Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di rûniştina 4an a bi sernavê ‘Li Dijî Şerê Cîhanê yê 3yan, Têkoşîna Dema Nû û Perspektîfên Çareseriyê’ de ev tişt anî ziman: “Ji bo aştî û siyaseta demokratîk rûpeleke dîrokî hatiye vekirin.”
Kongreya Koordînasyona Jinên Herêmî ya Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li Silêmaniyê tê lidarxistin di roja xwe ya duyemîn de didome. Kongre bi axaftinên der barê komxebatan de berdewam kir û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari bi sernavê “Di Însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk de Rêbertiya Jinê” axaftinek kir.
Tulay Hatimogullari anî ziman ku di sala 2021an de dema ku NADAyê li Beyrûdê hat damezrandin ew wekî delegeya NADAyê bû û got, “Ev ji bo herêmê xebateke gelekî, gelekî girîng e. Divê em jin destekê bidin vê xebatê. Divê em xebatên wê yên pratîkî zêdetir bidin xuyakirin. Ji ber ku pêwîstiya jinên herêmê gelekî bi xebateke bi vî rengî ya enternasyonalîst heye. Sîstema serdest a mêran e, di şert û mercên îroyîn de, kapîtalîzm hevkariya mêran dike. Weke jinên li vê salonê em şahidên zindî yên van welatan e û em dizanin ku çi dijîn, Filistîn, Yemen, Libnan, Iraq, Sûriye… Ez hemû Filistîniyên ku di qetlîama mezin a gelê Filistînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînim.
Tulay Hatimogullari di berdewamiya axaftina xwe de got: “Îslama siyasî ya ku li herêma me serdest, yek ji mijarên ku divê em û NADA li ser bisekin. Mînakên wekî DAIŞ, Boko Haram û hwd., nîşanî me da ku li cihên ku rêxistinbûna jinan, têgihîştina laîk û wekhevîxwaz a jinan tune be, ev pêkhate di nav civakê de zû zerarê dide Şoreşa jinê û dibe sedem ku bi lez û bez bikevin nava civakê. Ji bo jinên ji hemû gelan û baweriyan ez nikarim li vir rêz bikim, ji bo ku em civakek demokratîk fam bikin, divê em fêr bibin û bibihîzin. Di vî warî de tecrûbeya Şoreya Jinê ya Rojava cihê sûdgirtinê ye.
Li ser banga 27’ê Sibatê PKK’ê 12emîn Kongreya xwe li dar xist, biryara bidawîkirina şerê çekdarî da û diyar kir ku ji bo pêşxistina rêbaza siyaseta demokratîk biryar daye ku bi rêbazeke nû tevbigere. Ev geşedan ne tenê bandorê li Tirkiyeyê dike; wê bandorê li Iraq, Îran û Sûriyeyê jî bike. Ji bo aştî û siyaseta demokratîk rûpeleke dîrokî hatiye vekirin. Weke tevgera jinên Tirkiyeyê em bi taybetî jî Meclîsa Jinê ya me bi tevgera jinên Kurd re hemû tiştên ku ji destê me tê dikin. Ev pêşketin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku li Rojhilata Navîn birîneke, gaveke dîrokî ye. Em dikarin vê pêvajoyê bi aştiyê tacîdar bikin û civakeke demokratîk a ku ji Rojava li hemû herêman belav bibe ava bikin. Li vê erdnîgariyê li gel tundiya heyî jinên ku azadiyê dixwazin berê jî hebûn û niha jî hene û wê di pêşerojê de jî hebin… Mara, haya, hurriyye, Jin Jiyan Azadî.”
Di dewama rûniştinê de bi sernava ‘Bi Vîzyoneke Hevpar a Jinan re, Derketina Siyasî- Ji bo Aştiyê Tora Jinan’ Xanda Mûsa nirxandin kir.
Xanda Mûsa diyar kir ku rewşa jinan a di warê ewlekarî û avakirina atiyê de, bi rewşên şer ve raste rast bandore û got: “Hêza ku şer bide rawestadin yan jî daw bike, bi tevgereke xurt a jinê re mimkûne. Divê rola jinan a di warê siyasî, ewlekarî û avakirina aştiyê de bê zêdekirin. Her demê rolên siyasî, bawrî û avakirina aştiyê di nava hev de ye. Mînak li Palmira de Zenubîa mînaka vê yekê ye. Bandora jinên di qesran de ne raste rast bandora xwe li şer kiriye. Ji sedê 80’ê nifûsa koçberan jin û zarokin. Di warê tenduristî û perwerdehiyê de zehmetiyan dikişînin.”
Di heman rûniştinê de Rûken Ehmed bi sernava ‘Di Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê de, Rolo NADA’ nirxandin kir.
Rûken Ehmed destnîşan kir ku NADA ji bo Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê belav bike nîqaşan dike û got: “Di çarçoveya vê projeyê de platformeke ku xebatên pêşxistina tora rêxistina jinan a bandor pêş dixe ye. Çêkereke derveyî sînorane. Wê tevgerên jinan ên navxweyî û kurewî bigihne hev. Ji bo têgînên rêxistin û berxwedanê ji nû ve bê pênasekirin hatiye ba hev. Yek ji armancên NADAyê ewe ku têkoşîna jinê ne tenê li navxwe, di çarçoveya kurewî de belav bike ye. NADA yak u Konfederalîzma Jinên Cîhanê ya Demokraîk diparêze, wê ezmûnên jinan ên hemû cîhanê bigihîne ba hev, bibe platformek.”
Herî dawî jî Şehrezad El Casim jî bi sernava ‘Bersiva Jinan a ji bo Pirsgirêkên Roja Me ya Îro: Şoreşa Jinê’ nirxandin kir.
Şehrezad El Casim bibîr xist ku sîstema serwer a mêr, modelên aborî û civakîbûnê avakiriye, ev yek jî krîzên koçberî û bêkariyê derxistiye û wiha domand: “Îro cîhan di ferqa wê yekê de ye ku divê ev yek bê derbaskirin. Niha jî jin û şoreşa wê pêşengtiya civakê dike. Şoreşa Jinê wê civakê ji nû ve pêk bîne, wê dawiya sîstema serwer b îne. Jin dema gihan heqê xwe, wê di rêveberiya civakê de bibin hevpar, wê enerjiyên nû derxîne holê, wê civakê zêdetir adil û demokratîk bike. Yek ji van jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Jin bi projeyên rêveberiya xweser re, tevlîbûna xurt a nava jiyanê modeleke zindî pêşkêş dike. Jin bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di berxwedana li dijî DAIŞê de roleke navendî lîstine, li cîhanê bûn sembola berxwedana jinan.”
Kongreya NADA, wê di saetên şevê de bi çalakiyên hunerî dewam bike. Sibe jî di roja sêyemîn de birêve biçe.