• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rejîma Îranê di mehekê zêdeyî 350 kes darvekir!

    Rejîma Îranê di mehekê zêdeyî 350 kes darvekir!

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rejîma Îranê di mehekê zêdeyî 350 kes darvekir!

    Rejîma Îranê di mehekê zêdeyî 350 kes darvekir!

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Alinak ji bo Kobanê dest bi greva birçîbûnê dike

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Ji HRWê hişyariya Kampa Holê: Bêserûber hate valakirin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

    Amedsporê Wanspor 1 û 0 têk bir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Pênasekirina ‘terorê’ xwe xapandin e

Enqere/ Aw

24 SIBAT 2026 - 13:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku ji niha şûn vê divê pêvajo bi avetina gavên şênber ên qanûnî bê mîsogerkirin û wiha got: “Heke hûn pirsgirêka Kurd weke ‘teror’ bi nav bikin hûn ê tenê xwe bixapînin. Ji bo aştiyeke mayindê divê statuya birêz Ocalan bi hiqûqê bê mîsogerkirin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li meclise tekildarî geşedanên di rojeve de axivî. Tulay Hatîmogullari di serî de bi mabesta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê bi zimanê xwe yê dayikê Erebî axivî. Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de bal kişand ser dewlemendiya zimanan li Tirkiyeyê û got ku zimanê dayikê, gelan zindî dike û divê mafê zimanê zikmakî ji bo hemû zimanan pêk were. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku tu zimanên ku nayên zanîn nîn in û wiha got: “Bi milyonan Kurd li malen xwe bi Kurdî diaxivin. Ji bo wê pêkanîna mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê girîng e. Beyî pêkanîna mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê demokrasî pêk nayê.”

‘Xizanî ne qeder e’

Tulay Hatîmogullari di axaftina xwe de Sevîm Benlî ya pêşenga Tevgera Sosyalîst a Tirkiyeyê bû, jî bi bîr anî. Tulay Hatîmogullari anî ziman ku li Tirkiyeyê xîzaniyeke mezin heye û axaftina xwe wiha domand: “Xîzanî û newekheviya civakî heye. Welatî nikarin debara xwe bikin. Lê hê jî di ser de dibêjin em ê pergala aboriyê baş bikin. Ew gotin ji me re pekanok e. Sedema xîzaniyê desthilat bi xwe ye. Xîzanî her ku diçe zêdetir dibe. Di meha Remazanê de welatî nikarin pêdiviyên xwarinê bi cih bînin. Lê hevkarên qesre û yên di qesre de bi sofrayeke dewlemend fitarê dikin. Êdî kêr ne di hestu de ye kêr ji hestu jî derbas kiriye. Divê ew rewş demildest biguhere. Em bang li desthilatê dikin ku muçeya asgerî û ya taqawidan ji ser muçeya xîzaniyê be. Heke çavkaniyên vî welatî weke wekhev werin parvekirin xîzanî dê bi dawî bibe. Xîzanî ne qeder e.”

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku desthilat dixwazê parqên netewî û qadên xwezayî pêşkeşî sermayayê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hûn bi dayîna rantê ji hevkarên xwe pêşeroja me ve dilîzin. Em ê li meclise û li qadan heta dawî parastina qadên xwezayî bikin û nehêlin pêşkeşî sermayayê bikin.”

Pirsgirêka ciwanan

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pirsgirêkên ciwanan û wiha pê dê çû: “Ciwan nikarin debara xwe bikin û pêşeroja xwe bibînin. Ji tevlîbûna siyasetê ya ciwanan re astengiyan derdixin. Ciwan naxwazin li Tirkiyeyê bijîn. Taybet jî jinên ciwan di nav bêkariyê de ne. Jinên ciwan ên dixwînin jî li zanîngehê di bin mobînga wargehan de ne. Jinên ciwan behtir pirsgirêkan dikşînin. Pêşeroja ciwanan tê tunekirin. Rewşa zanîngehan li holê ye. Ciwan rastî lêpirsînan tên. Ciwanên LGBT+ rastî zextên mezin tên. Bername û çalakiyên wan tên astengkirin. Em weke DEM Partî dibêjin divê ji ciwanan re bê pere mafê înternete pêk were. Divê tu ciwan ji ber nasnameya xwe beyî bitirsin bijîn. Ciwan zanîngehên azad dixwazin. Ciwan aştiyêê dixwazin. Ciwan mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin. Mafê xwe rêxistinkirinê dixwazin. Lê li dijî van daxwazan ji ciwanan re lêpirsîn tê vêkirin û zexte li wan dikin. Ciwan pêşeroja me ne. Em ê bi ciwanan re pêşeroja xwe bixwe diyar bikin.”

Rapora hevpar a komîsyona meclîse

Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî wiha axivî: “Heyeta me ya Îmraliyê di peyama birêz Abdullah Ocalan de wiha gotin, ‘Em ê bi hev re çawa bijîn divê em vê nîqaş bikin.’ Ya girîng ew peyama birêz Ocalan e. Bersiva vê pirsê û çareseriya vê rêneşîna pêvajoyeyê. Divê qanûnên pêvajoyê mîsoger bikin demildest bikevin meriyete. Rapora hevpar a komîsyonê din ava xwe de kêmasiyan dihewîne. Zimanê raporê bi jiberkirinên berê hatibû amadekirin. Heke hûn pirsgirêka Kurd weke ‘Teror’ bi nav bikin hûn ê tenê xwe dixapînin. Ew nayê qebûlkirin. Em vê pêvajoyê Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dikin û şerha xwe jî danî. Lê ew pêşniyarên qanûnî û demokratîkbûyinê ya rapora hevpar girîng bû heke bikevin meriyete dikarê zemîneke ava bike. Divê ji bo pêkanîna van qanûnan li benda cejnê nemînin. Divê meclis demildest dest bide bin kevir. Ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan li benda qanûnan nemînin demildest pêk werin. Selahattîn Demirtaş, girtiyên siyasî, şeredarên li şuna wan qeyûm hatinê tayinkirin demildest bên berdan û vêgerin ser karê xwe. Em bi pêşniyarên xwe yên hiqûqî dikarin çareseriyê bînin Tirkiyeyê. Divê êdî dev jî zimanê kevn berdin û zimanekî aştî bê bikaranîn. Pirsgirêka Kurd ne bi gotinan bi hemwelatîbûna wekhev û qanûnan dibe. Xwişk-biratiya Kurd û Tirkan li ser azadiyê wê pêk bê.”

‘Ji bo aştiyeke mayindê divê statuya birêz Ocalan bi hiqûqê bê mîsogerkirin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoyê de qonaxekê daye derbaskirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan û Tevgera wî ji bo aştiyê gavên pêwîst avetin. Divê dewlet jî li gor vê bangê bi avetina gavan re pêvajoyê derbasî merhaleyeke nû bikin. Divê çareseriyê ne di polîtikayên ewlehiyê de lê demokrasî û hiqûqê de bibînin. Ji bo aştiyeke mayindê divê statuya birêz Ocalan bi hiqûqê bê mîsogerkirin. Divê lêpirsînên li dijî muxalefetê tên kirin bi dawî bibin. Pirsgirêka Kurd ne weke ‘Teror’ li ser zemîna hemwelatîbûna wekhev dê pêk were. Ne gotin, divê gavên şenber ên qanûnî werin avêtin. Em jî li benda vê yekê ne. Em bawer ku em ê bi ser kevin. Rêya me vekiriye.”

‘Divê birêz Ocalan di şert û mercên azad de bixebite’

Piştî komcivînê Tulay Hatîmogullari pirsên çapemeniyê bersivand. Tulay Hatîmogullari li ser pirsa, “Dewlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de gotibû divê statuya Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin, gelo hûn van gotinan girîng dibinin?” ev tişt gotin: “Birêz Ocalan muzakerevanê serekê yê vê pêvajoyê ye. Divê şert û mercên birêz Ocalan bên başkirin û di şert û mercên de azad de bixebite. Divê ew yek jî bi qanûnan bê mîsogerkirin. Ji bo wê jî ji bo birêz Ocalan statuyeke taybet bi qanûnan divê pêk were. Divê birêz Ocalan di şert û mercên ku bikarê bi hemû kesan re bikeve tekiliyê de bimîne. Bi rêxistina xwe re bikeve tekiliyê. Her wiha hemû derdorên li Rojhilata Navîn re bikeve tekiliyê. Her wiha ji bo derxistina qanûnan jî dîsa bi birêz Ocalan re di nava dan û standinan de bin.”

Ji bo qeyûm tu gavên şênber nehatin avêtin

Hevşeredarê Merdînê Ahmet Turk jî li ser pirsa qeyûm bi lêv kir ku gel li benda gavên şenber e û wiha got: “Lê hê jî desthilat gaveke şênber neavetiyê. Ew yek jî di desthilatê de bê baweriyê çêdike. Ji bo sepanan qeyûm ne hewceyê li benda qanûnan bimînin. Ji bo pêkanîna biryarên Dadgeha Mafê Mirovan ne hewceyê li benda qanûnan bimînin. Gelê me jî li bendê ye ku gav bên avetin.

Etîket: Hevseroka Giştî ya DEM PartiyêKomcivînTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

Numan Kurtulmuş serdana partiyan dike: Pêşî serdana Bahçelî kir

24 SIBAT 2026
Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

Bahçeli: Divê statûya Îmraliyê bê diyarkirin

24 SIBAT 2026
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareseriyê divê têkoşîneke xurt bê dayîn

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareseriyê divê têkoşîneke xurt bê dayîn

16 SIBAT 2026
Hatimogullari: Daxuyaniya Hakan Fîdan li dijî ruhê pêvajoyê ye

Hatimogullari: Daxuyaniya Hakan Fîdan li dijî ruhê pêvajoyê ye

10 SIBAT 2026
Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

Li goristanên Semsûrê qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn

6 SIBAT 2026
DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

DEM Partî û CHP piştî hevdîtinê bertek nîşanî êrişên li ser Rojava dan

27 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    Li Colemêrgê ZIMAN-DER vebû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – Ji 27ê Sibatê heta îro: Têkoşîna dijwar û muzakereyên bênavber – 1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zimanzan Varli: Divê em ji bo perwerdehiya bi zimanê xwe li qadan bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PSKê tifaqa hêzên Kurdistanî yên li Rojhilat pîroz kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mehmet Alî Ertaş hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (875)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne