TUHAY-DERa Wanê di çarçoveya bernameya 8ê Adarê de ji jinên girtî re kefiyên 8ê Adarê şand.
Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) li avahiya komeleya xwe xwe, ji bo girtiyên jin, bi boneya 8ê Adarê kefî amade kirin. Jinan kefiyên ku amade kiribûn di çerçoveya bernameyên 8ê Adarê de, bi rêya posteyê ji jinên di girtigehên Kocaelî û Wanê de tên ragirtin re şandin.
Jinên ku ji bo piştgiriyê ji jinên girtî re kefî şandine têkildarî têkoşina jinan, 8ê Adarê hest xwe parve kirin
‘Jin ked e’
Dayika Sosin Oktayê bi bîr xist ku jin bingeha malê ye û got: “Jin çi ye? Jin di dirokê de gelek bi qedir û qîmet e. Jin bingeha malê ye, dayik e, xwişk e, ked e. Jin ew e ku di zindanan de kulîlk wekirine û di dilê me de dikelin. 8ê Adarê li hemû jinên berxwedêr ên di girtigehan de tên ragirtin û tevahî jinên cîhanê pîroz be.”
‘Em hêza xwe ji jinên li girtîgehan digirin’
Perîhan Sogukbulakê da zanîn ku jin hêza xwe ji jinên di girtigehande de tên girtin distînin û wiha axivî: “Em hêza xwe ji jinên girtigehan digirin. Heke ew li zindanan de ew qas li berxwe bidin divê em jî li derve berxwe bidin. 8ê Adarê li hemû jinên di girtigehan û cihanê piroz be.”
‘Ew li hundir em li derve têdikoşin’
Bêrîvan Polatê jî bi lêv kir ku têkoşina jinan, di girtigehan de jî li derve jî tê domandin û ev tişt anî ziman: “ Hêvî û armanca me ew e ku hemû jinên di girtigehan de tên girtin werin berdan û em 8ê Adara 2027an bi hev re pîroz bikin. Ew di zindanan de lê em jî li derve vê têkoşînê didomînin. Ez hemû jinên girtî silav dikim. 8ê Adarê li wan jî pîroz be.”



















