Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, di merasima cenazeyê Sirri Sureya Onder de axivî û got: “Em soz didin em ê soza te ya aştiyê pêk bînin. Em soza xwe didin hemû kesên xwîna xwe daye. Em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê. Dê tovên aştiyê teqez jîn bibin û bibe baxçeyê rengo rengo.”
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku 18 rojan li nexweşxaneyê Florence Nightingale dihat tedawî kirin, duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo Sirri Sureyya Onder li AKMê ya Taksîma Beyoglû ya Stenbolê bernameya bi bîranînê hat lidarxistin. Siyasetmedar, hunermend jî di navde bi hezaran kes beşdarî biranînê bûn. Malbata Sirri Sureyya Onder, hevserokên Giştî yên DEM Partî Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari jî li cihê bi bîranînê mêvanan pêşvazî kirin.
Beriya axaftin bên kirin darbesta Sirri Süreyya Onder ku wêneyê wî li ser bû anîn eywana bîranînê. Dema darbest hat eywanê girsê rabû ser lingan û li çepikan dan. Girsê bi yek dengî dirûşmeya, “Şehîd namirin”, “Ji şer re na demildest aştî” û “Bjî yekitiya gelan”, “Elçiyê aştiyê li Îmraliyeyê”, “Heval Sirri nemir e” hat berzkirin. Qurnefîl û tulbenta sipî hat daliqandin. Bîranîn bi deqîqeyeke rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona qala têkoşîna qala jiyana Sirri Süreyya Onder dikir hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê axaftinan destpêkir.
Ewil Keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemir di bîranîne de axivî û wiha got: “Min her tişt ji bavê xwe di pirsî. Ez têra dostaniya wî nebûm. Ji ber ku te zêde wextê xwe ji min re neqetand ez xwe ji te aciz nakim. Bêyî tu tiştikî ji kesî bixwaze, bêyî tu deynekî li pey xwe bihêle û tu çû. Tu bê pere û bê deyen çû. Roja dawî ku min tu li ser piyan dît, te poşeteke portakal û kutiyek hêk dabû me. Gotinên te yên dawî hîn di gunê min de olan didin. Sozên ku te pêk neanîn tune bû. Te dixwest aştiyê bijî. Bila çavê te li pişt nemîne. Ez dizanim baran ber bi jor ve nabare. Tu ba şûna valahiya te tijî nake. Lê baweriya me tam e. Ez bi te serbilind im.”
Dema Ceren Onder di axivî girseya li salonê bê navber dirûşmeya “Şahid namirin” berz kirin.
Piştre birayê Sirri Sureya Onder Alî Onder axivî û wiha got: “Dostên hêja, birayê min di 2012an de bi rojnameyan û televîzoyanan zêde eleqeder bû. Carekê got divê ez tev li siyasetê bibim. Min pirsî çima? Got ‘Divê li vê axê ev xwîn, êş û kuştin bi dawî bibe.’ Piştî min hûn li vir dît ez heta dawî bawer dikim ku birayê min dê bigêje miradê xwe yê aştiyê. Dema ew li vir buya dê wiha xatir ji we xwestibûya. Dê bigota ‘Hên hez dikin jî û yên xwe aciz dikin jî we hemûyan silav dikim’ û xatir xwestibûya.
Abdullah Ocalan: Divê em ruhê wî bigînin aştiyê
Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin. Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:
Ji bo bîranîna Sirri Sureyya Onder ê xoşevîst
Bi wefata Sirri Sureyya Onder ê xoşewîst xemgîniyek kûr ket sed dilê me. Mirovekî pir bi qimet bû. Ewladekî rastteqîn ê gelan bû. Kevneşopiya Anatoliyê û Turkmenan ewladekî xwe yê mezin winda kir. Hemû civakên erdnîgariya me û gelê me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez rêzdariyek mezin nîşanî bîranînê wî didim.
Di banga me ya dawî ku di 27ê Sibatê de hat kirin, hevoka dawî ku me lê zêde kir, bi destê xwe nîşe girtibû. Wî bi xwe xwest vê nîşeyê bixwîne. Li ser navê jiyana aştiyane ya bi hevre ked û jêhatibûnek wî ya mezin hebû. Di aliyê hunera ku geşedanên neyînî bizivîrinê aliyê erenî de xwedî pisporiyeke mezin bû. Ew nasname û çandeke rasteqîn a aştiyê bû. Wî pir baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya aştiyê bi me hemûyan dide qezenckirin. Ev xeyal û hezkirinek wî ya pir mezin bû. Ev hêvî tu carî nîvco nayê hiştin. Ji bo me hemûyan ya girîng, divê em vî ruhî biginîn aştiyê. Divê em bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin. Ez careke din li ser bîranîna wî girêdana xwe ya ebedî tînim ziman. Ji bo malbat, dost û heskiriyên wî yên bi qîmet û hemû gelê me ez sersaxiyê dixwazim. Serê me hemûyan sax bî.
Em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Em îro bi peyvirek pir zor re rû bi rû ne. Em îro bi hevre qasidê aştiyê Sirri Sureya Onder bibir tînin. Xwişkê wî, birayên wî, keçên wî, hemû nûnerên saziyên civakî û partiyên siyasî li nexweşxaneyê bi tenê nehiştin û niha jî me bi tenê nahêlin. Ez ji bo hemûyan spasiyên xwe dikim. Ez ji bo hemû kedkarên tenduristiyê spasiyên xwe dikim. Ez spasiya xwe ji kedkarên çapemeniyê redikim.
Xwedîderketina hemû kesên li wir, nîşan dide ku ew hesta yekîtiya aştî û demokrasiyê bû. Ev dîmenê derket holê wêneyê yekîtî û daxwaza aştî û demokrasiyê ye. Tu ne tenê nivîskar û hunermend bû. Çîroka te, çîroka karker, kedkar û hemû pêkhateyên Tirkiyeyê bû. Te hemû êş û zahmet derbas kirin. Me bawer dikir ku tu vê badîrê jî derbas bike. Em bawerim te dîsa li ber xwe da. Lê vê carê çênebû. Dema tu nexweş bû jî te hemû li dora aştiyê kirin yek. Te ji bo hêsirên çavên dayikên tirk û kurd rawestin te li ber xwe da. Te daxwaza aştî û civaka demokratîk hembêz kir. Baweriya te ya aştî û demokrasiyê pir xurt bû.
Welehî û bilehî em ê bi ser bikevin
Rêya aştî, demokrasî û edaletê di zahmetiyan re derbas dibe. Te tu carî pes nekir. Te êş kir hingiv. Te ferq dikir ku aştî ji bo Kurd, Tirk, Ereb, Çerkez û hemû beşên civakê derman e. Ji ber vê yekê te li ber xwe da. Te got welehî û bihelî em ê bi ser bikevin. Em jî dibêjin welehî û bilehî em ê bi hev re bi ser bikevin. Em em saz didin. Vê carê em ê teqez bi ser bikevin. Em soz didin emê soza te pêk bînin. Em soza xwe didin hemû kesên xwîna xwe daye. Em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê. Dê tovên aştiyê teqez jîn bibin û em ê bikin baxçeyê rengo reng. EM saz didin, dê axa Anatoliya û Mezopotamya bigêje aştiya ku heq dike. Dê teqez xwişk û biratiya gelan li ser vê axê jîn bibe. Em tu carî te ji bîr nakin.
Em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di bîranînê de axivî û wiha got: “Serê Gelê Kurd, tirk, Serê tirkiyeyê sax be. Rêya Sirri heta dawî rêya me ye. Serê me tevan sax bî. Serê hemû hevalên wî yên hunermend, siyasetmedar û hevrêyên wî tevan sax bî. Sirri têkoşîna aştiyê dida, lê ew remza aştiyê ye. Di şexsê Sirri de emê teqez ji bo kesên aştiyê canê xwe dan, soz didin ku em ê teqez aştiyê bînin ser vê axê. Hevrêyê min ê rêzdar. Tu hezkirina jiyana me bû. Te gelek bend derbas kirin. Tu bû dengbêj û çîrokbêjêkî vî welatî. Te pir hez dikir ku tu çîrokên vî welatî bibêje. Di her gotin û ruyê te de çîrokê vî welatî hebûn. Du ruyê te de her tim rengê zarokan û aştî veşartî bû. Te got ‘Dê vê carê teqez pêk bê. Te got ciya û deşt westiyan. Lê te got teqez vê carê dê pêk bê. Wekî Yaşar Kemal gotibiye êşa însanekî bijî hemû însan dijî. Êşa hemû însan dijî, mirovek jî dijî. Te got ji bo tenê mirovek êşê nejî te xwe da ber her tiştî.”
‘Em ê bi çavê de li jiyanê binerin’
Em soz didin ku dê ava Firatê tev li Marmarayê bibe. Em soz didin dê aştî bi ser bikeve. Te çavê xwe girt. Lê em ê bi çavê de li cîhanê û jiyanê binenirn. Em soz didin em ê vî welatî nivco nelênin.
Lîstikvan Levent Kazak jî axivî û got: “Sirri hevalê min, hempîşe û malbata min bû. Dê gelek tişt li ser wî bê gotin. Şopên pir kûr li pey xwe hiştine. Çawa bû wîcdanê vî welatî û çawa rastiya civakê vî welatî dizane, çawa dîrokê baş dizane dê piştre bê axaftin.”
Li ser navê Dayikê Aştiyê Rewşan Doner axivî û got: “Em sersaxiyê ji malbata wî û hemû gelê Kurd û Tirk re dixwazin. Derdê Sirri Sureya derdekî pir giran bû. Barê xwe li ser dayikan hişt. Em soz didin. Em ê ala te bilind bikin. Em soz didin ji bo edalet, aştî û demokrasiyê têbikoşin. Em ê armanca dilê te bigînin serî. Em soz didin û em sozê ji hemû beşdaran dixwazin ku xwesteka dilê Sirri pêk bînin. Ey qasidê aştiyê em soz didin ku daxwaza te bi encam bikin.”
Endama Şandeya Aştiyê Pervîn Buldan jî axivî û got: “Tu her tiştê min bû. Hevrê, Sirdaş bû. Em soz didin ku em ê aştiya mezin bînin vî welatî. Em soz didin em ê destê dayikên gerîlla û destê dayikên leşkeran bidin hev. Oxir be Sirri.”