Bi pêşengiya TUAY-DERa Sêrtê serdana Abdûlmecît Yuksekbag ê ku piştî 33 salan ji zindanê hatibû berdan hate kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê serdana Abdûlmecît Yuksekbag ê ku piştî 33 salan ji zindanê hatibû berdan hate kirin. Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Sêrtê, Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysi, Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û saziyên sivîl beşdarî serdanê bûn. Girse beriya ku biçe mala serdana Abdûlmecît Yuksekbag bi awayekî li hev civiyan û bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” heta cihê serdanê meşiya. Malbata Yuksekbag bi kêfxweşî girse pêşwazî kir.
‘Em bejna xwe li ber keda hemû hevalan ditewînin’
Hevserokê TUAY-DERa Sêrtê Ahmet Murat Gogun di serdanê de axivî û got: “Em li ser navê saziya malbatên girtiyan û hemû saziyên ku hatine serdanê bi xêr hatina hevalê me Abdûlmecît dikin. Em hêvî dikin ku di serî de Serok Apo û hemû hevalên me yên di zindanan de bigihêjin azadiya xwe. Em bejna xwe li ber keda hemû hevalan ditewînin. Em hêvî dikin ku bi hatina wan em ê pêvajoya heyî û destê Serok Apo xurt bikin.”
‘Em tev zanin ku mîmarê vê pêvajoyê Rêbertî ye’
Abdûlmecît Yuksekbag bi xêr hatina mêvanan kir û wiha axivî: “Ev demeke ku pêvajoyeke hatiye destpêkirin. Ev pêvajo ji bo me dibe hêvî, yekîiî, wekhevî û dibe demokrasiya civakî. Em tev zanin ku mîmarê vê pêvajoyê Rêbertî ye. Em ê her tim bi hêvî bin ku ew ê rewşeke baş û xweş derbas bibe. Em hêvî dikin ku wê hemû hevalên me û Rêber Apo jî bigihêjin azadiya xwe.”
Piştî axaftinan sedan bi dawî bû.














