Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan ku di komcivîna partiya xwe de tekildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi lêv kir ku danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê girîngin û got: “Divê Tirkiye jî bi Rêveberiya Xweser re tekili dayne.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li meclise di komcivîna partiya xwe de der barê geşedanên di rojevê de ne axivî. Tuncer Bakirhan di salvegera qetilkirina kedkarê Çapemeniya Azad Kadrî Bagdu de ew bibîranî û dest bi axaftina xwe kir. Tuncer Bakirhan anî ziman ku Kadrî Bagdu dema rojnameya belav dikir li Edenê ji aliyê IŞIDê ve hat kuştin û niha jî rojnameger Hakan Tosun hat qetilkirin û got ku divê kujer demildest bên dîtin û cezakirin. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku tevî salek derbas bû jî kujerên Rojîn Kabaîş jî nehatinê cezakirin û xwest kujer demildest bên dîtin û cezakirin.
Di berdewama axaftina xwe de Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û derbarê geşedanan de ew tişt anîn ziman: “Em di serdemeke pir girîng de ne. Geşedanên girîng çêdibin. Bi vebûna sala nû ya qanûndanînê di 1ê Cotmehê de, çav û guhên civakê bi rastî li ser van geşedanan in. Di sala borî de, me hemûyan şahidiya kêliyên girîng ji bo çareserî û aştiyê kir. Ew pir bi qîmet e. Komîsyona ku di bin sîwana parlamentoyê de hatiye damezrandin pir bi qîmet e. Ew yek ji platformên herî girîng ên vê pêvajoyê ye. Ev komîsyon ji bo çareseriya pirsgirêkeke sed salin di rojevê de ye pir girîng e. Hemû kesên di komîsyonê de hatin guhdar kirin tevî fikren cûda daxwaza hevpar a aştiyê kirin û ji bo mafê heviyê xwestin gav bên avetin. Malbatên ku herî zêde êşa şer kişandin jî di komîsyonê de xwestin edî şer bi dawî bibe. Em jî ji bo bi dawîbûna êşa van malbatan xebat û têkoşîna xwe bidomînin.”
Divê komîsyon birêz Ocalan jî guhdar bike
Di berdewama axaftia xwe de Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê komîsyon edî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî guhdar bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan, dema ku diaxive, bingehên çareseriyê xurt dike. Her ku birêz Ocalan diaxivî, çareserî û aştî derdikeve pêş. Me hemûyan dît ku Birêz Ocalan bi perspektîfa aştiyê ya ku pêşkêş kir pêvajoyê ronî kir. Divê di pirsgirêke wisa de tirsonek nebin. Werêk bin. Divê em hevdîtina Komîsyonê bi birêz Ocalan re nekin tabûyek. Demokrasî bi danûstandinên demokratîk pêş dikevin, ne bi tabûyan. Gel ji parlamentoyê hêvî dike ku rêziknameyên ku li gorî biryarên DMMEyê ne û îradeya gel nîşan didin bicîh bîne. Çavên hemûyan li ser vê kêliyê ne ku divê gavên ku ji bo berdana hevalên me yên di Dozên Komploya kobanê de Demîrtaş, Yüksekdağ hemû hevalên me jî ben berdan. Bila kes ji bîr neke ku berpirsiyariya dîrokî ya vê parlementoyê, ne tenê ji bo salekê, lê ji bo 100 salên bê. Em bang li parlamentoyê jî dikin; Werin em vê sala nû ya qanûndanînê bikin sala çareseriyê.”
‘Em mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê dixwazin’
Tuncer Bakirhan bi lêv kir ku ew weke DEM Partî ne ji bo cihekî ji bo tevahî Tirkiyeyê edalet û demokrasiyê têdikoşin û wiha got: “Em hem welatîbûnek destûrî dixwazin ku her wekhev bi hev re bijî. Em serweriya hiqûqê dixwazin, ne rejîmek bêserûberiyê. Azadiya reman dixwazin. Em mafê perwerdehiyê bi zimanê dayikê dixwazin. Em demokrasiyeke ku biryar ji aliyê herême ve tên girtin dixwazin. Em daxwaza berdana girtiyên nexweş û siyasî dixwazin. Em batalkirina qanûna terorê û qanûnên wekhev dixwazin. Em sererastkirineke qanûnî dixwazin. Em daxwaza vegera hevalên xwe yên ji ber cezayan sirgûnî derveyî welat bûnê dikin. Ez niha dipirsin; Kîjan ji daxwazên ku me heta niha rêz kirine zêde ye, kîjan dûrî rastiyê ye? Em van daxwazan ji bo tevahî Tirkiyeyê dikin. Her ku qala aştiyê û dan û standinan dibe me weke DEM Partî alîgirê desthilatê nişan didin. Em jî dibêjin em ne aliyê tu kesî ne. Em rêya 3emîn in. Em li kêleka gel, karker û bindestan radiwestin. Em bi her kesê ku ji bo demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê disekine re diaxivin. Rêya me bi prensîban ve tê destnîşankirin, ne bi helwestan.”
‘Em rêya 3emîn in’
Tuncer Bakirhan diyar kir ku çareserî ji bilî dadweriyek serbixwe, azadiya remanê û demokrasiyê pêknayê û wiha axivî: “Em di siyaseta derve de jî rêya sêyemîn in. Hikûmet dibêje ku em ê ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî ji sînoran derkevin, û carinan jî dikin. Em dibêjin ku aştiya herêmî tenê bi danûstandinên demokratîk û dîplomasiya aştiyê dikare were bidestxistin. Em ne di siya hikûmetê de siyasetê dikin û ne jî em pişta partiyên din in. Em li ser rêyeke rast in, mil bi mil bi gelê xwe re ber bi azadî, aştî û demokrasiyê ve dimeşin. Ev rê ne hêsan e. Yên ku di vê rêyê de diçin, di girtîgehan, li kolanan û di berxwedanê de bênavber berdewam dikin. Lê em dizanin ku ev rê dê destkeftiyan bi xwe re bîne. Hêviya me bilind e. Destkeftiyên me jî mezin wê bibin. Bi vê boneyê, em salvegera damezrandina HDK û HDPê, ku navê rêya sêyemîn e, pîroz dikin. 15ê Cotmehê salvegera damezrandina vê pêşerojê ye. Ez hemû hevalên xwe yên ku di vê têkoşîna bi rûmet de jiyana xwe ji dest dane bi rêz û spasdarî bi bîr tînim. Her wiha ez silav, hezkirin û rêzgirtina xwe ji civîna koma xwe ji Selahattîn Demîrtaş, Figen Yüksekdağ û hevalên me yên ku niha di Doza Komploya Kobaniyê de têne darizandin, û her weha hemû hevalên me yên ku niha di girtîgehê de ne, re dişînim.”
Geşedanên li Suriye û Xazeyê
Tuncer Bakirhan balkişand ser geşedanên li Xezayê û peymana aştiyê û got ku agirbest girîng e lê ji bo çareseriyeke mayindê divê daxwazên gelê Filîstînê bi cih werin. Tuncer Bakirhan tekildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev tişt anîn ziman: “Dibêjin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne giredayî peymana 10ê Adarê ye. Lê ew ne rast e. Peymana 10ê Adarê gaveke girîng e ku ji hêla aliyên Sûriyeyê ve ber bi çareseriyeke demokratîk ve hatiye avêtin. Nûneratî û beşdarbûna wekhev di nav xwe de digirt.Kî li gor peymanê tevnegeriya? Hikumeta Şamê. Bi tenê serê xwe destûrek ragihandin. Ne Kurd, ne Durzî, ne Elewî û ne jî pêkhateyên Sûriyeyê di wê peymanê de cih negirtin. Di Rojhilata Navîn de heza ku dixwazê pirsgirêkan bi rêya siyasetê çareser bike Bakur û Rojhilatê Suriyeyê. Fermandarê HSDê Mazlûm Abdî got komekê lêşkerî wê ji bo entegrasyonê biçin Şamê. Li Şamê civîn pêkhat. Danûstandin berdewam dikin. Ez hêvî dikim ku ev danûstandin wê çareseriyan bi xwe re bîne. Divê Şam jî bi awayekî avaker bersivê bide van gav û înîsiyatîfan. Divê Tirkiye bi hikûmeta Bakur-rojhilatê Sûriyeyê re têkiliyek siyasî ya rasterast bike. Ew bi hikûmeta demkî ya li Şamê re di danûstandinan de ne. Divê Tirkiyeyê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê re jî bi awayekî siyasî têkilî dayne. Bi vekirina deriyê sînor ê Nisêbînê, em dikarin gavek dîrokî bavêjin. Ev ê baweriya bi Tirkiyeyê jî xurt bike.”
Di dawiya axaftina xwe de Tuncer Bakirhan tekildarî aborî û botçeya sala nû jî destnîşan kir ku divê botçeya sala nû bibe botçeya aştî ku hemû welatî lê sûd bigrin.