• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

    Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

    Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    Tora trolan û hemalên derewan

    Tora trolan û hemalên derewan

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê SIBATA 2026an

    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

    Komîsyona Meclîsê îro xebatên xwe bi dawî dike: Rapor dê bê eşkerekirin

    Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

    Endamên MEBYA-DERê: Saziya me bi keda cangoriyên me hate avakirin

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    ‘Tevgera Azadiyê ziman ji nû ve zindî kir û parast’

    Tora trolan û hemalên derewan

    Tora trolan û hemalên derewan

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 18ê SIBATA 2026an

    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tora trolan û hemalên derewan

Lezgîn Akdenîz / AW

18 SIBAT 2026 - 09:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Nûçeyan – Di demên dawî de li ser medyaya dîjîtal, bi taybetî li ser platformên wekî Xê, Înstegramê û Facebookê zêdebûna hesabên ku di bin navê “Kurdbûnê” de êrişî siyaseta Kurdan dikin balê dikişîne. Çavdêrên medyayê hişyariyê didin û dibêjin, “Her bersiva ku hûn didin van hesaban, wan xurttir dike.”

Li cîhana dîjîtal, rêbazên manîpulasyonê her ku diçe hîn sofistîke dibin. Yek ji van rêbazan jî bikaranîna trolan e ku armanca wan a sereke reşkirin e. Li gorî analîzên dawî, gelek hesabên sexte an manîpulatîf, bi nasnameyên sexte xwe li qada siyaseta Kurdan bi cih dikin û hewl didin dubendiyê çêbikin. Bi taybetî li ser platforma Xê di demên dawî de tevgereke organîzeyî derketiye holê ku xwe di bin nasnameya “Kurdbûnê” de vedişêre, lê di rastiyê de bi awayekî sîstematîk êrişî siyaseta Kurdan dike. Ev trol, bi belavkirina agahiyên nerast, heqaret û manîpulasyonan, hewl didin civakê bixin nava bêhêvîtiyê û tevlîheviyê.

Pêla koordînekirî ya êrişan

Ev rewş qet ne tesaduf e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êriş, tam di wê rojê de dest pê kirin ku hemû hesabên çapemeniya Kurd ên dijital û hesabên bi sedan rojnamegerên Kurd hatin girtin. Piştî vê bêdengkirinê, li ser medyaya Tirk nûçeyên derew hatin belavkirin û hevdem bi sedan hesabên sexte yên bi navên Kurdî, êrişî Tevgera Azadiyê kirin. Bi rêya bot û hesabên din hejmara ecibandin û şîroveyan an parvekirinan bilind dikin. Armanc ew e ku di hişê bikarhênerê Kurd de piraniya gel wekî wan difikire ava bike.

Li Tirkiyeyê, Saziya Serokatiya Enformasyonê budçeyên mezin ji bo kontrolkirina medyaya dijîtal vediqetîne. Hinek ji van profîlan rasterast ji aliyê van navendan ve, bi awayekî profesyonel û li gorî hin armancan tên birêvebirin. Beşek ji van jî ciwanên Kurd in ku haya wan ji vê lîstika qirêj an ji ber bandora vê propagandayê, tev li vê pêla trolan dibin. Ciwanên Kurd ên ku ji ber kêmasiya polîtîk, bêyî ku bizanibin dibin hemalên derewên ku tora trolan hildiberîne.

Armanc çi ye?

Armanca wan a sereke xerabkirina zemîna nîqaşê û şêlûkirina hişê Kurdan e. Ew dixwazin baweriya gel a li dijî siyasetmedarên Kurd bişikînin. Bi rêya zimanê jehrî dixwazin asta nîqaşa polîtîk ji holê rakin ku êdî kesên xwedî ramanên cidî newêribin tiştekî binivîsin. Dixwazin civakê bikin du beşên dijminên hev û Kurdan li hemberî hev sor bikin.

Algorîtma pevçûnê xelat dike

Ev tor, taktîka ku di lîteratûrê de jê re “Tevgereke gel a sexte tê gotin”, bikar tînin. Profilên wan bi alayên Kurdistanê, wêne û sembolên neteweyî hatine xemilandin û navên wan Kurdî ne. Lê naveroka wan tenê êriş, reşkirin û dijîtî ye. Bi vî awayî, ew xwe wekî dost nîşan didin da ku jehra xwe hêsantir belav bikin. Îdiayeke bêbingeh diavêjin holê û vê derewê wekî agahiyeke veşartî pêşkêş dikin. Dema trolek tiştekî dinivîse, bi dehan trolên din di heman demê de tên, wê diecibînin û parve dikin. Ev yek, li ser bikarhênerê din ên medya dîjîtal vê hîsê çêdike; “Waa, her kes wisa difikire, nexwe ev rast e.”

Xefika algorîtmayê

Mekanîzmaya torên medya dîjîtal li ser danûstandinê ava bûye. Dema ku bikarhênerek rastî posteke provokatîf tê, pir caran ji hêrsa xwe bersivê dide, şîrove dike an jî wê postê parve dike. Lê belê, ev tam tişta ku manîpulator dixwazin e. Li gorî prensîba van platforman her şîrove, her parvekirin û her ecibandin algorîtmayê dixapîne û peyamê dide ku “ev naverok girîng e.” Bi vî awayî, posta wan trolan dikeve pêşiya bi hezaran mirovên din. Pispor destnîşan dikin ku “Hêza van hesaban ne ji rastiya gotinên wan, lê ji bersivdayînê tê.”

Paşguhkirin û astengkirin

Çavdêrên medyaya dîjîtal pêşniyar dikin ku ev hesab divê yekser bên paşguhkirin an jî astengkirin. Her wiha, rewşa bikarhênerên dilsozên ku ne agahdar in jî girîng e. Gelek kes bêyî ku bizanibin dikevin vê xefikê û dibin parçeyek ji belavkirina wan peyaman. Li şûna ku mirov bi van kesan re bikeve şer, divê bi zimanekî nerm û hişyarker nêzîk bibin û mekanîzmaya manîpulasyonê ji wan re were vegotin. Hêza civakê ya li ser medyaya civakî, di zanîn û hilbijartina bertekan de veşartî ye. Bi paşguhkirina trolan û nehiştina belavbûna jehra wan, bandora wan a li ser siyaset û civakê dikare were şikandin.

Cudahiya rexne û reşkirinê

Di vê pêvajoyê de xaleke girîng jî tevlihevkirina “rexneyê” û “reşkirinê” ye. Civakeke zindî bêguman hewceyî rexneyê ye. Lê belê pîvanên vê zelal in. Rexne, bi delîlan tê kirin, armanca wê sererastkirin û çareserî ye. Zimanê wê avaker e. Reşkirin, bi heqaret, derew û manîpulasyonê tê kirin. Armanca wê tenê hilweşandin û bêrûmetkirin e. Trolên ku di bin maskeyên cuda de êriş dikin, bi gelemperî rêbaza duyemîn bikar tînin û armanca wan ew e ku bikarhêneran bikişînin nav nîqaşên bêencam û asta zimanê siyasî daxînin. Zirara van trolan ne tenê li ser medyaya dîjîtal dimîne, bandorê li jiyana rastîn jî dike. Kesên ku van parvekirinên bêbingeh dibînin, dibêjin qey her tişt xirab bûye û hêviya xwe ji siberojê dibirin. Ev yek, di navbera Kurdan de şik û gumanan çêdike û dibe sedema fitneya navxweyî.

 

 

 

Etîket: Medya Dijîtaltroltrolên medya dîjîtal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

24 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tora trolan û hemalên derewan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Peyasê gotûbêja pirzimanî li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan bang li serokên partiyan kir: Werin em bi mazuvaniya Erdogan bicivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Rezanê Meclisa Ziman ava kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (664)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne