Serokê Dewletên Yekbûyî yê Aamerîkayê Donald Trump daxuyanî da rojnamegeran û di daxuyaniya xwe de peyama destwerdana bejahiyê ya li Îranê da.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump duh bi şev daxuyanî da û bal kişand ser hêza pêşxistina pergal û çeka nukleerî ya li Îranê û wiha got: “Heke ji bo jiholêrakirina xetereyên çêkirina çeka nukleerî û dewlemendkirina uranyûmê çi pêwîst bike divê ew bê kirin.”
Trump di dema brîfîngekê ya di balafira Hêzeke Hewayî (Air Force One) de ji nûçegihanan re ev yek anî ziman: “Di demekê de, belkî em ê vê yekê bikin. Ew dê bibe tiştekî pir baş.”
Trump diyar kir ku wan qadê şopandiye, lê ew dikarin paşê vê jî bikin.
Dema ji Trump hat pirsîn “Ka gelo dê leşker di qada bejahiyê de bikevin dewrê an na?” Trump vê îhtîmalê red nekir û got: “Gelo dibe ku biqewime? Dibe ku sedemek pir baş hebe, sedemek pir baş.”
Trump vê gotina xwe wiha temam kir: “Ez dikarim ji we re bibêjim ku heke em rojekê dest bi şerê erdê bikin, ew ê ewqas belav bibin ku ew ê nikaribin li ser erdê şer bikin.”
Amerîka û Îsraîl ji 28ê Sibatê ve êrişên xwe yên dijwar ên bi ser Îranê ve didomînin.













