Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî hevdîtina Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû axivî û destnîşan kir ku divê rapora komîsyonê demildest bi raya giştî re bê parvekirin û Davûtoglû jî got ku ger gavên şaş bên avêtin, dê careke din ber bi pêvajoyeke pevçûnê ve biçin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû piştî hevdîtina bi rojeva Rojavayê, civîneke çapemeniyê li dar xistin.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku wan serdana Rojava û Peymana 30yê çileyê ya di navbera Şam û HSDê de hatiye îmzekirin bi awayekî erênî dîtine û destnîşan kir ku divê peyman were bicîhanîn û divê Tirkiye jî beşdarî pêvajoyê bibe. Tulay Hatîmogûllari daxwaza vekirina Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê kir da ku alîkariya mirovî ji Tirkiyeyê bigihîje Kobanê û xwest ku rapora komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin demildest bi raya giştî re were parvekirin.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku derxistina qanûnên taybet, vekişandina qeyûman, bicîhanîna biryarên DMMEyê û berdana girtiyên siyasî dê baweriya gel zêde bike.
Ahmet Davûtoglû jî bal kişand ser xetereyên jeopolîtîk ên li herêmê û diyar kir ku gavên xelet û provokatîf dikarin bibin sedema pêvajoyeke pevçûnê. Davûtoglû destnîşan kir ku sê stûnên pêvajoyê hene: Tirkiye, Iraq û Sûriye û aştî tenê bi baweriya hevbeş û aqilê selîm mimkun e.













