• Nûçeyên Herî Dawî
Tuncer Bakirhan: Banga Birêz Ocalan pûsûla me ye

Tuncer Bakirhan: Banga Birêz Ocalan pûsûla me ye

19 ADAR 2025 - 14:02
Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

15 GULAN 2025 - 20:24
Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

15 GULAN 2025 - 19:07
Li Stenbolê li pey hev erdhej çêdibin

Konya bi pileya 5.2 hejiya

15 GULAN 2025 - 16:51
Mehmet Şîrîn Tekmenûray piştî 32 salan tehliye bû

Mehmet Şîrîn Tekmenûray piştî 32 salan tehliye bû

15 GULAN 2025 - 16:15
Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk wefat kir

Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk wefat kir

15 GULAN 2025 - 16:08
Gelê Mexmûrê li dijî girtin û zextan konê çalakiyê vedan

Gelê Mexmûrê li dijî girtin û zextan konê çalakiyê vedan

15 GULAN 2025 - 15:56
Rojnameger Îsmaîl Çoban tehliye bû

Derbarê rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin

15 GULAN 2025 - 15:08
Girtiyê nexweş Tutkun hate derbkirin

Girtiyê nexweş Tutkun hate derbkirin

15 GULAN 2025 - 14:47
Piştî têkoşîna 77 salan serxwebûna xwe îlan kir

Piştî têkoşîna 77 salan serxwebûna xwe îlan kir

15 GULAN 2025 - 13:28
Bîranîna li Tuzluçayirê di roja 3yan de didome

Bîranîna li Tuzluçayirê di roja 3yan de didome

15 GULAN 2025 - 12:42
1emîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

1emîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15 GULAN 2025 - 12:21
Hem dawet dikin û hem binçav dikin

Hem dawet dikin û hem binçav dikin

15 GULAN 2025 - 11:10
Şêniyên Gundê Fîsê: Em li pişt biryara PKKê ne

Şêniyên Gundê Fîsê: Em li pişt biryara PKKê ne

15 GULAN 2025 - 10:46
Cenazeyê 8 kesan li Şengalê dibin kavilên xaniyekî de hatin dîtin

Cenazeyê 8 kesan li Şengalê dibin kavilên xaniyekî de hatin dîtin

15 GULAN 2025 - 10:24
Ku quntar bibe komîtan!

Ku quntar bibe komîtan!

15 GULAN 2025 - 09:26
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

    Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

    Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Li Stenbolê li pey hev erdhej çêdibin

    Konya bi pileya 5.2 hejiya

    Mehmet Şîrîn Tekmenûray piştî 32 salan tehliye bû

    Mehmet Şîrîn Tekmenûray piştî 32 salan tehliye bû

    Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk wefat kir

    Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk wefat kir

    Gelê Mexmûrê li dijî girtin û zextan konê çalakiyê vedan

    Gelê Mexmûrê li dijî girtin û zextan konê çalakiyê vedan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Navenda Nûçeyan /AW

19 ADAR 2025 - 14:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Newroza Tetwanê de bang li hezaran kir û got: “Banga Birêz Ocalan ji bo me pûsûla ye. Em ê bi vê pûsûlayê keştiyê bigînin kendavê. Em soza vê yekê didin.

Bi deh hezaran welatî li Qada Fuarê ya Tetwanê kom bûn û bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û wiha got: “Ji Kawayên Hesinkar heta îro meşaleya azadiyê her geş dibe. Newroza 2025an jî ji 11ê Adarê heta 23ê Adarê dê bi meşeleya destê Mazlum Dogan her geş bibe. Em bi hevre meşelaya ku Rojhilata Navin ronî dike her hilgirin. Meşaleya ku ji Kawayê Hesinkar dest pê kir, dê Tetwanê, herêmê û hemû Rojhilata Navîn ronî bike.”

‘Banga Abdullah Ocalan dê Rojhilata Navîn ronî bike’

Tuncer Bakirhan, li ser girîngî û wateya Newroza îsal jî rawestiya û wiha axivî: “Newroza 2025an bi taybet xwedî girîngî û wateyek gelek mezin e. Newroza 2025an di heman demê de Newroza ku Birêz Abdullah Ocalan banga Aştî û Civaka Demokratîk kiriye ye. Meşaleya Kawayê Hesinkar dê bi banga Birêz Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk herêmê û Rojhilata Navîn ronî bike. Vê ronîkirinê didomîne. Bi vê wesîleyê em ji Tetwanê silavên xwe ji Birêz Abdullah Ocalan re dişînin. Em cejna Birêz Ocalan ji vir pîroz dikin. Em ji Tetwanê Newroza te pîroz dikin. Newroza rêhevelên te pîroz be. Em ji vir Newroza hemû girtiyên zindanan û li sirgûnê tevan pîroz dikin. Em di şexsê Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Selehattîn Demîrtaş de Newroza hemû girtiyan pîroz dikin. Em bawer dikin ku dê rojekê hemû hevalên me yên li girtîgehan azad bibin û em ê li vir bi hevre Newrozê pîroz bikin.”

‘Gelê Tetwane her dem li têkoşîna azadiyê xwedî derket’

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser têkoşîna gelê Tetwanê û wiha berdewam kir: “Tetwan wekî Newrozê ji 7 salî heta 70 salî xweşikahiya Newrozê di xwe de vedihewîne. Tetwan di rojên herî zor û zahmet de wekî îro her tim li têkoşînê û nirxên azadiyê xwedî derketiye. Her dem li tenişta me rawestiya ye. Her dem gotiye aştî û azadî. Her dem jiyana wekhev xwestiye. Tetwan bi sekn û berxwedana xwe yek ji navenda herî girîng e. Tetwanê tu carî em di nîvê rêde nehiştine. Tetwanê tevî hemû polîtîkayên zext û tundiyê meşaleya azadiyê hilgirtiye û bilind dike. Tetwan di aliyê bawerî û zanînê de jî cihekî navendî ye. Bi medreseyên xwe xizmeta çand, ziman û nirxên Kurdan kiriye. Ji ber vê yekê em bi hezaran caran spasiyên xwe ji gelê Tetwanê re tînin ziman.”

‘Banga birêz Ocalan kolan bi kolan belav bikin’

Tuncer Bakirhan, bal kişand ser girîngiya banga Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de banga dîrokî kir. Polîtîkayên înkarê, tundiyê li Tetwanê encam negirt. Gelê Tetwanê li gel zilm, zor, tundî û înkarê li nasnameya xwe xwedî derket û nasnameya xwe diparêze. Gelê Tetwanê her tim aştî û azadiya bi rûmet diparêze. Ji ber vê yekê banga birêz Ocalan di heman demê de ji bo gelê Bêdlis û Tetwanê ye. Birêz Ocalan bang li me tevan dike. Ji zindanê bang dike. Birêz Ocalan baş dizanibû ku dê gelê Tetwan, Sêrt, Wan û gelê herêmê bersîveke erênî bide. Yên ku aştiyê mayinde bikin hûn kesên kedkar û karker in. Ji ber ku dizanîbû hûnê li vê bangê xwedî derkevin banga dîrokî kir. Ji ber we dest ji aştiyê berneda Birêz Ocalan got Civaka demokratîk. Ji bo Kurd, Tirk, Elewî, jin kedkar, karker wekî mirovan bijîn û jiyaneke rûmet bijîn ev bang kir. Birêz Ocalan Tirkiyeyek azad dixwaze. Hûn ji bo kurdên azad û Tirkiyeyeke demokratîk hene? Hûn amade ne ku li pey banga Birêz Ocalan rawestin? Birêz Ocalan bi vê bangê wekî Kawayê Hesinkar û wekî Mazlum Dogan Rojhilata Navîn ronî dike. Em bawer dikin ku di vê roja baranê û bi vê coşê li vê bangê xwedî derkevin. Em li vê bangê wedî derkevin dê ziman, çand û nasnameya me azad bibe. Em ji we tika dikin ku li banga wekhevî, azadî û welatiyê kolan bi kolan, tax bi tax, navçe bi navçe ne tenê li Tetwanê li hemû herêmê belav bikin. Vê banga Birêz Ocalan li gelê Bedlisê li gelê Tirkiyeyê belav bikin. Hûn ji vê yekê re hene?”

‘Banga birêz Ocalan ji bo me pûsûla ye’

Tuncer Bakirhan, destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan pûsûla ye û wiha lê zêde kir: “Ev banga birêz Ocalan dê tenê bi Kurdan nede qezenckirin, dê bi gelê Tirkiyeyê bide qezenc kirin. Ev bang dê hem gelê Kurd û hem gelê Tirkiyeyê azad bike. Dê bi 85 milyon mirovan bide qezenc kirin. Divê ev bang bi samîmî û cîddî be destgirtin. Ji ber vê yekê divê dewlet gavên pêwist bavêje. Banga birêz Ocalan ne ji rêzê ye. Ji bo têkoşînek mezin ku jin, ciwan pêşengiyê dikin bang dike. Niha dem dema em destkeftiyan bikin destkeftiyên demokrasiyê. Birêz Ocalan rêyek nîşanî me da. Banga Birêz Ocalan ji bo me pûsûla ye. Heta di vê keştiyê de ev pûsûla hebe emê teqez bigêjin serkeftinê. Em careke din vê sozê didin. Em li pêş gelê Tetwanê û şehîdên xwe sozê didin. Em ê rojekê teqez em ê bi pusulaya birêz Ocalan bibin Kendava aştî, demokrasî û azadiyê. Em soza vê yekê didin. Em sozê didin Şevket Ozdemîr, Musa Anter, Mazlum Dogan, Zekiye Rahşan, Dayika Sakine û hemû girtiyan. Em ê têkoşîna aştî û azadiyê bi encam bikin.”

‘Ev oprasyon darbeya li dijî demokrasiyê ye’

Tuncer Bakirhan herî dawî bal kişand ser binçavkirina Ekrem Îmamoglu û 100 kesên li Stenbolê û wiha bi dawî kir: “Em bang li dewletê û îktadê dikin. Birêz Ocalan bi vê bangê rê li pêşiya Demokratîkbûna Tirkiyeyê vekir. Bi vê bangê got dest ji politikaya înkar û îmhayê ya 100 salî berdin. Birêz Ocalan got demokrasî. Em jî bi vê wesileyê dixwazin Newroza 2025an bikin zemîna aşti û demokrasiyê. Ji ber vê yekê divê êdî hikûmet û dewlet jî gavên pêwist bavêje. Birêz Ocalan bi qasî bang me û rêxistinê kiriye. Di heman demê de bang li dewetê kiriye. Me û rêxistinê guh da banga birêz Ocalan. Divê dewlet jî guh bide vê bangê. Ji bo provokasyon pek neyê divê dewlet gavan bavêje. Di vê pêvajoya ku em qala demokrasiye dikin îro serê sibê li Stenbolê li dijî birêz Ekrem Îmamoglu û 100 kesên din operasyon pêk hat. Em vê operasyonê şermezar dikin. Em vê operasyonê red dikin. Ev operasyon siyasî ye. Divê êdî ev operasyonên siyasî bi dawî bibin. Em qebûl nakin ku Îmamoglu li ser Lihevkirina Bajêr binçav bikin. Lihevkirina Bajêr vîna demokrasî û tifaqa gelan e. Em bang li dozger dikin. Eger gelê kurd siyasetê nekin û tifaqê nekin, dê çi bikin. Ev operasyona siyasî di heman demê de li dijî me, li dijî Lihevkirina Bajêr û tifaqa gelan e. Em ê li dijî vê yekê bêtir bên cem hev. Ji bo wekhevî û demokrasiyê em e bêtir bên cem hev. Em vê politikaya cudakariyê red dikin. Lihevkirina Bajêr ne sûc e. Modela demokrasiyê ye. Dema em qala aştiya hundir dikin, em qala aştiya bi 85 milyonan re dikin. Lê dema em bibêjin aştiya navxweşî divê operasyon neyên kirin. Ev operasyon darbeya li dijî demokrasiyê ye. Stenbol Tirkiye bi xwe ye. Stenbol Bêdlis, Qers û Sêrt e. Em qebûl nakin ku Şaredarê Stenbolê wekî Rêberê sûc pênase bike. Em ê piştevaniya xwe ya bi Stenbolê u demokrasiyê re berdewam bikin. Em dixwazin demek berî demekê Ekrem Îmamoglu û hemû kesên hatine binçavkirin bên berdan.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

Şaredariya Rêya Armûşê polên zimanê kurdî zêde kir

15 GULAN 2025
Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bibîranîn

15 GULAN 2025
Li Stenbolê li pey hev erdhej çêdibin

Konya bi pileya 5.2 hejiya

15 GULAN 2025
Mehmet Şîrîn Tekmenûray piştî 32 salan tehliye bû

Mehmet Şîrîn Tekmenûray piştî 32 salan tehliye bû

15 GULAN 2025
Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk wefat kir

Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk wefat kir

15 GULAN 2025
Gelê Mexmûrê li dijî girtin û zextan konê çalakiyê vedan

Gelê Mexmûrê li dijî girtin û zextan konê çalakiyê vedan

15 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (290)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne