• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Di serrî kêneka 13 serra îstîsmar keno: Peyê mi de AKP est o

    Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Li Amedê deklarasyona 15ê Gulanê hate eşkerekirin

    Stenbol de 1ê Gulane: Têkoşîn zî est o hêriş zî

    Li Stenbolê binçavkirî hemû hatin berdan

    Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    ‘Serok Apo azad nebe, ne aştî û ne azadî pêk tê’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

    Di serrî kêneka 13 serra îstîsmar keno: Peyê mi de AKP est o

    Li Pîranê sosreta îstîsmarê: Li pişta min AKP heye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

    Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

    Li Amedê deklarasyona 15ê Gulanê hate eşkerekirin

    Stenbol de 1ê Gulane: Têkoşîn zî est o hêriş zî

    Li Stenbolê binçavkirî hemû hatin berdan

    Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    ‘Serok Apo azad nebe, ne aştî û ne azadî pêk tê’

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

NADAyê êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir

Navenda Nûçeyan / AW

12 ÇILE 2026 - 19:17
Kategorî: ROJANE
A A
Hevgirtina NADAyê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên ji aliyê çeteyên hikûmeta demkî ve hatin kirin û tên kirin şermezar kir û got: “Bêdengî hevkarî ye.”

Hevgirtina Jinên Demokratîk a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA), têkildarî êrîşên li ser taxên kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek weşand û got, “Çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê bi mehan taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirin û di 6ê çileyê de bi binpêkirina agirbest û sozên parastina kêmneteweyan bi çekên giran êrîşî taxan kir. Komên çete ketin nav taxan, herêm wekî herêmeke leşkerî hat ragihandin, xalên ketin û derketinê hatin girtin, elektrîk û înternet hate qutkirin û piraniya wan Kurd bi hezaran malbat rastî birçîbûn û êşê hatin. Şahidan piştrast kir ku cenaze bi buldozeran hatine komkirin. Bi berçavgirtina komkujiyên berê re xetera jenosîdeke nû derket holê. Di 5 rojên pevçûnan de, jin û zarok jî di nav de bi hezaran sivîl hatin qetilkirin û yekane sûcên wan sivîlan nasnameya wan a neteweyî bû. Paşguhkirina vê yekê, bi qasî bombebaranê xeternak e.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin medyaya ku bi cudakariya li dijî kesên rastî êrişan hatin a li gorî nasnameyên wan û hinek êşan weşand û hinek jî veşart, dev ji veguheztina rastiyê berdaye û bû hevkarê sûcan. Di berdewamê de wiha hat gotin: “Em bêdengiya şermok a navneteweyî, tengaziya saziyên Netewên Yekbûyî û hevkariya hêzên mezin ên ku dirûşmeyên mafên mirovan berz dikin, şermezar dikin. Ev bêdengî ji bo berdewamiya sûcan tê wateya ronahiyek kesk a zelal e û peyamekî ku xwîna hinek kesan yên din kêmtir bi qîmet dibîne, hildigre.”

Hevgirtina NADAyê da zanîn hedefgirtina sivîlan û qetilkirina girseyî sûcên li dijî mirovahiyê ne û bang kir: “Divê rêyên alîkariyê bên vekirin, birîndar bên rizgarkirin, mafên vegera ewle yan jî derketina gel bê mîsogerkirin, diyalog û danûstandin bên pejirandin, sivîl bên parastina, şandeyek navneteweyî ya serbixwe bê şandin û bi malbatên di bin dorpêçê de têkilî bê danîn.”

Di dawiya daxuyanî de bang hate kirin ku medyayê dev ji bêdengî û hilbijartina xwe berde û daxwaza hesabpirsîna qanûnî ya navneteweyî û bêceza nehiştina sûcdaran hate kirin. NADAyê, da zanîn bêdengî û paşxistin hevkarî ye û banga hevgirtinê kir.

Etîket: êrîşHelebhevkarîNADAtax
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

Bîlançoya Taksîmê: 576 kes hatin binçavkirin

1 GULAN 2026
Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

28 NÎSAN 2026
Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

Iraq dê tezmînatê bide Herêma Kurdistanê

28 NÎSAN 2026
Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin  HATE NÛKIRIN

Karkeran barîkatên polîsan hilweşandin: Serokê Sendîkayê hate binçavkirin HATE NÛKIRIN

27 NÎSAN 2026
Di xwarina Qesra Spî de dengê çekan: Trump bi lez hat derxistin

Di xwarina Qesra Spî de dengê çekan: Trump bi lez hat derxistin

26 NÎSAN 2026
Bi dronên xwekuj êrişî kampeke li Koye hate kirin

Di êrişa ser malekê de du zarok birîndar bûn

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    Di pîrozbahiyên 1ê Gulanê de wêneyên Abdullah Ocalan hatin vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê bi hezaran karker ji bo ‘Aştî û Demokrasiyê’ meşiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdulmecît Yilmaz: Em dixwazin dengê astengdaran bigihînin cîhanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê bi hezaran karker û kedkar herikîn qada Îstasyonê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermend Kasim Taşdogan: Divê em pêşî li nava mala xwe binêrin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 1ê Gulana Stenbolê: Aştî hêviya kedkar, jin, zarok û ciwanan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kedkarên Amedê: Divê em li dijî neheqiyê bibin yek û têbikoşin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malbata girtî Akin: Dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (41)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne