• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
08 ÎLON 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şîna Sabriye Dumanê kirin

    Bi girseyî serdana şîna Sabriye Dumanê kirin

    Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

    Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

    Li Îzmîrê êrişî qereqola polîsan hat kirin

    Li Îzmîrê êrişî qereqola polîsan hat kirin

    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    HPG: Emîne Erciyes û du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan

    HPG: Emîne Erciyes û du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan

    Bi parastina xwezayê em dikarin civakeke azad ava bikin

    Bi parastina xwezayê em dikarin civakeke azad ava bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bi girseyî serdana şîna Sabriye Dumanê kirin

    Bi girseyî serdana şîna Sabriye Dumanê kirin

    Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

    Şaredariya Bajarê Nû dê Rojên Çand û Hunerê li dar bixe

    Li Îzmîrê êrişî qereqola polîsan hat kirin

    Li Îzmîrê êrişî qereqola polîsan hat kirin

    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    Ayşe Gokkan: Hêzdariya aştiyê ewlehiya hemû zindiyan e

    HPG: Emîne Erciyes û du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan

    HPG: Emîne Erciyes û du hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan

    Bi parastina xwezayê em dikarin civakeke azad ava bikin

    Bi parastina xwezayê em dikarin civakeke azad ava bikin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Ocalan mîmarê pêvajoyê ye divê komîsyon bi lêz biçe Îmraliyê

Mahmût Altintaş / AW

8 ÎLON 2025 - 10:34
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bi lêv kir ku meseleya Kurdan ne teror e û got: “Heke rast were binavkirin dikare çareser bibe. Birêz Abdullah Ocalan mîmarê pêvajoyê ye. Divê komîsyon bi lêzgînî serdana birêz Abdullah Ocalan bike.”

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di cotmeha 2024an de bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û piştî wê bangê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke nû destpêkir. Di 27ê Sibatê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştî vê bangê pêvajo derbasî merhaleyeke nû bû. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji bo piştgiriya banga Abdullah Ocalan, biryara xwe fesixkirinê girt û piştre jî di 11ê Tirmehê de bi merasîmeke dîrokî li Silêmaniyeyê komeke gerîla ya bi navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe şewitandin. Ew merasîm ji bo çareserkirina meseleya Kurdan gaveke dîrokî hat dîtin û pêvajoya hatiye destpêkirin derbasî merhaleyeke nû bû.

Piştî gavên ku PKKê avêtin çavê raya giştî ya Kurdistanê û Tirkiyeyê jî li benda gav avetinên dewletê bû. Lê tevî gavên hatine avetin jî ji aliyê dewletê ve ji aliyê qanûnî ve tu gav nehatin avêtin. Ji bo çareserkirina mijara Kurd di 5ê Tebaxê de li Meclisa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Komîsyona Demokrasî, Xwîşkûbiratî û Hevgirtina Mîllî hat avakirin. Komîsyonê heta niha 7 civîn li darxistin û tê payin ku di nava vê hefteyê de civînên komîsyonê berdewam bikin.

Tevî ku di meclisê de komîsyonek hatiyê avakirin jî gef xwarinên Devlet Bahçelî ku yek jî aktorekî sereke yê pêvajoyêye li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ket rojevê. Gef xwarinên Devlet Bahçelî û Rayedarên Dewletê li dijî pêvajoyê hat şîrovekirin û di raya giştî de nîqaşên “Pêvajo xitimiyê” destpêkir. Di heman hefteyê de ku nîqaşan berdewam dikir Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz li ser hesabê xwe yê medyaya sanal parvekirinek kir û got ku komîsyon dikarê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike. Piştî van daxuyaniyên li pey hev û nakok di raya giştî de pirsên; “Pêvajo di çi rewşê de ye?” “Komîsyon kengî wê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike?” “An jî wê bike, yan neke?” derketin pêş û nîqaşên li ser pêvajoyê berdewam dikin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîm Ogullari tekildarî geşedanên dawî yên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

Di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li meclisê komîsyonek bi tevlîbûna partiyên siyasî ava bû. Komîsyonê heta niha 7 civîn pêk anîn. Weke DEM Partî ku xebatên komîsyonê ji nêz ve dişopîne, hûn van xebatan çawa dibînin ango li gor çavderiyên wê çi kêmasî di komîsyonê de heye?

Avabûna komîsyonê li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê girîng e. Di komîsyonê de gelên Tirkiyeyê sedî 95 tê temsîlkirin. Yanî hem partiyên desthilat hem jî partiyên muxalîf di komîsyonê de cih digrin. Ev jî bi wate û pir girîng e. Hem bendewariya gel, hem ya me û hem jî ya Birêz Abdullah Ocalan ku aktorekî serekê yê pêvajoyeyê pir e. Ya girîng ew e ku komîsyon li gor armanca xwe tevbigere. Çi ye armanca komîsyonê ya avabûnê; di serî de ji bo pêşvêçûna pêvajoyê razîbûna civaka giştî ava bike. Pêvajoyê di civakê de bi cih bike. Ya 2yan jî ji bo guhertina qanûnan gavên şenber baveje. Lê ew xala komîsyonê kêm ma ye. Weke DEM Partî di destpêka pêvajoyê de heta niha em hemû beşên civakê re di tekiliyê de ne. Me bi hezaran civînên gel li darxistin. Bi cih kirina aştiyê di civakê de bi vî awayî dibe. Lê di serî de AKP û partiyên muxalîf di vî warî de kêm man. Ji bo aştî di civakê de bi cih bibe hemû partiyên ku endamên xwe şandinê komîsyonê divê di nav gel de jî xebatan bidin meşandin.

Abdullah Ocalan mîmarê vê bangê ye. Birêz Abdullah Ocalan ji aliyê rêxistina xwe ve jî muzakerevanê sereke hat destnîşankirin. Ji ber wê jî divê komîsyon bi lêzgînî serdana birêz Abdullah Ocalan bikin û li ser pêvajoyê fikrên wî bigre. Komîsyon ji bo PKKê divê qanûneke taybet derxe ku pêvajoya çekberdanê bi lêz berdewam bike. Her wiha divê komîsyon qanûna înfazê û qanûna kayiman jî bigre rojeva xwe. Lê helbet em dizanin tu pêywira komîsyonê ku qanûnan li darbixînê tune ye. Lê dikarê amadekariyên sererastkirina qanûnan bike. Armanca avabûna komîsyonê ya sereke jî ew e. Kêmasiya ku em di komîsyonê de dibinin jî ew e ku li ser vê mijarê gaveke şênber neavetiye. Ev jî dibe sedem ku li derve nîqaşên, “Gelo ew pêvajoya xapandinê ye.” Divê ew nîqaş jî bi dawî bibin û komîsyon demildest li gor pêywira xwe tevbigere. Komîsyon divê demildest taslaxa qanûnî li darbixînin. Di 1ê Cotmehê de parlamento vedibe. Piştî 1ê Cotmehê di serî de komisyona edaletê û komîsyonên tekildar li gor peywirên xwe li ser van mijaran xebatan bikin û bi biryara Civata Giştî jî qanûnên me qal kirin bikevin meriyetê. Dirêjkirina pêvajoyê zerarê dide pêvajoyê. Di nav van geşedanên Rojhilata Navîn û qirîzan de divê Tirkiye aştiya navxweyî pêk bîne. Pêywîra komîsyonê ya dîrokî jî ew e.

*Pêvajoyên çareseriyê yên derbasbûyî ji ber polîtikayên dewletê ne şefaf û yek alî xira bûn. Ji bo ew pêvajo jî xira nebe divê dewlet ji aliyê hêşmendiyê ve çi guherandinê di xwe de bike?

Ji bo aqûbeta vê pêvajoyê jî ji bo pêvajoyên derbasbûyî nebe divê em hemû jî bixebitin. Ew berpirsyarî ne tenê ya gelê Kurd û birêz Abdullah Ocalan e. Ew berpirsyarî ya dewletê, desthilat û hemû muxalefetê ye jî. Divê em hemû jî ji bo serkêftina pêvajoyê di nava hewldanê de bin. Yekêm divê dewlet pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka terorê bi nav neke, dev ji vê yekê berde. Divê biguhere û em bi hev re zimanê aştiyê bikarbînin. Zimanê aştiyê mifteya çareseriyê ye. Bikaranîna zimanê terorê xelet e. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka terorê ye. Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê jî destpêkê divê pirsgirêk rast bê binavkirin. Ev ne pirsgirêka terorê ye û em jî ji bo ev pirsgirêk bi awayekî demokratîk çareser bibe gavên şenber davejin. Divê çapemenî û hemû kes di vî warî de zimanê xwe biguherîne û vêguherîne. Guherandina hişmendiyê pir girîng e. Heke di çerçoveya hemwelatiya wekhev de li pirsgirêkê binêrin dê pirsgirêk çareser bibe. Yanî Kurd divê bikaribin bi Kurdî biaxivin, Ermenî bikaribin bi zimanê xwe û Ereb bikaribin bi zimanê xwe biaxivin. Hemû kes bikaribin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Ji bo wê jî divê hişmendiya dewletê û polîtikayên dewletê biguherin. Dema hişmendiya dewletê ya yekperestî biguhere dê bi awayekî erênî bandor li civakê jî bike. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê ya herî girîng guherandina hişmendiye ye.

*Serokê MHPê Devlet Bahçelî û Omer Çelîk gef li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwarin. Ew yek jî bû sedema nîqaşên “Gelo pêvajo xitimî?” Gelo bi rastî jî di pêvajoyê de xitimandinek heye? Ango heke rêyedarên Tirkiyeyê van gef xwarinên xwe berdewam bikin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê aştî pêk tê?

Em nikarin bêjin pêvajo xitimiye, lê em nikarin bêjin her tişt pir baş bi rê ve jî diçe. Devlet Bahçelî piştî ku pêvajo destpêkiriye vir ve daxuyaniya xwe ya herî hişk da. Helbet ew gefxwarin zerarê didin pêvajoyê. Tu Kurdek qebûl nake ku birayê wan yên li Rojava rastî mudaxaleyeke lêşkerî werin. Birêz Abdullah Ocalan ku aktorekî sereke yê pêvajoye ye dibêje, ‘Rojava xeta min a sor e.’ Her wiha birêz Ocalan gelek caran jî dibêje ‘Kurdên ku li çar parçeyên Kurdistanê dijîn bila berê xwe bidin welatên ku di nav de dijîn.’ Birêz Abdullah Ocalan bi awayekî vêkirî dibêje Kurdên Bakur bila pirsgirêkên xwe ji Tirkiyeyê re, yên Rojava li Suriyeyê re û hewd. Çkareser bikin. Heke Tirkiye aştiya navxweyî pêk bîne û pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratîk çareser bike, ji çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê re jî dikarê pêşengiyê bike. Ji aliyekî ve bêjin em li Tirkiyeyê pêvajoyê bi rê ve dibin û ji aliyê din ve jî gefan li Rojava bixwin, ev nayê qebûlkirin. Vê yekê tu Kurdek qebûl nake. Em jî weke DEM Partî û pêkhateyên wê qebûl nakin.

Rêveberiya Xweser a Rojava ne tenê ji bo Suriyeyê ji bo hemû Rojhilata Navîn şansek e. Ji ber ku azadiya jinê û wekheviya gelan û baweriyan esas digre. Di Rojhilata Navîn de hezên emperyalist her tim gelan li dijî hev dikin dijmin û berdidin hev du. Ji ber wê jî modela Rojava ji bo van hemû pirsgirêkan çareseriye. Heke entegrasyona demokratik ku li Rojava û Suriyeyê hê pêknehatiye sedema wê jî hikumeta Şamê ye. Hikumeta Şamê komkujiya Elewiyan û Durziyan kir. Di pêvajoyeke wisa de hûn ê çawa qala entegrasyonê bikin. Ji bo entegrasyonê divê hemû pêkhate jî di nav de hikumetek pêk were ku Kurd û gelên din entegrasyona demokratik pêkbînin. Li Tirkiyeyê ku em ew qas nêzî aştiyê bûne heke Tirkiye, Rojava weke mijara ewlehiyê bigre dest ew dê bibe kêmasiyeke mezin. Tirkiye divê stratejiya xwe bi Kurdên Bakur û Rojava re li ser aştiye pêşbixînin.

*Weke DEM Partî we daxwaz kir ku komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bike. Herî dawî jî Cîgirê Serokê MHPê Fetî Yildiz li ser hesabe xwe yê sanal parvekir ku komîsyon bi çend kesên ku serokê meclise hilbijêre dikarê biçe Gravê û Abdullah Ocalan re hevdîtin bike. Gelo li ser vê mijarê ji DEM Partiyê re tiştek hatiyê gotin? Komîsyon wê biçe Gravê yan heke neçe pêvajo dikare pêş bikeve? 

Hevdîtina komîsyonê bi birêz Ocalan re ku aktorekî sereke yê pêvajoyê yê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Tiştên ku me bihîstine hinek partî li ser çûyina Îmraliyê li hev nekirine. Em dibêjin divê vê yekê derbas bikin êdî. Em qala çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Komîsyonê mîsyoneke dîrokî hilgiritiye. Divê pêvîstiyên wê yên dîrokî jî pêk werin. Divê tu kes bi fikarên xwe tevnegere. Em fikar û nakokiyên xwe didin aliyekî û vê komîsyonê ava dikin. Divê balê bidin ser çareseriya pirsgirêka Kurdan. Beriya niha jî Serokê Partiya DEVAyê birêz Alî Babacan gotibû komîsyon divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike. Herî dawî jî Cigirê Serokê MHPê birêz Fetî Yildiz jî got. Ew gotinên bi qîmet in. Divê daxuyaniyên bi vî rengî hê zêde bibin. Partiyên ku li ser çûyinê bi fikarin jî divê em hemû bi hev re îkna bikin. Ji ber ku ew pêvajoyeke dîrokî ye. Divê em destûr nedin ku bi ezberên sed salan ew pêvajo jî bixetime. Çi gav pêvîst bin divê ew gav bên avetin.

*Li aliyekî binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde dibin, ji aliyekî operasyonên li dijî CHPê yên dawî. Her wiha talana xwezayê jî taybet li Botanê û tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê didome. Li rex wê jî qirîzeke civakî û aborî heye. Di nav van qirîz û polîtikayên desthilatê de aştiyeke civakî wê çawa pêk were, ji bo pêk were ji aliyê demokratikbûnê ve divê çi gavên sereke bên avêtin?

Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a aboriyê heye. 50 milyon welatî bi pirsgirêka xîzanî û birçîbûnê dijîn. Di pêvajoyên pevçûnan de di nava civakê de tundî jî zêde dibin. Çeteyên tîryakê pêş ketinê. Stenbolê li çeteyan li her der dagirkirine. Li Kurdistanê li dijî civan û şerê taybet bi awayekî kûr tê meşandin. Ji bo van hemûyan têkoşîneke giştî hewceye. Li gor mekazagonê kayyim nayê avetin. Li dijî CHPê operasyonên giştî pêk tên. Herî dawî jî mudexaleyî kongreya bajêr a Stenbolê kirin. Ew biryar li dijî mekazagonê ye jî. Em vê yekê nikarin qebûl bikin. Mabesta me ya aştiyê û civaka demokratik jî bi dawîbûna van sepanên li dij hiqûqî ne. Birêz Abdullah Ocalan dibêje aştî bi civaka demokratîk pêkan e. Em çiqas civaka demokratik rêxistin bikin û mafên xwe bi dest bixînin aştiyê jî dikarin pêkbînin. Aştî û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi demokrasiyê pêkan e. Ji bo demokrasiyê jî têkoşîn û rêxistinkirin hewce ye. Ji ber wê jî em di vê pêvajoyê de dibêjin muzakere divê bi têkoşînê bê xurtkirin. Ew pêvajo bi rêxistinkirina civaka demokratik ve pêş dikeve û Tirkiye jî ji qirîzan wisa dikare derbikeve.

 

 

Etîket: pêvajo meclis komisyon hatîmogulları îmralı Ocalan pêvajo
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÎLON 2025 (137)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne