• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê: Ji bo em avekê li vî agirî bikin em ê biçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê: Ji bo em avekê li vî agirî bikin em ê biçin Enqereyê

    Dîmenên ku rejîma Îranê gel gulebaran dike hat weşandin

    Dîmenên ku rejîma Îranê gel gulebaran dike hat weşandin

    Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

    Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Cenazeyê Ziyad Heleb gihîşt Kobanê

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    Di êrîşa li ser Siwêydayê de 4 kes birîndar bûn

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    IHRNGO: Dibe ku li Îranê zêdetirî du hezar kes hatibin kuştin

    Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê: Ji bo em avekê li vî agirî bikin em ê biçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê: Ji bo em avekê li vî agirî bikin em ê biçin Enqereyê

    Dîmenên ku rejîma Îranê gel gulebaran dike hat weşandin

    Dîmenên ku rejîma Îranê gel gulebaran dike hat weşandin

    Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

    Li Amedê ji bo Helebê daxuyanî hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Bêdengî hevkariya sûc e
Tuncer Bakirhan: Aloziya Sûriyeyê li dijî pêvajoyê darbe ye

Enqere / AW

11 ÇILE 2026 - 13:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE, VÎDEO, WÊNE
A A
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari tekildarî êrişên li ser taxên Helebê û bêdengiya hêzên navneteweyî daxuyanî dan. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku bêdengiya li hemberî geşedanan hevkariya sûc e. Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku li Helebê alozî kûr bibin dê ev alozî li ser pêvajoya çareseriyê jî bandorê bike û got ku ev yek li dijî pêvajoyê darbe ye.

 

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan tekildarî êrişên hikumeta demkî ya Şamê li dijî êrişên hikumeta Şamê û komên giredayî Tirkiyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li navenda xwe ya giştî daxuyanî dan. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Keskîn Bayindir, Serokwekîlên DEM Partî Gulîstan Kiliçkoçyigit, Sezaî Temelî, Berdevka DEM Partî Ayşegul Dogan û parlamenterên DEM Partî jî li eywana daxuyanî hat dayin amade bûn.

Di daxuyaniyê de ewilê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew bi koma parlamenterên xwe re li ser geşedanên dawî û êrişên ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê civiyanê. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku êrişên ser taxên Helebê li dijî mirovahiyê ne û wiha got: “Hikumeta Şamê bi awayekî şenber diyar kir ku ew li gor hevpeymanê tevnagerin. Bi sembolên DAIŞê êrişî taxên Kurdan dikin. Xwîna Kurdan ji xwe re helal dibînin. Berxwedareke Kurd li ser avahiyeke de tê avetin. Yên ku vê dikin koma hovan e. Di tu bawerî û birdozyan de ew nayê qebûl kirin.”

‘Heke Kurd ne di ewlehiyê de bin li Sûriyê aramî pêk nayê’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku divê hemû kes li dijî êrişên ser taxan, dengê xwe bilind bikin û wiha axivî: “Ew berxwedan ne tenê ya 2 taxan e. Di heman demê de diyarkera pêşeroja Sûriyeyê ye. Divê qada navneteweyî bêdeng nemînê. Bêdengî hevkariya vî sûcî ye. Em bang li qada navneteweyî dikin ku berpirsyariya xwe bi cih bînin. Van êrişan demildest bidin rawestandin. Êrişên HTŞê û çeteyan li dijî mirovî ne. Bi armanca Helebê bê Kurd bihêlin. Li dijî vê yekê ne tenê Kurd lê divê hemû kes li dijî vê dengê bilind bike. Bi dijminatiya Kurd nikarin tiştek bi destbixînin. Weke DEM Partî em ji bo Suriye pergaleke wekhev û azad dixwazin û mîsogeriya mafên Kurdan dixwazin. Heke Kurd ne di ewlehiyê de bin li Sûriyê aramî pêk nayê. Heta hemû gel û bawerî azad nebin li Sûriyê aramî pêk nayê.”

‘Berpirsyariya xwe pêk bînin’

Tulay Hatîmogullari gotinên Wezîrê Parastinê jî rexne kir û wiha got: “Dest ji wan gotinên xwe yên ku xwe berpirsyar nabînin berdin. Desthilat û dewlet divê agir gur nêkin û rêya dîaloge vêkin. Em agirbesta niha berdewam dike girîng dibinin û dixwazin ew agirbest berdewam bike. Em bang li hemû kesên berpirs dikin ku berpirsyariya xwe pêk bînin. Divê çareseriyeke mayindê pêk were. Em ê jî ji bo çareseriyeke mayindê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Em ê hem li Tirkiye û hem jî li Sûriyê ji bo aştiyeke mayindê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Destê xwe li ser jinên Kurd vêkişînin’

Tuncer Bakirhan jî ji malbatên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku li taxên Helebê ne tenê êriş komkujiyek pêk tê û ev tişt anîn ziman: “Hedefgirtina zarok û jinan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Rejîm hemû hevpeymanan binpêdikin û êriş dikin. Em jî li vir dibêjin destê xwe li ser jinên Kurd vêkişînin. Dilê gelê Kurd ji bo Şêxmeqsûd diaveje. Em berxwedarên li wir silav dikin. Gelê Kurd ne bi tenê ne. Em bang li kesên şer gur dikin dikin ku rêya dîaloge vêkin. Gotinên Hakan Fîdan şer û qirîzan kur dike. Em dipirsin; Tu dîplomatê an leşker e? Ev gotin bandoreke neyînî li ser pêvajoyê dike.”

‘Li dijî pêvajoyê darbeyê’

Tuncer Bakirhan diyar kir aloziya li Helebê li dijî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dest pê kiriyê darbe ye û ev tişt gotin: “Heke li Helebê şer û kriz kûr bibe li vir jî çareserî nabe. Ji bo wê ew darbeya li dijî pêvajoyê ye. Çareserî diyar e. Divê HSDê û Tirkiye û li ser masayeke rûnin û pirsgirêkan bi rêya dîalog çareser bikin. Tu kes nikarê Kurdan ji Helebê koçber bikin. Kurd sed salin li Helebê bûn û dê hertim jî li Helebê bin.”

Etîket: daxuyanîHevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Tuncer BakirhanŞêxmeqsûd û Eşrefîye
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Qilebanê êrişên ser Kurdên Helebê hat şermezarkirin

Li Qilebanê êrişên ser Kurdên Helebê hat şermezarkirin

11 ÇILE 2026
Li Şêxmeqsûd agirbesteke qismî hat îlankirin

Li Şêxmeqsûd agirbesteke qismî hat îlankirin

10 ÇILE 2026
Êrişên Helebê li Kanadayê hatin protestokirin

Êrişên Helebê li Kanadayê hatin protestokirin

10 ÇILE 2026
Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

Hêzên Şêxmeqsûdê îdiayên hikûmeta demkî derewandin

10 ÇILE 2026
Êrîşên li ser taxên Helebê li Manîsayê hatin şermezarkirin

Êrîşên li ser taxên Helebê li Manîsayê hatin şermezarkirin

9 ÇILE 2026
Yekitiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê: Hikûmeta Sûriyê zalim e

Yekitiya Zanayên Îslamê ya Kurdistanê: Hikûmeta Sûriyê zalim e

9 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (384)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne