Serokê DYAyê Trump ji ber ku Spanyayê destûrê neda Amerîka bargehan bi kar bîne, ferman da ku hemû têkiliyên bazirganî bi Spanyayê re bên qutkirin.
Serokê DYAyê Donald Trump îdia kir ku Spanyayê destûr nedaye artêşa DYAyê baregehên xwe ji bo mîsyonên têkildarî êrîşên li ser Îranê bikar bîne û daxuyand ku hemû têkiliyên bazirganiyê wê bên qutkirin.
Trump ji rojnameheran re axivî û got ku wî ferman daye Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent ku têkiliyê bi Spanyayê re qut bike. Trump got, “Em ê bazirganiya bi Spanyayê re qut bikin. Em naxwazin tu têkiliya me wê bi Spanyayê re hebe.”













