• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gelê taxa Gaziyê li dijî êrîşên li dibistanan meşiya

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Gokhan Ertok ê ku daneyên Gulistan Doku jê biribû hate girtin

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Xwendekarên Lîseyê: Bila Yusuf Tekin demildest îstifa bike!

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    Nûçegihanê Kanal 8 hate berdan

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    YNK: Guherîna Waliyê Kerkûkê encama lihevkirinekê ye

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

    ‘Sendîkayên girêdayî KESKê dê di 16 û 17ê nîsanê de nexebitin û bikevin grevê’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulten Kişanak: Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in

Agirî/ AW

2 ADAR 2026 - 14:11
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Siyasetmedar Gulten Kişanak di civîna jinan a li Bazîdê de axivî û got: “Li mal rûniştin ji Kurdan re heram e. Kes li cihê ku lê rûniştiye maf û azadiyê nade kesî. Ji ber wê em ê bixebitin, deriyên girtîgehan vekin û qanûnên azadiyê derxin. Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya bernameyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi şiara “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” li navçeya Bazîda Agiriyê civîna jinan pêk anî. Civîn li Parka Şaredariyê ya Kevin hat darxistin û aktîvîstên TJAyê Gultan Kışanak, Zekiye Îlbasan, Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî û gelek jin tevli bûn.

Jin bi cil û bergên neteweyî tevli civînê bûn û alên TJAyê û yên li ser “Jin, jiyan, azadî” dinivîsî rakirin. Jin ji avahiya DEM Partiyê ya Bazîdê heta qada civînê bi pankarta “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihonin” meşiyan. Li cihê civînê dovîzên “Em di jiyana azad û wekhev de bi biryar in”, “Berxwedana jinên ciwan deng daye qadên azad” û “Bi rihê hevaltiya komûnalîst Rêbertiya xwe azad bikin” hatin hilgirtin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir û piştre aktîvîsta TJAyê Zekiye Îlbasan axivî. Zekiye Îlbasan bal kişand ser neheviya jin û mêr û girîngiya dîrokî ya 8ê Adarê. Zekiye Îlbasan diyar kir ku divê jin xwedî li keda xwe ya hatiye dizîn derkevin û got: “Ji bo keda me diyar bibe divê qanûn derkevin. Em ê ji bo vê têkoşîna xwe bidomînin. Jinên ku li dijî DAIŞê têkoşiyan, bi zîhniyeta mêr têne qetilkirin. Ev ne qetilkirinek ji rêzê ye. Bedena jinê ji qata çaremîn tê avêtin, porê jinê tê birîn. Ev nîşaneya tirsa ji jinê ye. Çi dikin bila bikin, jin dê di her qadê de berxwedana xwe bidomînin. Êrîşî paradîgmaya azadiya jinê ya Birêz Ocalan dikin. Ev paradîgma ji dinyayê re bû mînak. Ji ber ku jin beşa herî kedkar a civakê ne, herî zêde êrîşî jinan dikin. Çi dikin bila bikin, nikarin dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibirin. Bila her jin bawerî bi xwe bîne. Bi gulekê bihar nayê, lê gul biharê diafirînin. Em ê bi Sarayan, Nagîhanan û Sema Yûceyan biharê bînin.”

‘Silav ji Îmraliyê re’

Piştre Berdevka Meclîsa Jinan a DBPê Bêrîvan Bahçecî axivî. Bahçecî diyar kir ku her qad hatiye “mêrkirin” û qad ji jinan re nehatiye hiştin. Bahçecî got: “Ji bo avakirina ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ em ê bi dengê jinê di her qadê de bin. Paradîgmaya Birêz Ocalan dibêje ku ji bo azadiya civakê divê pêşî jin azad bibe. Ji ber wê divê jin di her qadê de dengê xwe bilind bikin. Ji vir silav ji Îmraliyê re. Salek ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de ragihandibû, derbas bû. Em salekê ye ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Heta jin werin qetilkirin em nikarin behsa maf, hiqûq û azadiyê bikin. Em zîhniyeta ku bi hişmendiya DAÎŞê jinan qetil dike şermezar dikin. Em Sara, Nagîhan, Arîn Mîrxan û hemû jinên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Rêya wan dê bibe ronahiya me. Em paradîgmaya Rojava diparêzin.”

‘Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in’

Herî dawî Gultan Kişanak axivî û got: “8ê Adarê roja yekîtî û piştgiriyê ye. Îro Rojhilata Navîn a nû tê avakirin. Kurd jî dê êdî bi ziman, nasname, çand û îradeya xwe cihê xwe bigirin. Pêşengiya vê jin û gelê me dikin. Heta gelê min azad nebe ez jî azad nabim. Azadiya jinê ne tenê şîarek e, heqîqetek e. Dayikên me azarên herî giran kişandin. Di serma û berfê de bi agirê dilê xwe li qadan bûn. Deynê me ji van dayikan re heye. Deynê me yê aştîyê ji dayikan re heye. Ji ber wê, li mal rûniştin ji Kurdan re heram e. Kes li cihê xwe rûniştî maf nade kesî. Em ê bixebitin, deriyên girtîgehan vekin û qanûnên azadiyê derxin. Her kes divê xwe berpirsiyar û fermandar bibîne. Fermandarê aştî û civaka demokratîk hûn in.”

Piştî axaftinan hunermend Baran Bozyel derket ser dikê. Civîna jinan bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.

Etîket: 8ê AdareBazîdBerîvan BahçecîcivînGultan KişanakZekiye Îlbasan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amedsporê bang li alîgirên xwe kir: Dem dema yekbûnê ye

Amedsporê bang li alîgirên xwe kir: Dem dema yekbûnê ye

15 NÎSAN 2026
Îran pergala Tengava Hurmuzê diguherîne

Li Parîsê ji bo parastina Tengava Hurmuzê dê civînek bê lidarxistin

14 NÎSAN 2026
Pezeşkiyan û Putîn civiya: Ji bo aştiya mayînde amade ne

Pezeşkiyan û Putîn civiya: Ji bo aştiya mayînde amade ne

12 NÎSAN 2026
Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

12 NÎSAN 2026
Hevseroka PYDê: Mafê gelên Sûriyeyê ji holê hatin rakirin

Hevseroka PYDê: Mafê gelên Sûriyeyê ji holê hatin rakirin

11 NÎSAN 2026
Civîna Meclîsa Jinan dest pê kir: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

Civîna Meclîsa Jinan dest pê kir: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

10 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    TEV-KOM hat avakirin: Di bin sîwana têkoşîna kolektîf de bibin yek

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kanîreşê berxwedana li dijî JESê: Em nahêlin erdê me bê talankirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Atolyeya ‘Tenduristiya bi Kurdî’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deşta Geverê bi pîvokan xemilî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Colemêrgî nasnameya bajêr li magnet û solan dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamedova: Werin em bi stran û zimanê xwe yê şîrîn hevdu hembêz bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Li Tirkiyeyê qanûnek ku pêşî li bidestxistina çekan bigire tune ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mele Talhat Tûrhan koça dawî kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (579)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne