• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Saziyên Demokratîk: Peyman encama berxwedana gelê Kurd e

    Platforma Saziyên Demokratîk: Peyman encama berxwedana gelê Kurd e

    Dayikên Aştiyê: Bila dinya deng û berxwedana Rojava bibihîze

    Dayikên Aştiyê: Bila dinya deng û berxwedana Rojava bibihîze

    Peymana serdemê: Kodên peymana Rojava-Sûriyê û wateya wê

    Peymana serdemê: Kodên peymana Rojava-Sûriyê û wateya wê

    15 ciwanên enternasyonalîst bi tundiyê ji balafirê peya kirin

    Ciwanên enternasyonalîst bi lêdanê dersînor kirin

    Ji Amedê alîkarî ji bo Kobanê hate şandin

    Ji Amedê alîkarî ji bo Kobanê hate şandin

    Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde hewl didin

    Tom Barrack: Berxwedana gelê Kurd xwedî girîngiyê ye

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

30 ÇILE 2026 - 13:49
Kategorî: ROJANE
A A
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack derbarê peymana di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de daxuyanî da û got ku fedakarî û berxwedana gelê Kurd ji bo Sûriyeyê xwedî girîngiyê ye.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê û Sefîrê Amerîkayê yê Enqereyê Tom Barrack têkildarî peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hate ragihandin li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da. Tom Barrack peymanê wekî “Mîladê rêwîtiya Sûriyeyê ya ber bi lihevhatina niştimanî, yekîtî û aramiya daîmî ve” pênase kir.

Tom Barrack di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Daxuyaniya îro ya li ser lihevkirina giştgir a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, di rêwîtiya Sûriyeyê ya ber bi lihevhatina niştimanî, yekîtî û aramiya daîmî de qonaxeke dîrokî û kûr e. Ev gava ku bi rêya dan û standineke hûr hatiye avêtin, pabendbûna her du aliyan a ji bo rêzgirtina dualî û parastina rûmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide.

Daxuyaniya îro ya li ser lihevkirina giştgir a di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, di rêwîtiya Sûriyeyê ya ber bi lihevhatina niştimanî, yekîtî û aramiya daîmî de qonaxeke dîrokî û kûr e. Ev gava ku bi rêya dan û standineke hûr hatiye avêtin, pabendbûna her du aliyan a ji bo rêzgirtina dualî û parastina rûmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê nîşan dide.

Ji bo hikûmeta Sûriyeyê, ev lihevkirin nîşaneya pabendbûna bi şirîkatiya niştimanî ya rasteqîn û birêvebirineke giştgir e.

Bi rêya tevlîkirina qonax bi qonax a pêkhateyên leşkerî, ewlehî û îdarî di nav saziyên yekgirtî yên dewletê de û dayîna derfetan ji bo nûnerên pilebilind ên HSDyê, tê tekezkiirn ku hêza Sûriyeyê ji nav curbecuriyê û bersivdana daxwazên rewa yên hemû gelan derdikeve.

Ev nêzîkatî ne tenê serweriya li ser hemû axê xurt dike, di heman demê de peyameke zelal a vekirîbûn û dadperweriyê dide civaka navneteweyî.

Ji bo gelê Kurd ê ku bi fedakariyên xwe yên mezin û berxwedana xwe di parastina Sûriyeyê ya li dijî tundrewiyê de roleke sereke lîstiye, ev dem xwedî girîngiyeke taybet e.

Bicihkirina Biryarnameya Serokkomariyê ya bi jimara 13an ku mafê hemwelatiyê ji bo kesên berê ji ber sedemên dîrokî bêpar mabûn vedigerîne, zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî wekî zimanekî niştimanî nas dike, rê dide perwerdeya bi Kurdî û parastina li dijî cudakariyê mîsoger dike, gaveke mezin a ber bi wekheviyê ve ye.

Ev gavan neheqiyên demdirêj sererast dikin û cihê Kurdan di nav neteweya Sûriyeyê de mîsoger dikin da ku di avakirina paşerojeke geş û ewle de beşdar bin.

Di vê ruhê armanca hevpar de, her du aliyan gavên wêrek avêtine.

Hikûmeta Sûriyeyê mafên watedar û giştgir nas kirin û civaka Kurd jî çarçoveyeke yekgirtî ya ku rêz li ked û xebata wan digire qebûl kir.

Ev bipêşketin bi hev re rê li ber avakirina saziyan, vegera baweriyê û kişandina veberhênanên ji bo avakirina welat vedike da ku aştiyeke daîmî ji bo hemû Sûriyeyiyan were dabînkirin.

Sûriye bi yekîtiya ku bi rêya diyalog û rêzgirtinê hatiye hûnandin, amade ye ku ducare bibe navenda aramî û hêviyê li herêmê û cîhanê.”

Etîket: Peymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêTom Barrack
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Platforma Saziyên Demokratîk: Peyman encama berxwedana gelê Kurd e

Platforma Saziyên Demokratîk: Peyman encama berxwedana gelê Kurd e

30 ÇILE 2026
Îlham Ehmed: Em girêdayî peymanê ne

Îlham Ehmed têkildarî peymanê axivî

30 ÇILE 2026
Êrişkarên li dijî Kurdan, Barrack û Fîdan civiyan!

Êrişkarên li dijî Kurdan, Barrack û Fîdan civiyan!

29 ÇILE 2026
Tom Barrack li gel Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed civiya 

Tom Barrack li gel Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed civiya 

22 ÇILE 2026
Mazlum Ebdî û Tom Barrack Hewlêr de yê

Mazlum Ebdî û Barrack carek din tên cem hev

22 ÇILE 2026
Mazlûm Ebdî û Tom Barrack wê li Hewlêrê bicivin

Mazlûm Ebdî û Tom Barrack wê li Hewlêrê bicivin

16 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1488)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne