• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Kobaniyê ye 

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Îbrahîm Heftaro: 500 malbat vedigerin Efrînê

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Li Sêrtê MEBYA-DER hate vekirin

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Wezîrê Îranê Arakçî ji bo civîna bi Amerîkayê re çû Cenevreyê

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareseriyê divê têkoşîneke xurt bê dayîn

Agirî / AW

16 SIBAT 2026 - 14:47
Kategorî: JIN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna gel a Bazîdê de axivî û diyar kir ku ji bo çareserkirina meseleya Kurd divê têkoşîneke xurt bê dayîn û got: “Ji bo serkeftina vê pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan girîng e.”

Rêxistina DEM Partiyê ya Agiriyê di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li navçeya Bazîdê civîna gel li dar xist. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û bi sedan welatî tev li civîna ku li navçeya Bazîdê hat lidarxistin, bûn. Di civînê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bi can û xwîn em bi te re ne Serok” hatin berzkirin. Tulay Hatîmogûllari derbarê geşedanên dawî axaftinek kir û bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”.

‘Kurd û dostên wan komplo şermezar kirin’

Tulay Hatîmogûllariyê kesên ku duh li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê ji bo şermezarkirina komploya 15ê Sibatê daketin kolanan silav kir û da zanîn ku 27 sal in, Abdullah Ocalan di bin şert û mercên dijwar ên tecrîdê de, bi biryardarî û bawerî, qet dev ji hewldanên xwe yên ji bo têkbirina vê komployê, ji bo aştiyê, ji bo herêmê û ji bo ku gelên Tirkiyeyê di cîhaneke wekhev û aştiyane de bijîn bernedaye û got: “Tevî van şert û mercên dijwar jî ev hewldanên xwe domandiye. Duh, ne tenê li Tirkiyeyê, ne tenê li Stenbol, Edîrne, Amed, Îzmîr, Çukurova û herêmên Serhedê, lê li gelek welatên Rojhilata Navîn, gelek welatên Ewropayê û gelek deverên cîhanê, gelê Kurd û dostên wan li kolan û meydanan bûn da ku Komploya Navneteweyî ya 15ê Sibatê protesto bikin. Ev girse hemû bi daxwaza azadiya Birêz Abdullah Ocalan hatin gel hev.”

‘Azadiya Ocalan ji bo serkeftina pêvajoyê pir girîng e’

Tulay Hatîmogûllari behsa “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin kir û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyek da destpêkirin. Em hemû dizanin ku ev pêvajo di rastiyê de armanc dike ku Komploya 15ê Sibatê têk bibe. Azadiya Birêz Ocalan ji bo serkeftina vê pêvajoyê pir girîng e û ev yek li gorî ruhê pêvajoyê ye. Em li bendê ne ku di vî warî de gavên girîng werin avêtin. Îro şandeya me ya Îmraliyê li bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dike. Em piştrast in ku peyamên pir girîng ên Birêz Ocalan jî di derbarê pêvajoyê de hebin. Dema ku şandeya me vegere, em ê agahiyên wî bi raya giştî re parve bikin. Me wekî şandeyek silavên xwe û yên gelê xwe ji Birêz Ocalan re şandine. Ji Bazîdê, careke din hezar silav ji Îmraliyê re.”

‘Dest ji pênaseya terorê berdin’

Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser rapora ku dê ji hêla Komîsyona Parlamentoyê ve di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de were weşandin û wih pê de çû: “Em pir girîngiyê didin vê rapora komîsyonê, nemaze di vê serdemê de. Rapora komîsyonê bêguman dê vê pirsgirêka Kurd a 100 salî di kêliyekê de çareser neke. Em hemî ji vê yekê haydar in. Lê pir girîng û dîrokî ye ku ev rapor bi awayekî saxlem were weşandin da ku gavên berbiçav werin avêtin. Dema ku me li pêşnûmeya rapora komîsyonê ku ji çapemeniyê re derket, nihêrî, me dît ku têgeha terorîzmê pir caran tê bikar anîn. Em hêvî dikin ku di civîna îro de, ew ê dev ji pênasekirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya terorîzmê de berdin. Ji ber ku pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek terorîzmê ye.Pirsgirêka Kurd pirsgirêkek sosyolojîk, aborî, civakî û siyasî ye. Divê di vê çarçoveyê de were niqaşkirin û çareserkirin. Em hêvî dikin ku ev rapor qaneke ku hemû endamên PKKê digire nava xwe, bê pêşkêşkirin. Gavên herî girîng ên ku em ji vê komîsyonê hêvî dikin guhertinên qanûna dijterorê, Qanûna Cezayê ya Tirkiyê û Qanûna Înfazê ne.”

‘Divê em yekgirtî bin’

Tulay Hatîmogûllari wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo serkeftina pêvajoyê divê em ne tenê bi gotinan, lê bi kiryaran jî rûyê xwe ber bi Îmraliyê ve bizivirînin. Aştî li ser tepsiyeke zîvîn ji me re nayê pêşkêş kirin. Aştî ne tenê bi civînên li Enqerê an jî civînên li Îranê ve sînordar e. Ger em dixwazin bihêz bin, rêya serkeftina diyalogê li ser maseyê, têkoşîneke bihêz li meydanan e. Ger em têkoşîneke bihêz bidin, ger em bi rêxistineke bihêz derkevin holê, bizanin ku em ê destê Birêz Ocalan jî xurt bikin. Em dikarin bi vî rengî destê DEM Partiyê di danûstandinên li ser maseyê de xurt bikin. Zêdetirî 100 sal in mafên gelê Kurd ji destê wan hatiye girtin. Divê sedsala nû ji bo gelê Kurd bibe sala çareseriyê. Divê em yekgirtî bin, divê em bi hev re bin.”Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: AgiriHevseroka Giştî ya DEM PartiyêTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hatimogullari: Daxuyaniya Hakan Fîdan li dijî ruhê pêvajoyê ye

Hatimogullari: Daxuyaniya Hakan Fîdan li dijî ruhê pêvajoyê ye

10 SIBAT 2026
Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

6 SIBAT 2026
DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

27 ÇILE 2026
Şandeya DEM Partî û DBPê diçe Rojavayê

Şandeya DEM Partî û DBPê diçe Rojavayê

21 ÇILE 2026
Tuncer Bakirhan: Em komkujiya li Rojava qebûl nakin  

Tuncer Bakirhan: Em komkujiya li Rojava qebûl nakin  

20 ÇILE 2026
Meclisa DEM Partiyê civîna yekem a sala 2026an li dar dixe

Meclisa DEM Partiyê civîna yekem a sala 2026an li dar dixe

15 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyoma Navneteweyî ya Zimanê Zikmakî: Armanc rojevkirina mafê ziman e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan girîngiya ‘Yekîtiyê’ tim dubare dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevdîtinên şandeya Rojava di çapemeniya cîhanê de cihek berfireh girt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Talîban: Amerîka êrişî Îranê bike em ê piştgiriya Îranê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nobeta li Bestayê bi dawî bû dê çalakiyên cuda pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş paradîgmaya Ocalan û êrişên li ser Rojava nirxand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (609)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne