Serokê Amerîkayê Donald Trump rejîma Îranê bi zimaneke tund hişyar kir. Di hişyariyê de ji rejîam Îrane re got ku hûn êriş bikin, em dê bi hêzeke nedîtî ya heta anha niha nehatiye dîtin liwedin.”
Serokê Amerîkayê Trump piştî kuştina Serokê Olî yê rejîma Îranê Alî Xamaney di ser hesabê xwe yê Truth Socialê de careke din Îranê hişyar kir û di hişyariyê de ji Îranê xwest ku êriş nekin û wiha got: “Divê Îran dev ji gef û êrişan berde, heke Îran dev ji gef û êrişan bernede dê Amerîka bi çekeke ne diyar êriş bike.”
Trump di peyama xwe de taybet bal kişand ser êrişeke nedîtî ya nû û wiha got: “Rayedarên Îranê diyar dikin ku dê îro ji hemu carên din dijwartin êriş bikin. Lê ez wan hişyar dikim ku ew vê yekê nekin. Heke bikin, em dê bi hêzeke ku heta niha ti carî nehatiye dîtin û nehatiya bikaranîn êrişê Îranê bikin. Spas ji bo baldariya we!”













