TJAyê bi boneya salvegera komkujiya Şengala ya 3ê Tebaxa 2014an a bi destê DAIŞê pêk hat, li Parka Koşuyolu daxuyanî da. Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût daxuyanî xwend û got: “Jinên êzidî hem jiyana xwe û hem hebûna vîna civaka êzidî parast.”
11 sal berê DAIŞê li dijî Şengalê komkujî pêk anî. Di ser komkujiya Şengalê re 11 sal borîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya komkujiyê şermezar bike û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bibîr bîne, li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên DBP, DEM Partî, TJA, Dayîkên Aştiyê, MED-DER û gelek saziyên civaka sivîl di çalakiyê de amade bûn. Jinan li vir diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana Şengalê” berz kirin. Jinan pankarta mazin a li ser “Komkujiya Jinên Êzidî, komkujiya Mirovahiyê ye, em ji bîr nakin” nivîsandibûn vekirin. Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût daxuyanî xwend.
Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakut, diyar kir ku di 3ê Tebaxa 2014an de, ji aliyê çeteyên DAIŞê ve li Şengalê li dijî civaka Êzidî rê li qirkirinek giştî û tunekirina jinê hat vekirin û wiha got: “Ev êrîş li pêş çavê hemû cîhanê pêk hat. Ji ber bêdengiya cîhanê bi hezaran mirov hatin kuştin. Ji 6 hezaran zêdetîr jin û zarok hatin revandin. Jin li bazarên koleyan hatin firotin. Bi darê zorê neçar kirin ku olê biguherînîn. Bi îşkenceyên bi rêkûpêk û bi tundiya zayendî re rûbirû hatin hiştin. Bi tevî ku 11 sal derbas bû ye hê jî aqubeta bi hezaran jin û zarokan nayê zanîn. Erîşa li dijî Şengalê tenê ji bo baweriya gelê êzidî û nasnameya wan nîne. Beşek ji plana Rojhilata Navîn a li dijî xeta azadiya jinan a pêşdikeve û pêşeroja azadî û wekheviya gelan bû. Ev tunekirina ku li ser laşê jinê dihat birêvebirin, bi armanca bîra civakî û tekoşîna azadiyê bê fetisandin dihat pêkanîn.”
‘Pêvajoya ji nû ve avakirinê tê astengkirin’
Rûçem Elyakut, destnîşan kir ku jinên êzidî çong nedan erdê û wiha pêde çû: “Lê jin li dijî êrîşên giran ku jiyabûn bê deng neman. Serîhildana xwe veguherandin berxwedana rêxistinî. Bi avakirina hêzên parastina rewa re parastina Şengalê bi rêberiya jinê avakirin. Şopa wendahiya ajotin. Dev ji tekoşîna edaletê bernedan û Şengalê bi perspektifa azadiya jinê ji nû ve avakirin. Bi alikariya navnetewî ya ku bi tevgera jinên Kurd re hatibû danîn, bi hezaran jin ji esaretê hatin xelas kirin. Îro hê jî ev tekoşîn bi biryar didome. Jinên êzidî ne tenê jiyana xwe, hebûna gelan û vîna civakî jî parastin. Berxwedana ku li Şengalê hat dayîn tekoşîna ji bo parastina rûmeta mirovahiyê bû. Tevî ku 11 sal di ser de derbas bûye jî, sazî û dewletên navneteweyî, tewanbara dadbar nekirin gorên komî venekirin û wendahiya dernexistin holê. Êrîşên li hember Şengalê hê jî berdewamdikin. Statuya Gelê Êzidî nayê naskirin û pêvajoya ji nû ve avakirinê tê astengkirin.”
‘Banga xwe nû dikin’
Rûçem Elyakut, herî dawî da zanîn ku têkoşîna li dijî qirkirinê berpirsiyariya hemû mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: “Wek TJA em carek din banga xwe nû dikin:
• Roja 3ê Tebaxê, Roja Çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî tunekirin û qirkirina jinê were qebul kirin.
• Qirkirina Şengalê, wek qirkirina êzidiyan û tunekirina jinê were pênasekirin, berpirsiyar li dijî mekanîzmayên navneteweyî bêne darizandin.
• Ji bo jin û zarokên êzidî yên wendayî divê demildest mekanîzmayên serbixwe yê lekolînê yên navneteweyî yên ji bo rizgarkirinê bêne avakirin.
Berxwedana li hember tunekirina jinê ya bi destê DAIŞê ya li Şengalê tê kirin de, bi yekbûna tekoşîna azadiya jina Kurd re, îro ew veguheriye liberrabûnek heremî û navneteweyî. Jinên Êzîdî bi civîna li ser vê xetê xweparastinên xwe yên rêxistinî avakirin e û vîna xwe ya hesab pirsînê mezinkirin e. Ev tekoşîn ne tenê hesab pirsîna paşerojê ye. Ew angaşt a pêşerojê ya li ser bingeha azadiyê ye. Ji bo berfirehkirina tekoşîna rêxistinî ya li dijî tunekirina jinê em ê hesap pirsina ji sucdar û hevkarên wan bidomînin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.