Li gorî ofîsa serokwezîrtiya Iraqê, Nûnerê Taybet yê Amerîka yê Kar û Barên Suriyeyê Tom Barrack û Sudanî li Bexdayê civiyane.
Li gorî nûçeya Rojnewsê Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Nûnerê Taybet yê Amerîka yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, li Bexdayê civiyane.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan behsa rewşa Iraq û piştgiriya ji bo aramiya li Suriyeyê kirine. Li gorî daxuyaniyê her du aliyan ji bo çareseriya nakokiyên li herêmê nêrînên hev girtine û hate gotin ku Tom Barrack ragihandiye ku Iraq dikare ji bo armancên wan ên hevbeş, rolek girîng bilîze.










