Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Newroza Stenbolê axivî û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pek werin. Em Newroza birêz Ocalan jî pîroz dikin û daxwaza azadiya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”
Newroza Stenbolê bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Yenîkapiyê bi coşeke mezin didome. Newroz bi axaftinên siyastmedaran berdewam kir. Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel derket ser dikê axivî û anî ziman ku Newroz li dijî zilma Dehak bi serhildana Kawayan û heta berxwedana Mazlûm Doganan bi sê darikên niftikê heta roja îro hatiye. Sebahat Tuncel bi lêv kir ku gel her sal tevî baran û sermayê bi daxwaza azadiyê qadên Newrozê tijê dike û got: “Em naxwazin ji bo em Kurdin werin înkar kirin û qetilkirin. Ji bo jinin rastî kuştinê werin. Em jiyaneke nû dixwazin.”
Sebahat Tuncel, Sirri Surreya Onder jî bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan. Em dixwazin Serok Apo jî azad bibînin. Di Newrozên pêş de li cem xwe bibinin û agirê Newrozê bi hev re pêxinînin. Bila Rêberê gel azad be. Em weke jinên Kurd û azad soz didin peyama ku Serok Apo şandibû û dibêjin em ê azadî û demokrasiyê ava bikin. Ji bo wê jî bibin pêşengê vê pêvajoyê. Em nebesiyên xwe danîn aliyekî û azadiyê ava bikin. Divê gavên şenber jî êdî bên avetin. Em careke din Newroza jin, ciwan û hemû gelan pîroz dikin. Newroza wê pîroz be.”
‘Li dijî Dehakên hemdem di têkoşîna Kawayê hemdem de bi hev re ne’
Piştî Sabahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari Newroza gel pîroz kir û wiha axivî: “Her bijî Stenbol. Ez Sirri Süreyya Onder ku me di têkoşîna aştiyê de windakir û Salîh Muslîm ku çend roj berê winda kir bi rêzdarî bibîrtînim. Em ji bo merasîma cenazeyê SalÎh MuslÎm çûn Kobanê ye. Me li Kobanê ye ji we re silavên germ anîn. Ew Newroz li çar aliyên welat ne tenê ji desthilatê re ji hemû cîhanê re peyama aştî û azadiyê dide. Em jî li dijî Dehakên hemdem di têkoşîna Kawayê hemdem de bi hev re ne. Em li vê erdnîgariyê komara Demokratîk bi hev re ava bikin. Gava yekem demokratîkbûyîn e.”
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku pêşeroja welat ne bi dijminatiyê lê bi aştiyê û demokrasiyê ava dibe û axaftina xwe wiha domand: “Daxwaza aştiyê ya Amedê û daxwaza demokrasiyê ya Stenbolê yek e. Selahattîn Demirtaş, Figen Yuksekdag, Ekrem Îmamogulu û hemû girtiyên siyasî divê bên berdan. Bê hiqûqî divê bi dawî bibin. Em Newroza Ayşe Gokkan û hemû girtiyên siyasî pîroz dikin.”

‘Em ji vir Newroza birêz Ocalan pîroz dikin’
Tulay Hatîmogullari, Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî pîroz kir û got: “Perspektîfa demokratîkbûyina Rojhilata Navîn û aştiyê birêz Ocalan nişan dide. Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pêk werin. Em Newroza birêz Ocalan jî pîroz dikin û daxwaza azadiya birêz Ocalan careke din tînin ziman. Em ji xwe bawerin, siyaseta xwe bawerin û ji we bawerin. Ji bo demokrasî û aştiyê têkoşîna me dê bidome.”
‘Îro ruhê Kawa derketiye qadan û dîrokê ji nû ve dinivisînin’
Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş jî derket ser dikê Newroza gel pîroz kir û ev yek anî ziman: “Li erdnîgariya me geşedanên dîrokî diqewimin. Gelê me jî di nav van geşedanan de berxwedaneke dîrokî didin. Îro ruhê Kawa derketiye qadan û dîrokê ji nû ve dinivisînin. Newroz îro bûye pîrozbahiya gelan. Hezar caran silav ji berxwedana we re. Bila Kurd bi Kurdbûna xwe, Tirk û hemû gel û netew bi nasname û baweriya xwe hebin. Lê bila hemû bi awayekî wekhev bi hev re bijîn. Em ê bi hev re mil bi mil bitêkoşin. Em çiqas bixebitin em ê ew qas bi serbikevin.”
‘Şûna birêz Ocalan ne girtîgeh e li rex gelê xwe ye’
Meral Daniş Beştaş ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî silav şandin û wiha got: “Şûna birêz Ocalan ne girtîgeh e li rex gelê xwe ye. Bi milyonan kes daxwaza azadiya birêz Ocalan dikin. Her wiha di girtîgehan bi hezaran girtiyên siyasî hene. Em hemûyan re azadiyê dixwazin. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û ew sepanên li dijî hiqûqî bi dawî bibin. Stenbol bajarê herî mezin a Kurdan e. Werin em li vir bi hev re aştî û demokrasiyê ava bikin. Hevşeredarê Stenbolê girtiyê. Em dibêjin bila ew bê hiqûqî jî bi dawî bibin Stenbolê yên Stenbol hilbijartiyê bi rê ve bibin, Mêrdînê jî yên Mêrdînê hilbijartiyê bi rê ve bibin.”














