Nûnerê Taybet ê Trump ê Sûriyê û Sefîrê Enqereyê yê Amerîkayê Tom Barrack di parvekirina li ser hesabê xwe yê Xê de anî ziman ku ew agirbesta demkî ku şevê din li Helebê ji bo çend seatan pêk hat, erênî dibînin.
Nûnerê Taybet ê Trump ê Sûriyê û Sefîrê Enqereyê yê Amerîkayê Tom Barrack têkildarî pêşketinên li Helebê li ser hesabê xwe yê fermî Xê daxuyaniyek da. Barrack anî ziman ku li Helebê şevê din agirbestek demkî hatiye ragihandin û wiha got: “Em agirbeta demkî ya şevê din li taxên Helebê yên bi navê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatî erênî dibînin. Ji bo vê pêşketina erênî û nîşandayîna niyeta wan a baş, ez spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Suriyê, Hêzên Sûriye Demokratîk, rayedarên herêmî û pêşengên civakê dikim. Ez hêvîdarim di encama vê hevkarî û alîkariya Xwedayê mezin de em dawiya hefteyê bi agirbestek mayînde, aramî û diyalogek kûrtir bibînin.”
Barrack anî ziman ku di dema qeyranan de piranî zelaliyek nû derdikeve holê û ev tişt gotin: “Ev agirbest destpêka riya hevpar a ji bo hemû pêkhateyên cuda yên Sûriyê, civak û dewletên cîran ber bi ewlehî, aştiya mayîn û hev qebûlkirinê ve bibe. Em niha ji bo vê yekê di nav xebatek jiyanî de ne. Dê asteng derkevin lê armancame ya sereke ji şer û pevçûnê zêdetir piştgirî dayîna hevkariyê ye. Em niha ji bo vê agirbestê piştî seat 9an jî bidomînin dixebitin.”













