Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya sanal xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê îlan kir.
Hêzên taybet ên girêdayî Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê bi operasyonekê Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji Venezuelayê desteser kir birin Amerîkayê. Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump ser hesabê xwe yê medya sanal xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê îlan kir.
Hesabê biryara dadgehê nekir
Dadgeha Destûrê ya Venezuelayê Cîgira Serokê Venezuelayê Nicolaas Maduro, Delcy Dodriguezê wek seroka demkî ya Venezuelayê diyar kir. Donald Trump bê ku hesabê biryara dadgehê bike, xwe wek serokê demkî yê Venezuelayê îlan kir. Ev helwesta Donald Trump li ser medya sanal bû mijara pêkenokan.
Delcy Rodriguez hat hişyarkirin
Donald Trump gef li seroka demkî Delcy Rodriguez xwar û jê re got ku heke ew hevkariya wan neke dê aqûbeta wê ji serokê berê yê Venezuelayê Nicolas Maduro “xerabtir” be.













