Serokê Amerîkayê Donald Trump, di merasîmeke li Qesra Spî de axivî û diyar kir ku çavkaniyên pêbawer ji wî re gotine ku înfazkirinên li Îranê rawestiyan e.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, di merasîmeke li Qesra Spî de axivî û li ser pêşketinên dawî yên li Îranê agahî dan. Trump diyar kir ku ji wî re hatiye ragihandin ku darvekirin li Îranê hatine rawestandin. Trump got, “Niha ti planên darvekirinê yan jî înfazkirinê nînin. Min ev ji çavkaniyên pêbawer bihîstiye, em ê di demên pêşiya me de bibînin. Ger tiştek wisa biqewime, em ê pir xemgîn bibin. Lêbelê, li gorî agahiyên ku min wergirtine, înfazkirin rawestiyan e. Ew ê tu kuştinan pêk neynin.”













