li Reqayê pêk bînin û wiha axivî: “Zihniyeta tarî ji jinan ditirse. Di tirsa xwe de mafdar in. Ew ê nikaribin felsefeyekê, hêviya gelan bikujin. Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ wê bi ser bikeve. Kes nikare vê fikriyatê têk bibe. Hûn nikarin berxwedana jinên Kurd bidin sekinandin. Azadiya birêz Ocalan azadiya Rojava ye. Ji ber vê yekê em bang li herkesî dikin ku di 25ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bin.”
‘Li Rojava berxwedana bêhempa heye’
Seroka Komeleya Jinan a Roza Zeynep Sîpçîk bal kişand li ser berxwedana gelê Rojava û wiha got: “Li Rojava berxwedaneke bêhempa heye. Berxwedaneke ku hemû gel di nav de cih digirin. Bi hezaran jin ji bo avakirina jiyaneke azad jiyana xwe ji dest dan. Ev 10 sal in gelê Rojava tevî hemû êrişan jiyaneke demokratîk ava kirin. Ji cîhanê re bûn hêvî. Ji 6ê Çileyê ve li dijî destkeftiyan êrîşek heye. Gelê Rojava bi pêşengiya jinan li ber xwe dide. Em ê jî li kolanan, li her derê ji bo Rojava li ber xwe bidin. Gelê me sînorên çêkirî nas nekirin û bûn şirîkê vê berxwedanê. Jinan li ber xwe dan û wê li berxwedana xwe bidomînin.”
‘Em şahidiyê ji komkujiyan re dikin’
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî banga xwedîderketina li destkeftiyên Rojava kir û got: “Em şahidiyê ji komkujiyan re dikin. Têkoşîna jinê ya rêxistinkirî her carê tîne ziman ku ew li dijî van komkujiyan e. Em zihniyeta aqilê dewleta mêr qebûl nakin. Rojava berxwedan e. Li Rojava gelan xwedî li çand û bajarên xwe derketin. Li wir hemû gel bi hev re dijîn. Em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Em ê bi feraseta pirrengî zemîna azadîxwaz û demokratîk ava bikin. Em çareseriyeke demokratîk û aştiyane dixwazin. Em ê li cem jinên berxwedêr cihê xwe bigirin. Em bang li kesên ku bi birêz Ocalan re hevdîtinan dikin, dikin ku dest ji lîstikên qirêj ên ku li Rojava têne meşandin berdin. Lîstikên ku we ava kirine wê we ber bi tariyê ve bibin.”
‘Jiyaneke pirçandî û pirzimanî hat avakirin’
Li ser navê hunermendên jin ên Kurd Saliha Ayata axivî û diyar kir ku li Rojava jiyana hevpar tê hedefgirtin û wiha got: “Jiyaneke pirçandî û pirzimanî hat avakirin. Jiyana ku cîhanê ji xwe re mînak digirt, niha ji aliyê aqilê dewleta mêr a înkarker ve hedef tê girtin. Kurd û gelên din feraseta yekperestî ya ku tê ferzkirin qebûl nakin.”
‘Li Rojava sûcên şer dikin’
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Şaxa Amedê Zeynep Karayilan bal kişand ser sûcên şer ên li Rojava têne kirin û wiha got: “Li dijî rojavayê Kurdistanê hewldaneke dagirkeriyê hatiye destpêkirin. Êrişeke ku jin û zarokan dike hedef heye. Destkeftiyên jinên ku li dijî DAIŞê li ber xwe didin hedef tê girtin. Armanc wan tunekirina azadiya jinê ye. Ev êrîş êrîşeke wisa ye ku hiqûqa navneteweyî tune dihesibîne. Divê hiqûqa navneteweyî bi lezgînî bikeve dewrê. Divê êrîşên li ser Rojava demildest bên rawestandin, lêpirsîneke bi bandor bê vekirin. Divê tedbîrên lezgîn û şênber bên girtin. Rojava ew cih e ku jiyana azad, wekhev û birûmet lê hatiye avakirin. Bi hezaran silav li berxwedêran be.”
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Onal jî diyar kir ku tiştên li Rojava diqewimin li derveyî mirovahiyê ne û got ew kesên ku îslama ku ola aştiyê ye dikin amûrê şer, dijminên îslamê ne.
‘Paradîgmaya Jin jiyan azadî wê vê zihniyetê têk bibe’
Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata destnîşan kir ku di dilê jinan de rastiya azadiyê ya jinên ku li Rojava li ber xwe didin heye û wiha got: “Ji sala 2011an ve Sûriye bi pêşengiya Kurdan guherînên mezin dîtin. Ji demên ku statuya Kurdan tunebû, em hatin pêvajoyeke ku jiyana hevpar tê avakirin. Rastiyeke Rojava heye ku di rojeva cîhanê de ye. Gel û baweriyan jiyana hevpar ava kirin. Dema ku bedena Denîz Çiya ji avahiyan diavêtin xwarê, ew ê li berxwedana jina Kurd binêrin. Em berxwedana jinên ku ji bo azadiyê dibin perperok dizanin. Bila zihniyeta ku dixwaze jinan wekî diyarî bibe ji mîrên xwe re, bizanibe ku gotina me ya li dijî vê zihniyetê ew tifa ku li rûyê Esat Oktay hatibû kirin a Sakîneyê ye. Paradîgmaya Jin jiyan azadî wê vê zihniyetê têk bibe. Em ê xwe birêxistin bikin, em ê bibin gelekî birêxistinkirî. Bijî Kurd û Kurdistan.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.













