• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
02 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Yilmaz Guney li Stenbolê hate bîranîn

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtina aktîvîsta ekolojiyê Esra Işik hate protestokirin

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Girtiyê nexweş Çam hat berdan: Bila Kurd bibin yek

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Nisêbînê êrişî goran hat kirin: Divê êrîşkar bên aşkerakirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

    Girtî Babat li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tuncer Bakirhan: Divê komîsyon biçe li birêz Ocalan guhdarî bike

Enqere / AW

4 MIJDAR 2025 - 14:11
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de geşedanên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand. Bakirhan piştî civînê pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Divê Demîrtaş û Yuksekdag û hemû hevalên me tavilê bên berdan. Divê Komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka sedsalî biçe li birêz Ocalan guhdarî bike.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Meclîsê geşedanên di rojevê de nirxand.

‘Divê ev şerm bi dawî bibe’ 

Tuncer Bakirhan diyar kir ku 9 sal berê hevserokên wan ên giştî jî di nav de gelek parlamenter û rêveberên partiya wan hatibûn girtin û wiha got: “Ew roj di heman demê de pêkanîna desthilatê ya li dijî siyaseta gelê Kurd bû. Li dijî rêya 3yemîn bû. Li dijî aştiyê bû. Ew sepan bi desteserkirina şeredariyan ve berdewam kir. Gelek hevalên me jî ji peywîrê hatin girtin. Ew sepan bi tayinkirina qeyûman didome. DMMê yê ji bo Demîrtaş biryara serbest berdanê da. Ew biryar êdî teqez bûye. Divê Tirkiye vê biryarê pêk bînê û demildest di serî de Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş û hemû hevalên me serbest bên berdan. Divê ev şerm êdî bi dawî bibe û hevalên me bên berdan. Her wiha hemû girtiyên siyasî jî divê êdî demildest bên erdan. Hevalên me yên li derveyî welat jî werin welatê xwe û siyaseta demokratîk bikin. Divê dewlet jî ji aliyê demokrasiyê ve were guhertin.”

‘Ji şînan re rêzê bigirin’ 

Tuncer Bakirhan bal kişand ser astengiyên li dijî şînên endamên HPGê û YJA-Starê yên li Şirnex û Rihayê û ev yek anîn ziman: “Bila dewlet zilmê li gel neke. Pirsgirêk ne bi şer û pevçûnan çareser dibe, divê bi muzakereyan bên çareserkirin. Em êrişên li dijî şînan tên kirin şermezar dikin. Aştî bi rêzgirtina şînê pêkan e. Em wisa dikarin li hev werin. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya şandeya me de li ser têkiliyên Kurd û Tirk rawestiyaye û destnîşan kiriyê ku ne bi zimanekî hilweşandinê bi zimanekî çêker û erênî pirsgirêk çareser dibin. Ev jî hevdu qebûlkirinê û entegrasyona demokratîk çêdibe. Ne bi polîtîkayên bişaftinê. Ev jî bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêk tê. Heta niha tu gav nehatiye avêtin lê hêvî dikim di demên pêş me de êdî di vî warî de jî gav bên avêtin.”

‘Em ê ji bo mafên karker û kedkaran têkoşîna xwe bidomînin’

Tuncer Bakirhan derbarê pirsgirêka aborî de jî destnîşan kir ku bi hezaran kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne û wiha got: “Tevî vê jî desthilat bacên giran li ser welatiyan ferz dike. Ev rewşa xerab di daneyên desthilatê de jî hene. Ev xîzanî şerma vê desthilatê ye. Meaşê asgarî li ber eflasyonê kêm dibîne. Kêdkarên vî welatî jiyaneke mirovî heq dikin. Divê meaşê asgarî bi ser 46 hezaran re be û li gorî enflasyonê jî salê 2 caran were nûjênkirin. Em bi vê wesîleyê berxwedana karkeran careke din silav dikin û dibêjin em li rex we ne. Ev welat dikare bibe welatekî ku karker û kedkaran. Em ê ji bo mafên karkêr û kedkaran jî têkoşîna xwe bidomînin.”

Tuncer Bakirhan li ser geşedanên li cihanê jî axivî û got: “Divê li Efrîqayê ne şer aştiyek pêk were û metîngerî destê xwe ji wir vekîşen. Efrîqa bibe cihekî aram û aştiyê û gelê wir jî bigîhîje aramiyê.”

Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe de têkildarî çalakiyên ciwanên li zanîngehan jî got ku ew li cem ciwanan in û piştgiriya têkoşîna wan a ji bo zimanê dayikê û mafên wan dikin.

Bakirhan: Divê Demîrtaş û Yuksekdag û hevalên me tavilê bên berdan

Tuncer Bakirhan piştî komcivînê pirsên rojnamegeran bersivand. Tuncer Bakirhan derbarê pirsa têkildarî gotinên Devlet Bahçelî ji bo tehliyeya Selahattîn Demirtaş jî diyar kir ku ew ji Devlet Bahçelî re spas dikin û got: “Devlet Bahçelî rast gotiye. Gelek biryarên DMMEyê hene ku divê hevalên me bên berdan. Divê di serî de Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû hevalên me yên ji Doza Komployê ya Kobanê tên darizandin, gavek beriya gavekê bên berdan.”

‘Div3e komîsyon biçe li Ocalan guhdarî bike’

Tuncer Bakirhan li ser pirsa çûna Komîsyonê ya cem Abdullah Ocalan jî got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka sedsalî divê komîsyon biçe bi muxatabê sereke re hevdîtinê bike û demildest li birêz Ocalan guhdarî bike, bi vê yekê pêvajo wê bi pêş ve biçe.” Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku heyeta partiya wan îhtîmalek mezin çûna komîsyonê jî ji Serokkomar re ragihandiye.

Turk: Niha vegera me ya şaredariyê di rojevê de nîn e

Rojnamegeran piştre jî ji siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk pirs kirin. Ahmet Turk li ser pirsa vegera ser Hevserokatiya Şaredariyê jî destnîşan kir ku niha bendewariyek wan wiha, rewşek diyarkirî tune ye û ew hewl dide di demên pêş de bi Devlet Bahçelî re bicive.

 

Etîket: Abdullah OcalanDevlet Bahçeliselahattin demirtaşTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

Li Êlihê rojbûna Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin

1 NÎSAN 2026
Turnûvaya futbolê ya Festîvala Rojên Amarayê berdewam dike

Turnûvaya futbolê ya Festîvala Rojên Amarayê berdewam dike

1 NÎSAN 2026
Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

1 NÎSAN 2026
Wezîrê Dadê Gurlek: Li Îmraliyê xaniyekî nû nehatiye çêkirin

Wezîrê Dadê Gurlek: Li Îmraliyê xaniyekî nû nehatiye çêkirin

1 NÎSAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

31 ADAR 2026
Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

31 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    Li Wanê KURDÎWAR bi kelecaneke mezin hat vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Rejîm êdî ne rejîma berê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hosteyê sînemaya şoreşgerî hat dinê: Em ê bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên 3yemîn Pêşbirka Helbestan a Cegerxwîn dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pîrozbahiyên 4ê Nîsanê: Li vê qadê rêxistinkirin, hilberîn, bawerî û wate kok girtiye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mala Mesûd Barzanî hedef hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Farqîn bi Kurdî dixemile: Serlêdana pêşbirka çîrok û helbestê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (41)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne